PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Însiyatîfa Gel li dijî tecrîda dest bi pêngava îmzeyan kir

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Însiyatîfa Azadîya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî tecrîda girankirî, pêngava komkirina îmzeyan da destpêkirin

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji nûnerên tevahî pêkhateyên herêmê pêk tê bi daxuyaniyekê pêngava komkirina îmzeyan da destpêkirin û banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Pêngav bi dirûşmeya “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin” dest pê kir.

Daxuyaniya ku li pêşiya avahiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya li Qamişlo hat dayîn, ji aliyê endamên însiyatîfê Xufran Kewkeb û Mistefa Ehmed Kurdî ve hat xwendin. Pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, suryan û ermen jî tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de peyama gelên herêmê a ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya têkildarî binpêkirinên qanûnî yên dewleta tirk a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî cih girt.

Di peyamê de wiha tê gotin: “Wek gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi fikar in. Ev nêzî 22 meh in rewşa Rêbertî nayê zanîn. Em tu agahiyê têkildarî rastiya hebûna wî ya fîzîkî yan jî sedemek qanûnî ku vê rewşê ronî dike û vê bêdengiyê şîrove dike, nastînin.

Rê nedan pênc parêzerên ku di 2’ê gulanê û 7’ê tebaxa 2019’an de ji bo hevdîtinê serdan kiribûn, ku bi Rêbertî re hevdîtinê bikin. Tê zanîn ku hevdîtina herî dawî di 27’ê tîrmeha 2011’an de bû. Ji ber vê yekê, gelê kurd û dostên gelê kurd li seranserê cîhanê, bi taybet malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser negirtina tu agahiyekê ji Rêbertî ji dema peywendiya bi rêya telefonê ya di 25’ê adara 2021’an de, pir bi fikar in.

Rapora we ya têkildarî serdana we ji bo Rêber Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ku di 5’ê tebaxa 2021’an de hatî belavkirin, di nava gelê me de hat pêşwazîkirin û rêz jê re hat nîşandan. Ji ber ku we tê de tecrîda mutleq a li ser peywendiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hersê girtiyên din bi derve re, wekî cureyekî girtinê hesibandibû û we diyar kiribû ku ev rewş nayê qebûlkirin, ji ber ku li dijî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan e.

Lê belê serdana we ya dawîn û pêkneanîna hevdîtinê bi girtiyan re û bidestnexistina agahiyên zelal têkildarî rewşa dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, metirsiyên me li hember rewşa tenduristî û fîzîkî ya Rêbertî zêdetir kirin.

Hemû hincetên dewleta tirk ên ji bo rewakirina kiryarên wê yên îşkenceya fîzîkî û derûnî li dijî Rêbertî, neheq in. Karê wê di vê derbarê de sîstematîk e û dijberî bendên madeya 1a Lihevkirina Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ye ya li gorî pîvanên lihevkirina NY’ê hatî ragihandin.

Îşkenceya li djiî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê bi rêya bêparhiştina wî ji mafên wî ye, lê belê îşkenceyek duqat e. Ev îşkenceya duqatî xwedî bandorên xirab e li gorî madeya 5’an a Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê ya 1948’an, madeya 7’an a Hevpeymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navneteweyî ya sala 1966’an, Danezana Komeleya Giştî ya NY’ê ya 9’ê cotmeha 1975’an. Li gorî madeyên 2 û 4 yên Lihevkirina Pêşîlêgirtina îşkenceyê ku dewleta tirk jî li ser îmze kiriye û aliyekî wê ye, divê tedbîrên zagonsaz an rêveberî yan jî dadwerî di qanûnên xwe yên hundirîn de bi cih bike, da ku rê li îşkenceyê bigire û van kiryarên îşkenceyê li gorî van qanûnan wekî ‘sûc’ bên hesibandin.”

Pêngava komkirina îmzeyan

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir ku lezê bidin girtina tedîbran ya li gorî Qanûna Navneteweyî ku baweriya gelan bi civaka fermî ya navneteweyî xurt dike û got: “Ji bo vê, divê li ser bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê bidawîkirin, hevdîtina bi parêzeran re neyê astengkirin û ji bo serbestberdana wî di demek nêz de kar bê kirin. Bi vê rengî dirustiya rêxistina we ya parastina mafên mirovan bê misogerkirin û teqezkirin.”

Tê payîn ku pêngava îmzeyan heta 15’ê sibatê dewam bike.

Piştî komkirina îmzeyan ji gund, bajarok û bajarên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê wesîqeya îmzeyan ji bo Însiyatîfa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bê radestkirin, ew jî pêşkêşî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar