Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameyeke taybet a Stêrk TV de got, berjewendiya Sûriyeyê ne di tasfiyekirin, qirkirina kurdan de ye. Berjewendiya Sûriyeyê bi kurdan re tifaqkirin e. Bayik anî ziman ku lazim e Sûriye nekeve nava siyasetên dewleta tirk ya dagirker ên bi armanca qirkirina kurdan.
Bayik bal kişand ser hevdîtinên hikumeta Şamê û dewleta tirk ya dagirker û hewldanên lihevanîna wan a bi sponseriya Rûsyayê jî û got, divê Şam û Rêveberiya Xweser diyalogan bikin.
Nivîskar û rojnamevan Qasim Qesîr ê ji Lubnanê ji ANHAʹyê re axivî û anî ziman ku tîfaq û diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de pêwîstiyeke nîştimanî, neteweyî û sûriyeyî ye û rêya herî kurt a parastina Sûriye û çareserkirina pirsgirêka kurdî ye.
Qasim Qesîr got, tîfaqa Şam û Rêveberiya Xweser Sûriye ji destwerdanên derve diparêze û têkiliyên di navbera welatiyên Sûriyeyê de jinûve saz dike û got: “Diyalog pêwîstiyek e, erk û berpirsyariyek e. Divê doza kurdî were famkirin û ji bo danîna bingehên nû ku mafên welatiyên Sûriyeyê werin mîsogerkirin xebat were kirin.”
Qesîr diyar kir ku tîfaqa Şam û Rêveberiya Xweser dê bikeve xizmeta Sûriyeyê, desthilata dewletê li tevahî xaka Sûriyeyê vegerîne, rêvebirina serwetan jî vegerîne, heman demê dê azarên xelkê çareser bike û rê li ber destwerdanên derve bigire.
Rojnamevan û nivîskar Qasim Qesîr di dawiyê de got: “Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên herêmê pêwîstî bi nêrîneke nû heye ku dewleteke nîştimanî, nasnameya niştimanî û hevgirtina herêmî ji nû ve ava bike.”