Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Ji aliyekî biryar ji aliyê din çek ji bo komkujan didin

Hevserokê PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku Elmanya li aliyekê jenosîdê erê dike, li aliyê din çekên Elmanya yên didin Tirkiye Şengal tê bombekirin û got: "Em naxwazin naskirina jenosîda Êzîdiyan weke ya Ermenan bibe. Bila zû bikeve meriyetê."

Ji bo komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Êzîdiyan weke qirkirin bên naskirin, partiyên hikûmetê, Partiya Civakî ya Demokrat (SPD), Partiya Keskan û Partiya Demokratên Azad (FDP) û partiya mixelefetê ya sereke, Partiya Yekîtiya Xirîstiyanan (CDU/CSU) ji bo pêşnûmeya biryarê, li Meclîsa Federal 19’ê çileyê rûniştineke taybet lidar xistin û di encamê de bi piraniya dengan qirkirina li ser Êzîdiyan weke jenosîd erê kirin.

Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) Hisen Hecî li ser biryara Meclîsa Federal a Elmanyayê ku jenosîda li Êzîdiyan qebûl kir û hinek xalên pêşnûme pirsê ji ANF’ê re axivî.

Hevserokê PADÊ Hisen Hecî spasiya partiya xwe û civaka Êzîdî pêşkêşî Parlamenta Federal a Almanyayê kir ku jenosîda ser Êzîdiya qebûl kir û diyar kir ku li ku derê dibe bila bibe piştevaniya dosyaya Êzîdiyan bê kirin ew spasiyê li wan dikin.

Em naxwazin aqûbeta Ermenan bi sere me ve jî bê

Hecî destnîşan kir, eger ku Elmanya qirkirinê weke jenosîd qebûl dike, ev destketiyeke û got: “Her çendî biryareke dereng bû jî, lê dîsa jî baş bû. Weke Êzîdî hêviya me ji dewletên din e jî ku jenosîdê qebûl bikin. Bila jenosîda Êzîdiyan jî weke ya Ermeniyan ne piştî sed salî bê qebûlkirin, em dixwazin zû bê erêkirin. Êzîdî dixwazin niha ev jenosîd bê qebûlkirin û li ser erdê bikeve meryetê.”

Ya esas statûya Şengalê pejirandine

Hevserokê PADÊ Hecî diyar kir ku divê civak bê parastin ji êrîşên derve û got, “Rê bê dayîn ku ev civak xwe bi rê ve bibe. Ew mirovên ku bûne sedemê jenosîdê jî, mirovên piştgirî kirin çi madî û weke din, ketine di nav de, divê hesab jê bê xwestin.”

Em tu biryarên derveyî îradeya Êzîdiyan napejirînin

Hevserokê PADÊ Hisen Hecî qala hevdîtinên xwe yên bi sefîran re jî kir û diyar kir ku li ser peymana 9’ê cotmehê nîqaş hate kirin ku qaşo di berjewendiya civaka Êzîdatiyê de ye, wan ev yek red kiriye û got: “Ev peyman siyasî ye, kê li ser li hev kiribe di çarçoveya berjewendiyên siyasî de kiriye. Bê ku civaka Êzîdî cih bigre li ser wan hatiye ferzkirin. Ev îtifaq nayê qebûlkirin. Xalên ku di berjewendiya civaka Êzîdî be, em qebûl dikin, lê derveyî berjewendî û ne li gorî vîna Êzdatiyê be qebûl nakin. Em qebûl nakin ku hûn karek bikin li ser Şengalê bidin ferzkirin û tevlîhevî lê rû bide. Hinek biryar hebûn ku civaka Êzîdî qet qebûl nakin, ew yek wê bên lêkolînkirin ji aliyê wan ve û dema gihiştin biryarekê yan wê temamî betal bikin, yan ji nû ve sererastkirinekê bikin.”

Dibe ku dewleta tirk sibe bê dadgehkirin

Hecî, bal kişand ser biryara

ya aliyekê jenosîda li ser civaka Êzîdî qebûl kiriye û li aliyê din yek ji dewletê herî zêde piştevaniyê dide dewleta tirk e ku rojane êrîşî Rojava û Şengal heta Mexmûrê dike. Hecî wiha domand: “Gelek çekên Elmanya di destê Tirkiyeyê de ne êrîşî Rojava dike. Ev mijar di wê civînê de hate gotin ku balafirên şer ên tirk li Şengalê dixin. Hate gotin ku hêzên Pêşmerge Şengal berdan û YPG hatin ew parastin. Ev dewletên NATO têkiliyên xwe yên du dewletî ser civakeke weke Êzîdî, tirkmen, şebek û yên din xirab nakin. Peywanên wan hene, bi hev re li hev kirine. Îro ku jenosîd erê kirin sibe dadgehek bê kirin û destê Tirkiye têde derkeve yê herî jê ziyanê bibîne wê bibin tirk. Cîhan tev zane ji Ewropa terorîst hatine ser bi Tirkiye re derbasî Iraq û Sûriye bûne. Dewletên Ewropa di bin banê hiqûqa mafê mirovan de berjewendiyên xwe yên du alî sê alî diparêzin û xwe dinixûmînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar