Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Zilmê li Îmraliyê li tevahiya welêt belav bû’

Wekîlên HDP'î yên ku li dijî tecrîdê di Nobeda Edaletê de ne gotin, "Zilm û zordariya ku li Îmraliyê destpê kir, li seranserê welêt belav bûye."

Nobeda Edaletê ya wekîlên HDP’î ku li dijî tecrîda li Îmraliyê tê lidarxistin, 23 roj li pey xwe hişt. Parlamenter Alî Kenanoglû, Zeynel Ozen, Şevîn Coşkûn, Mûrat Sarisaç, Kemal Pekoz, Erdal Aydemîr, Mûrat Çepnî, Celadet Gaydali, Abdûllah Koç û Habîp Eksîk tev li çalakiyê bûn.

Kenanoglû daxuyanî da û got, “23 roj in li dijî tecrîdê em di nobeda edaletê de ne. Tecrîd îzolekirina ji cîhanê ye. Ji ber vê kiryara ku li Girava Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din tê ferzkirin, em di nobedê de ne. Gelek aliyên vê tecrîdê hene. Yek ji van aliyê hiqûqî, ya duyemîn aliyê mirovî û ya sêyemîn jî aliyê xwe yê siyasî ye. Ev hersê aliyên mijarê dikarin bi berfirehî bêne vegotin. Ji aliyê hiqûqî ve tiştekî bi vî rengî heye; Li gorî Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê tecrîd sûc e. Mafên hiqûqî yên girtiyan hene; mafê hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re, têkilîdanîna bi xizmên xwe re. Ev maf têne astengkirin. Lewma sûcekî hiqûqî tê kirin. Hevdîtina girtiyan a bi malbat û parêzerên wan re tê astengkirin. Lewma li Girava Îmraliyê Destûra Bingehîn û qanûnên Komara Tirkiyeyê bi cih nayên anîn.”

Kenanoglû wiha dirêjiya axaftina xwe: “Ya duyemîn aliyê mirovî ye. Tecrîd dûrxistina ji civakê ye, lewma kiryareke li dijî mirovahiyê ye. Li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Tecrîd di heman demê de îşkence ye. Lewma li Îmraliyê îşkence li Abullah Ocalan û girtiyên din tê kirin. Îşkence hem li gorî destûra me ya bingehîn hem jî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e. Aliyê din ê girîng jî sedemên siyasî ne. Tecrîd ji ber sedemên siyasî tê ferzkirin. Dema ku mirov bala xwe didin ser sedemên siyasî jî pirsgirêka kurd tê de dibînin. Di bingeha vê de jî pêşîgirtina li çareseriya pirsgirêka kurd û înkarkirina kurdan heye. Tecrîd ne tenê li ser şexsekî tê ferzkirin, ji ber ku aliyekî xwe yê siyasî heye. Kesê ku tecrîd lê tê ferzkirin kesekî ji rêzê nîne. Ji ber wateya xwe, tecrîd li ser gelê kurd û tevahiya civaka Tirkiyeyê tê ferzkirin.”

Kenanoglû destnîşan kir ku ji bo li Tirkiyeyê siyaset asayî bibe, rewşa aborî asayî bibe divê tecrîd bê rakirin û wiha got: “Divê pêşî li hevdîtina Abdullah Ocalan a bi malbatê û parêzeran re bê vekirin.”

Kenanoglû destnîşan kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, li gorî qanûnan û destûra bingehîn divê tavilê bi dawî bibe û xwest, derfetên hevdîtina bi malbatan û parêzeran re bêne afirandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar