Girtiyê bi navê Lokman Aslan (40) ê ku 23 sal in girtiye û li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 a Xarpetê tê ragirtin, bi telefonê malbata xwe re axivî û diyar kir ku gardiyanan îşkence li 15 girtiyan kirine.
Aslan wiha got: “Xwarinên girtîgehê gelek xerab in. Di taşteyê de tenê 2 zeytûnan, parçeyeke penîr û nîv nanê didin girtiyan. Hema hema her şev gardiyan bi ser qawîşan de digirin. Di hinek serdegirtinên qawîşan de gardiyan bi ava şid destwerdanê dikin. Me bertek nîşanî van sepanên dermirovî dan. Bi vê hincetê jî gardiyanan bi rengekî hovane li min û 15 girtiyan xistin.”
Birayê Aslan, Sûat Aslan jî da zanîn ku piştî du salan cara ewil hefteyek berê kariye bi birayê xwe re hevdîtinê bike û ev tişt anî ziman: “Me tenê karî 20 deqeyan hev bibînin. Girtiyan sewqî girtîgehên dûrî malbatên wan dikin. Ev jî besî wan nake ku roj bi roj sepanên bêperwa dixin meriyetê. Em van sepanên li girtiyan tên ferzkirin red dikin. Banga me ji bo rayedaran ew e ku di çarçoveya heq û hiqûqê de nêzî girtiyan bibin.”