PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

​​​​​​​Aloziya li Suriyê encax bi diyaloga navxweyî çareser bibe

Pisporê kar û barên Tirkiyeyê Mihemed Ebû Sebha anî ziman ku bi hewldanên nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re, vekişîna dewleta tirk ji herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî dûr e. Her wiha anî ziman ku bêyî diyalogên navxweyî çareserkirina aloziya Sûriyeyê ne pêkan e.

Pisporê kar û barên Tirkiyeyê Mihemed Ebû Sebha diyar kir ku armanca dewleta tirk ya dagirker ji lihevhatina bi hikumeta Şamê re dagirkirina qadeke berfireh a Sûriyeyê û derbaskirina bi hezaran çeteyan bo Sûriyeyê da ku beriya hilbijartinan ji aloziya penaberên Sûriyeyê xilas bibe.

Mihemed Ebû Sebha, anî ziman ku destwerdana Tirkiye tu fêde li gelê Sûriyeyê nekir, lê belê gelek caran aloziya penaberan bi kar aniye da ku dewletên Ewropayê şantaj bike û komên çete li dijî kurdan bi kar bîne.

Hevpeyvîna li gel ajansa ANHA wiha ye:

Armanca dewleta tirk ji destwerdana li Sûriyeyê çi ye?

Bê guman siyaseta Erdogan a li beramberî Sûriyeyê li ser esasê menfietan e. Erdogan li aliyekî armanc dike hebûna xwe di qada navneteweyî de îsbat bike û li aliyekî din dixwaze qezencên siyasî yên hundirîn bidest bixe.

Erdogan di destwerdana xwe ya li Sûriyeyê de bi ser ket dema got Tirkiye di qada navneteweyî de ligel Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî heye û mafê wê heye bi mezinan re li ser masaya diyalogan rûnê. Lê ji bo gelê Sûriyeyê jî destwerdana Tirkiyeyê tu fêde li doza wan nekir. Lê belê dewleta tirk gelek caran aloziya penaberan bi kar anî da ku dewletên Ewropayê bi wan şantaj bike. Her wiha rêxistinên çekdar li dijî kurdan bi kar anîn. Delîlê herî mezin ê vê yekê ew e ku Erdogan her tim li pey tevgerên xwe û hewldanên xwe yên heyî yên normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re li berjewendiyên xwe digire. Tirkiyê li şûna ku şerê navxweyî gûr bike, dikare bi rêya têkiliyên dîplomasî û têkiliyên dostanî yên bi El Esed û Erdogan re şer vemirîne.

Hûn helwestên erebî li hember mudaxeleyên Tirkiyê di kar û barên welatên ereb de çawa dinirxînin?

Helwesteke erebî ya nîvhevgirtî hebû ku mudaxeleya Tirkiyê di Sûriyê û herêmên erebî de red dike. Yekitiya ereban, komîteyeke wê ya wezarî ya pirspor heye ji bo ku mudaxeleyên Tirkiyê di welatên ereb de bi taybet li Sûriyê û Iraqê bişopîne. Ruxmî ku gelek dewletên ereb, li dijî vegerandina têkiliyên fermî bi Sûriyê re ne, ji ber hegemoya Îranê li aliyekê û helwesta wan a li hember şerê navxweyî li aliyekî din. Lê bi giştî li dijî mudaxeleya Tirkiyê di Sûriyê de ne. Tenê dewletên hevalbend wek Qeter vê helwestê nîşan nade. Dewletên din ên hevalbend ên ereb mîna Cîbûtî û Somaliya bê bandor in. Lê tu dewleteke ereb helwesta xwe li hember mudaxeleya Tirkiyê di Sûriyê, Lîbya û Iraqê de nîşan nedaye.

Di vê dawiyê de daxuyaniyeke hevbeş ji aliyê Misir û Erebistana Siûdî ve derket ku li dijî mudaxeleya leşkerî ya li dijî Sûriyê ne. Wan bi awayekî neyekser îşaret bi Tirkiyê kir ku careke din gef li rojhilatê Sûriyê xwar ku êriş bike.

Herî dawî, civîneke sêalî di navbera wezîrên parastina yên Sûriyê, Tirkiyê û Rûsyayê de li dar ket, gelo armancên Tirkiyê ji van civînan çi ne?

Erdogan dixwaze ji barê penaberên sûriyeyî xilas bibe ku li welatê wî ne. Ji bilî lihevkriina bi hikumeta Sûriyê re tu çareseriyeke binghîn tune ye. Nexasim ku nekarî desteka Ewropayê ji bo plana xwe ya herêma ewle bi dest bixe. Serokkomarê tirk dixwaze, penaberan di çarçoveya agirbesteke demdirêj de vegerîne beyî ku tiştek bi serê wan were ku di dawiyê de ew pê were tawanbarkirin. Armanca xilasbûna ji penaberan bi hilbijartinên Tirkiyê ve girêdayî ye ku dê di çend mehên bê de li dar kevin. Erdogan soz da hilbijêran ku milyonek penaberê sûriyeyî vegerîne welatê wan. Muxelefeta Tirkiyê jî di çend salên dawîn de ev doz xiste rojeva ajandeyên xwe. Ji ber wê Erdogan xwest ku destkeftiyekê bi dest bixe da ku di hilbijartinan de bi kar bîne. Yanî mîna ku pê wesifandine ku serokê herî zêde penaberan li welatê xwe pêşwazî kirin, dê niha bibe serokê herî zêde ku ji barê penaberan xilas dibe.

Erdogan xwest komên tundraw di şerê xwe yê li dijî kurdan de bi kar bîne. Ji ber wê piştî ku piştevanên wan ên berê dev jê berdan, Tirkiyê ew fînanse kirin. Rûberên di destê wan de, ji dest dan, Erdogan dê wan îqna bike ku fêrî rewşa heyî bibin ku dê ji wan re xêz bike. Ew piştevanê wan a yekane ye. Dikare wan di qadeke din de bi kar bîne mîna li Lîbya û Qerebaxê kiriye. Ji ber wê bê kar namînin.

Gelo dibe Tirkiyê ji herêmên dagirkirî yên Sûriyê vekişe?

Bi pêşetina normalîzekirinê re, teqez dê hebûna leşkerî ya Tirkiyê hêdî hêdî li bakurê Sûriyê kêm bibe lê bi dawî nabe. Dê lihevkirin di navbera her du aliyan de hebe. Heke Şam yekser ev lihevkirin ragihandin yan na. Mîna encamên lihevkirnên Astanayê ku nuqteyên leşkerî yên Tirkiyê hatin avakirin, dê Tirkiyê lihevkirina Endeneyê bike hicet da ku ewlehiya sînorên xwe biparêze. Wê lihevkirineke ewlehiyê bi sponseriya Rûsyayê hebe ku hebûna ewlehî ya Tirkiyê heta demeke dirêj di nava sînorên Sûriyê de biparêze.

Ji bo Tirkiyê Heleb paytexteke bazirganî ye û divê were dagirkirin, hemû analîzên siyasî ne şaş in û ne jî rast in. Lê em dikarin bêjin, di temamkirina lihevhatina Tirkiyê-Sûriyê de, dê beşeke tevgera bazirganî di navbera her du welatiyan de, bi awayekî beşî vegere. Nexasim li bakurê Sûriyê. Ev dê fermiyetê û rewabûnê bide Tirkiyê ku sûka sûriyeyî kontrol bike. Beyî ku Heleb an jî bajarekî din kontrol bike.

Girêdayî heman çarçoveyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyê di diyaloga nîştimanî ya giştî de nixumandî ye. Bang li hikumeta Şamê kir ku dest bi diyalogê bike. Got dewleta tirk dewleteke dagirker e û pêkanîna danûstandinan pê re ne gengaz e, gelo hûn daxuyaniyên Rêveberiya Xweser çawa dinirxînin?

Bê guman beyî diyalogeke sûriyeyî, aloziya Sûriyê çareser nabe. Geşedanên dawîn bi awayekî neyînî bandor li Rêveberiya Xweser dikin. Erdogan wisa xwe pêşkêş kir ku dikare rolek di vegerandina hegemoya hikumeta Sûriyê li ser rojhilatê Sûriyê de bilîze. Piştî ku wisa lê dihat nêrîn ku timakerê dewlemendiya Sûriyeyê ye. Ji dema ku artêşa tirk operasyonên xwe li herêmê bi armanca tunekirina hebûna kurdî li dest pê kiriye, balkêş bû ku şansên diyalogê hêdî hêdî di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de kêm dibûn. Şam bi gefa Tirkiyê re mijul bû ku hewl dide hebûna xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike.

Tirkiyê hewl da bi Beşar El Esed re têkiliyan normalize bike, dema ku dewletên ereb bi fikarin ku têkiliyên xwe bi Sûriyê re vegerînin. Ji ber helwesta wan a li hember şerê navxweyî û hegemoya Îran li Sûriyê. Li gel vê, Şam naskirineke navneteweyî yan jî nêzîkbûnekê heta ji aliyê dijminê wê ve, bi erênî dinirxîne.

Gelek girîng e ku Kurd, hebûneke wan a sabît di danûstandinên Sûriyê li gel Tirkiyê de hebe. Ew pêkhateyeke resen a gelê Sûriyê ye. Mîna sûriyan gelek azar ji şerê navxweyî kişandin. Roleke mezin û girîng di sekna li hember DAIŞ`ê de lîst.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar