Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê gel piştgiriyê bide Operasyona Tolhildanê’

Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li gelê êzidî kir ku piştgiriyê bide 'Operasyona Tolhildanê' ya ku li dijî tevna sîxuriyê ya PDK û MÎT'ê hatiye destpêkirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser ‘Operasyona Tolhildanê’ ya YBŞ’ê û Asayîşa Êzidîxanê, ku li Şengalê li dijî sîxurên MÎT û PDK’ê da destpêkirin, daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de Cejna Çilê Zivistanê hat pîrozkirin û hat ragihandin ku cejn bibe wesîleya vegera xelkê Şengalê li cih û warê xwe.

Rêveberiya Xweser bi bîr xist ku operasyona YBŞ’ê li dijî kesên bûne dijminê koka xwe û hevkariyê bi dijmin re dikin hatiye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em vê operasyonê weke gaveke girîng dibînin û bang li tevahiya civaka xwe dikin ku bi hemû hêza xwe piştgiriya vê operasyona taybet bike.”

Rêveberiyê diyar kir, ku civaka êzidî tu carî xiyanet li ola xwe nekiriye, ji bo parastina ol, çand, zimanê xwe bi hezaran salan berdêl dane û destnîşan kir, kesên destê wan di xwîna civakê de hene û bûne sedema şehîdkirina pêşengên civakê, ji êzdayetiyê derketine.

Rêveberiyê destnîşan kir, ku divê civak kesên bi vî rengî neparêze û têkildarî wan agahiyan bidin hêzên ewlekariyê.

Di daxuyaniyê de careke din bang li ciwanan hat kirin, ku nekevin xefika PDK’ê û neyaran û hat gotin, kesên bibin hevkarê dijmin wê civak hesab ji wan bixwaze.

Di dawiya daxuyaniyê de serketin ji hêzên leşkerî re hat xwestin û ji bo wan hat gotin, “Şengal bi saya we aram e. Bi saya hêzên xwe yên leşkerî, em dikarin li ser xaka xwe bimînin û cejnên xwe pîroz bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar