Divê êdî her kes vê yekê bi helwest, fikir û zikrê xwe bide nîşandan ku hew bi tecrîda ku dixwazin pêre bijîn, qebûl bike. Dagirker zemînê wê yekê ava dike ku tecrîd bê ji rêzêkirin û bi vî rengî hêdî hêdî me fêrî wê bikin. Ji xwe ya niha tê kirin jî heta astekê dixwazin me fêrî vê kirine, dixwazin bidomînin.
Tam di demên wiha de şoreşger û dilsozê Rêber Apo û azadiyê yên mîna Bûbo Taş li Artûklûya Mêrdînê, Mehmet Akar jî li ser bircên Amedê xwe şewitand, em veciniqandin ku bên ser hişê xwe ku vê yekê qebûl nekin. Ev ji bo me Kurdan derbên şokîner in ku di pêvajoyên wiha teng de rêya rast a têkoşîn û xeta parastinê ya Rêber Apo esas bigirin. Heman demê peyame ji bo dijmin û dagirkeran jî hûnê nikarin me ji Rêber Apo qût bikin, fêrî jiyanek bê wî bikin.
Famkirin û watedayîna çalakiyên wiha girîng e. Tenê çalakiyeke helwesteke derketî zêdetir, di asta manîfesto û modeleke jiyanî ya têkoşînê de ye. Her çendî ne Rêber Apo û ne jî Tevgera Azadiya Kurd çalakiyên wiha qebûl nake jî, dilsoz û şoreşgerên Kurd dem dem, di rewş û qonaxên xedar de, ji bo çirûskekê jî civakê bixe tevgerê û dijmin tengav bike, serî lê tê dayîn.
Hefteyek maye li pêşiya me, em dikevin meha Sibata reş ku Rêber Apo bi komployeke navneteweyî ya nemerdane hatibû dîlgirtin. Ev 25 sal in Rêber Apo li Grava Îmralî di nava hucreyek bê jiyan de li ber xwe dide. Tevî hemû astên îzalasyon û tecrîda girankirî, Rêber Apo bi rê û rêbazên nû, xuliqkar ku xwe her roj nûjen dike, vê doza azadiya Kurd a zêdetirî sed salî li dû xwe hiştiye bê sekin û tebat, dimeşîne.
Li ber vê jî gelê Kurd heta niha Rêvertiya xwe û hêzên xwe yên parastinê tenê nehiştiye. Rê rêbaz, helwestên demê dibe lewaz bin, lê qet û qet tenê nehiştine. Li ser vî esasî mirov dikare rêbaz û pîvanên kêm dimîne nîqaş bike, bibîne û bi rêyên nû bikare çalakî û hêza ku derbê li faşîzmê bide û li erdê bide, biafirîne.
Di roja îro de ji her demê bêhtir derfet û îmkanên rêbazên têkoşînê bike hene. Em dibînin rojane bi rengên cihê çalakiyên ku ziyanê dide aborî, sazî û kesayetên ku xizmeta vê faşîzmê dike û zorê dide gelê Kurd.
Her wiha hem li Kurdistan û hem jî metrepolên Tirkiye jin û ciwanên Kurd, hêzên demokratîk û aştîxwaz bi wekhevî û rêbazên bereyeke xurt a dijî faşîzmê hem warê siyasî û hem jî warê dîplomasî dikare têkoşîneke ji berê sed qat xurtir û bi bandortir têkoşînê bike û bereya faşîzmê hilweşîne.
Divê em di salvegera komploya 15’ê Sibatê wisa bikin ku hem faşîzim têk biçe, hem jî sîstema Îmralî ku bûye çaleke mirinê dawî bikin. Ji ber ku halê hazir hemû sîstemên cîhanî li ser wê kar dikin bê ka çawa gelê Kurd fêrî jiyaneke wiha tecrîdê bike û hêdî hêdî navberê bixe nava gel û Rêber Apo. Pir ziravî kar dikin, bazar li ser dikin. Qeder û merca ku vê biguherin em Kurd û çalakiyên me yên li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê be.
Faşîzim bi mercên heyî yên hilbijartin û rêyên qaşo demokratîk tên pênasekirin naçe, ji ber ku faşîzim dikare qilifan lê bike û weke berê hebûna xwe bidomîne. Ji bo wê divê em van rêyan baş û zirav li ser kar bikin ku bi eniyeke xurt a têkoşîna cihêrengî û modeleke ya pirnetewî û civakî li ser kar bikin.
Niha li Tirkiye ji ber krîzên siyasî û aborî zemîna vê çêbûye. Niha gelên Tirkiye li ber vê hikûmet û faşîzmê nerazî ye. Dayik daxwaza zarokên xwe yên bi rengekî gumanbar mirine dixwazin. Karker û kedkar bê karin, daxwaza mafê xwe dikin. Doxtor û endazyar direvin ji Tirkiye. Her kesê ku ji faşîzma AKP-MHP’ê ziyan dîtî, îro jê nerazî ye. Bi hezaran kes qaşo ‘terorîst’ îlankirin hatin girtin û mexdûrkirin. Îro ev tev dikarin li eniyeke hevpar a li ser esasê welatek hevpar û jiyanek bi hev re ya pir rengî, netewî û olî bi hev re bijî, bên ba hev. Zemîna vê yekê niha heye.
Ev yek dikare bi wesîleya hilbijartina pêşiya me ya Serokkomariyê û Parlementoyê pêk bê. Bibe xeleka destpêkê ya têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê û sîstema desthilat a zilmê li gel dike, gel hejar dike. Ji bo vê divê kar bê kirin, têkoşîn û berxwedanek bê sekin û rawestan bê kirin. Her kesê ji vê sîstemê neraziye bê dudilî û bê berjewendiyên kesî, partî û sazî bikeve nava tekoşînê. Nexwe ne bi vî rengî be wê ev faşîzim xurti bibe, wê dîktatoriya xwe zêdetir li ser civakê ferz bike. Civak zêdetir hejar bibe û bikeve ber destê fê faşîzma zalim.
Ji bo wê ye ku her kêlî kar bê kirin, kêm e, her kêlî li ber xwe bidin kêm e. Heta faşîzim hebe, bê sekin û tebat têkoşîn esas e.