Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Parlamentoya Iraqê li ser êrişên dewleta tirk civînek veşartî lidarxist

Li gorî çavkaniyek ji Parlamentoya Iraqê ragihandî ji beriya niha Parlamentoya Iraqê, li ser êrîş û bombebarana dewleta tirk ya dagirker ya li ser xaka Iraqê civînek veşartî li darxistiye. Her wiha hat destnîşankirin ku di civînê de ji hikûmetê re pêşniyarên pêwîst hatine pêşkêş kirin.

Êriş û dagirkeriya dewleta tirk ya dagirker ya li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam e. Dewleta tirk li gel êriş û bombebaranên xwe yên rojane yên li ser herêmê, çekên kîmyawî û qedexekirî bikartîne.

Çavkaniyek ku nexwest navê xwe aşkere bike, di derbarê hewldanên Parlamentoya Iraqê yên li ser êrîşên welatên cîran yên li ser Iraqê de ji Rojnews’ê re axivî. Çavkaniyê ragihand ku ji beriya niha Parlamentoya Iraqê ji bo dîtina çareseriyek a ji bo êrîşên welatên cîran yên li ser xaka Iraqê, civînek veşartî li darxistiye.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku di civînê de ji bo parastina Iraqê û parastina ewlekarî û serweriyê, ji hikûmetê re pêşniyarên pêwîst pêşkêşî hikumetê hatine kirin ku ji bo rawestandina êriş û binpêkirinan li gel welatên cîran guftugo bikin.

Heman demê de Parlamenterê Çerçoveya Hemahengî Refîq Salih diyar kir ku hinek sedemên bûyerên bi lez yên li Iraqê pêkhatîn hebûn ku di nava van de zextên Amerîkayê yên li ser siyaseta aborî, darayî û diravî ya Iraqê heye, ji bilî vê Parlamentoya Iraqê ji ber bêhndana zivistanê nikarî kombibe.

Refîq Salih got: “Em wek aliyê Çerçoveya Hemahengî ya Parlamentoya Iraqê, ji kombûnek di derbarê êrîşên li ser serweriya Iraqê amadene. Ev nayê qebûlkirin ku destkarî li ser serweriya nîştîmaniyê dikin û dibin sedema kuştin û koçberbûna gelê Iraqê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar