Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tirkiye bûye qada mafyayê

Tirkiye, bi AKP û MHP’ê re her weha bû qada mafya û çeteyên navnetewî jî. Gelek baronên fuhuş û xeşîşê ne tenê xwe sipartine Tirkiye, her weha vî welatî kirinê qada şerên xwe yên navxweyî jî. Hevûdû li restauranta dikûjin, di nava bazarê de şerê hev dikin, li kolanan gûle bera hev didin. Ew hevûdû dikûjin lê Suleyman Soyluyê serçete jî wan temaşe dike. Heta bi hinekan re wêne jî dikşîne.

Ka em bi çend mînakan van çeteyên cîhanî bibîrbînin…

Di 16’ê Çileyê de serçeteyek bi navê Revaz Lordkîpanîdze li Trabzonê hate kûştin. Yên wî dikûjin ji otomobîlek plaka Bulgarîstanê lê ye dadikevin û wî didin ber guleyan. Ev serçeteyê ku bi navê Rezoyê Tîflîsî jî tê zanîn, yekî navdar ya mafyaya Gurcî ye. Piştî 15 sal di hepsê de maye, bi pereyek mezin xwe sipartiye Tirkiye.

Piştî kûştina Rezoyê Tîflîsî, mafyayên navnetewî yên ku xwe sipartine Tirkiye careke din ketin rojevê.

Ka em wan jî bi kurtî bibîrbînin…

Navê Nacî Şerîfî Zîndaştiyê Îranî tê zanîn. Ev kes ji Tirkiye hemwelatî jî girtibû. Burhan Kuzuyê AKP’yî ku tê gotin ji koronayê miriye, ji bo AKP hemwelatî bide Zîndaştî ketibû navberê. Dû re derket holê ku di navberê de bi milyonan bertîl çûye hatiye. Hê nû van tiştana hatibûn rojeva çapemeniyê, şahidê herî mezin ango Burhan Kuzu, mir. Kesek bawer nekir ku Kuzu ji koronayê miriye.

Ev li alîkî. Çeteyek bi navê Îlhan Ungan, keça Nacî Şerîfî Zîndaştî kuştibû. Ev Îlhan Ungan jî di 7’ê Nîsana 2019’a de li Stenbolê bi guleyan hate kûştin.

Serçeteyek din a navdar ku xwe siparti bû Tirkiye, Nadîr Salîfovê mafyayê Azarbaycanê bû. Nadîr Salîfov bi navê Lotu Qulî jî dihate zanîn. Ev kes heyamek bi Sedat Peker re jî şîrîkatî kiribû. Ev Nadîr Salîfovê Azerbaycanî di 21’ê Tebaxê 2020’a de li Stenbolê di restaurantekê de hat kûştin. Nadîrn Salîfov, berê bê kûştin serçeteyek din ya bi navê Rovşen Caniyev dabû kûştin.

Nadîr Salîfovê, li Fransayê ji ber kûştina du kesan, li Rusyayê ji ber revandin û êşkencekirina însanan, li Ukraynayê ji ber organîzekirina karên mafyatîk digerin. Lê ew, bi hêsanî li Stenbolê dima û karê xwe jî bi hêsanî rêve dibir.

Hevketina çeteyên Azerî bi Nadîr Salîfov re nema. Serçeteyek din ya Azeriyan Elnûr Gasimov, di 28’ê Cotmeha 2022’a de li Stenbolê hat kûştin. Elnûr Gasimov jî yek ji endamên çeteya Nadîr Salîfov bû.

Di sala 2022’a de li Stenbolê serçeteyek Sirbîstanî ya bi navê Jovan Vukotîcî jî hat kûştin. Ev çeteya navdar li taxa Mecîdiyekoyê, li ber çavê sedan însanan hate gulebarankirin.

Ev çend mînak in. Yên navê wan hatine dayîn jî hemû serçete ne. Di hevketina van çeteyan de dehan endamên wan ên din jî hatin kûştin. Belê, piştî peqîna guleyan hin tawanbar girtin û avêtin hepsê. Lê meseleya esasî ne girtina wan e. Mesele, bicîhbûha wan ê li Tirkiyê ye.

Ev çeteyên navnetewî  çawa ev qas bi hêsanî dikarin xwe bispêrin Tirkiye?

Belê, sedemek heye! Ji ber ku êdî dewlet jî bûye çete. Em vê yekê zanin. Qanûnên tirkiye ne tu qanûn in. Lê niha, rayedarên Tirkiyê bi xwe qanûnên xwe jî nasnakin. Tirkiye bûye bihûşta pereyê reş. Hebûna vê pereyê jî sedemek din e.

Êdî herkes dizane, ji bo fînansekirina şer pere lazim e. Ev pere jî bi rêya van çeteyan temîn dikin. Hem şerê xwe didomînin û bi rêya şer xwe li desthilatdariyê digrin; hem jî ji bo xwe û heft bavê xwe dinyalixê xwe çêdikin.

Ev çeteyên navnetewî ku xwe sipartine Tirkiye, taciriya maddeyên hişber dikin. Bi mîlyon dolaran, heta belkû mîlyar dolaran perê xwe yê reş tînin Tirkiye. Di vê navberê de di serî de Erdogan, para hemû rayedaran jî yeko yeko didin. Şerê wan di nav hev de ye. Ji bo alvêrên xwe hevûdû dikûjin. Ango çi derdê wan bi desthilatdariya dewleta tirk re tune ye.

Ya ecêb, van tiştana hemû li ber çavan diqewimin. Hemû hêzên hegemonîk, hemû dewletên herêmê dizanin ku dewleta tirk xweditiya van çeteyan dike. Rayedarên dewletê bi wan re wêneyan dikşînin. Wan dikin hemwelatî. Ji çavê înterpolê vedişêrin.

Em dizanin, van tiştana ji bo şer fînanse bikin pêktînin. Belê dinyalixên xwe jî çêdikin. Lê çima cîhan ji van sucan re bêdeng in? Ji perê reş re çav digrin? Sucên mirovahiyê vedişêrin? Ya rast ez sedemên vê yekê nizanim. Gelo sedem çi ne?

Nûçeyên Têkildar