Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

​​​​​​​3 dosya nakokiyên Washingotin û Enqereyê zêdetir dikin

Nêzîkbûna dewleta tirk ya dagirker û hikumeta Şamê, dosyaya balafirên F16 yên Amerîkayê û hewldanên Swêd û Fînlandiyayê yên ji bo endamtiya NATO’yê, 3 dosyayên bi girêk in ku nakokiyên di navbera Enqere û Washingtonê de zêde dike.

Êvara roja çarşemê 18ʹê çileyê, wezîrê karên derve yê dewleta tirk ya dagirker Mevlût Çavûşoglu serdana Washingtonê kir û bi wezîrê karên derve yê DYAʹyê re hevdîtin kir. Ev hevdîtin hemwextî hewldanên Rûsyayê yên lihevanîna dewleta tirk ya dagirker û hikumeta Şamê û nakokiyên di navbera herdu welatan ên der barê balafirên F16 de, her wiha dosyaya hewldanên endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATOʹyê pêk hat.

Dewleta dagîrker hêvî dikir ku ev serdan bibe derfetek ku têkiliyên xwe bi Amerîkayê re kûr bike, lê nakokî kûrtir bûn. Ji ber ku Washington şertên Enqere yên tevlêbûna her du dewletan ji bo NATOʹyê qebûl nekir. Heman demê Kongreya Amerîkayê hewldanên Enqereyê yên bidestxistina balafirên Amerîkayê bi tundî red kir. Ji wê zêdetir Washington hewldanên lihevanîna Enqere û Şamê û êrîşên wê yên bejahî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê red dike.

Hewldanên Tirkiyeyê yên razîkirina DYA’yê

Şîrovekarê siyasî Ramî El Elî ev mijar ji ANHAʹyê re nirxandin û got: “Diyar e ku Tirkiyeyê di mijara bidestxistina erêkirinê li ser operasyoneke leşkerî de ku Erdogan dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne, an jî di mijara normalîzekirina têkiliyên Enqere û Şamê de nikare bandorê li Washingtonê bike. Di encamê de Enqere naxwaze têkiliyên bi Washingtonê re aloztir bibe, nemaze ji ber ku nêzî hilbijartinên serokatiyê bûye û hemleya hilbijartinan hene.ʹʹ

Ramî El Elî anî ziman ku têkiliyên nebaş ên Erdogan ên bi Washingtonê re xizmeta helwesta hundirê Tirkiyeyê nake û  destnîşan kir ji ber vê yekê Erdogan hewl dide bi rêya pêkanîna roleke wezîfî li Ukraynayê  hin rewşa aram bike.

Têkildarî helwesta Washingtonê jî, Elî diyar kir ku Washington ne tenê operasyonên leşkerî yên li dijî HSDʹê red dike, heman demê amade ye li hember çi operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekine û wiha pê de çû: “Washingtonê normalîzekirina têkiliyan bi rejîma Sûriyeyê re red dike û bi rêya qanûna captagonê rê li ber çi normalîzekirinê eger ji aliyê Tirkiye ve be an jî dewletek din be girt. Heta niha tu xwestekên herdu aliyên ên zêdekirina nakokiyan tune ne, lê ev nayê wateya ku nakokiyên her du aliyan hatine çareserkirin. “

Ukrayna fersenda Enqere ya Washingtonê re ye

Pisporê rewşa Amerîkayê Jeo Makaron îşaret pê kir ku destwerdana Rûsya ya li Ukraynayê derfetek ji bo nêzîkbûna di navbera Washington û Enqereyê de ye û got: “Ji ber ku berjewendiyên Enqere û Washingtonê di mijara destwerdana Rûsya ya li Ukraynayê de tên cem hev. Lê hîna pirsgirêkên bi girêk hene, wekî Sûriyeyê û bazarên leşkerî di navbera her du aliyan de.”

Makaron da zanîn ku rêveberiya Biden hewcedariya hikumeta Erdogan a bi balafirên F16 bi kar tîne da ku Tirkiyeyê ji vetoya tevlêbûna Swêd û Fînlandyayê ya ji bo NATOʹyê paşde vegere û got, tevahî siyasetên heyî yên Erdogan girêdayî siyasetên hilbijartinên Tirkiyeyê ne ku dê havîna bê werin lidarxistin.

Nakokiyên Enqere û Washingtonê kûr in

Akademîsyen û şîrovekarê siyasî Dr.Mistefa El Efendî  anî ziman ku tu têkiliyên serdana Çavûşoglu ya ji bo Washingtonê bi nêzîkbûna sûrî-tirkî tune ye, lê girêdayî tevlêbûna Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATOʹyê ye. Dr. Mistefa El Efendî got: “Nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re bi însiyatîfa Tirkiye û bi rêya Rûsyayê bû. Sedema nêzîkbûnê gelek in. ji wan; hilbijartinên bê û rewşa aborî ya li Tirkiyeyê ye. Ji 10 salan ve têkiliyên bazirganiyê yên Tirkiyeyê yên bi dewletên Ereban re qut bûne.  Ji bilî Sûriyeyê, Erdogan têkilî bi piraniya dewletên Ereban re normalîze kir. Sûriye korîdora bazirganiyê ya Tirkiye ya ji bo dewletên Ereban e. “

El Efendî diyar kir ku Tirkiye dixwaze bibe dewleteke herêmî û îstîsmaran bi aliyê xwe ve bikişîne û got: “Serdan bi awayekî bingehîn girêdayî tevlêbûna Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATOʹyê ye. Ji bo ku her du dewlet tev li NAOTʹyê bibin, Enqere şertên mezin danîn. Ji bo ku Washingotinê şertên Enqereyê red bike, Swêd kopiyek Quran şewitand da ku rê li ber şertên Tirkiyeyê bi temamî qut bike. “

El Efendî diyar kir ku nakokiyên her du aliyan mezin in û gelekî kûr in, bi rêya wezîrê derve jî çareser nabin û wiha got: “Şewitandina Quranê hişt ku sererastkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re zehmet bibe û dê bandoreke mezin li tevlêbûna Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATOʹyê bike.ʹʹ

Akademîsyen û şîrovekarê siyasî Dr.Mistefa El Efendî  bi bîr xist ku nakokiyên Washington û Enqereyê pir mezin in û got: “Tirkiye dixwaze pergala moşekên Rûsyayê bidest bixe. Vê yekê Washingtonê bi hêrs kir, ji ber vê yekê ceza li Tirkiyeyê birî. Ji wan cezayan; wê ji bernameya balafirên F 35 derxist û firotina balafirên F16 ji bo Tirkiyeyê qedexe kiriye. “

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar