PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Efrînê çete li Şirnexê TC komkujiya xwezayê dike

Çeteyên dewleta tirk ya dagirker û niştecihên ji bejahiyên Idlibê 520 darên din li gundên kantona Efrînê ya dagirkirî birîn.

Çavkaniyên xwecih ên ji kantona Efrînê ya dagirkirî da zanîn ku çeteyên dewleta tirk ya dagirker û niştecihên ji herêma çiyayê Zawiye û bajarokê Atme yên Idlibê 520 darên zeytûn, sêv, încas, behîv û gûzan li gundên Kurzêlê û Eyndarê yên navçeya Şêrawayê û gundê Coqê yê navenda Efrînê birîne.

Darên hatine birîn ên Reşîd Ebdo, Rêzan Ebdo, Mistefa Ebdo, Mihemed Îbo, Mistefa Mihemed û Yûsif Ebdurehman ên ji gundên Kurzêlê û Eyndarê ne.

Li gundê Coqê jî çete û niştecihan 20 darên zeytûnê yên Osman Hec Hemîd li nêzî çemê Efrînê birîn.

Dezgehên çapemeniyê dîmen belav kirin ku tê de xuya dibe ku çete darên li daristanên di navbera gundên Tatera û Kefir Sefrê yên navçeya Cindirêsê de dibirin.

Piştî artêşa tirk ya dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kir, sûcên xwe yên li dijî xwezayê û şewitandina daristanan didomînin.

Li gorî bîlançoya rêxistinên hiqûqî, artêşa tirk ya dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina kantonê ve, zêdetirî 367 hezar dar birîn, nêzî 13 hezar û 500 dar û zêdetirî 12 hektarên zeviyên çandiniyê şewitandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar