PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir

Endama Komîteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif diyar kir ku Tirkiye hucreyên DAIŞ’ê yên li herêmê çalak dike û wiha got: “Heke şerek çêbibe dê ev şer neşibe şerê li Efrîn û Serêkaniyê.”

Piştî ku Tirkiyeyê di 19’ê mijdara 2022’yan de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, li Moskovê bi rejîma Sûriyeyê re dest bi hevdîtinên fermî kir. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar û serokê Saziya Îstîxbarata Tirk (MÎT) Hakan Fîdan li Moskovê bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê jî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê zêde bûn. Piştre jî liv û tevgera DAIŞ’ê ya li herêmên Reqa û Dêrazorê zêde bû. Li hêlekê li bajarên di bin kontrola Tirkiyeyê de bertek zêde bûn û serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad jî got; “Heta Tirkiye ji deverên dagirkirî dernekeve em ê pê re çi hevdîtinan nekin.” Tê payîn ku wezîrên karên derve yên her du welatan di bin garantoriya Rûsyayê de hevdîtinê bikin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî jî got; “Dibe ku Tirkiye di meha sibatê de ji hêla bejahî ve êrîş bike.”

Endama Komîteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif têkildarî geşedanên li herêmê û êrîşê îxtîmalî bi Ajansa Mezopotamya re axivî.

‘Tirkiye û DAIŞ bi hev re tevdigerin’

Foza Yûsif da zanîn ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê didomin û wiha got: “Di demên dawî de bi SÎHA’yan gelê herêmê hedef digirin. Bi zêdebûna êrîşên Tirkiyeyê re liv û tevgera DAIŞ’ê jî zêde bû. Li gorî agahiyên ber destê me, di navbera DAIŞ û MÎT’ê de xebateke hevpar heye. Li deverên ku Tirkiye lê neçalak e, DAIŞ’ê têxe dewrê. Herî dawî jî li Reqa, Dêrazorê û gelek deverên din DAIŞ çalak bû. DAIŞ’ê hucreyên xwe yên li Til Hemîs, Til Berak û herêmên din çalak kir. Lewma jî DAIŞ û Tirkiye operasyonên hevpar dikin. Dewleta tirk ji jor ve û DAIŞ jî bi rêya hucreyên xwe van êrîşan dike. Li dijî êrîşên Tirkiyeyê, hemû saziyên siyasî û civakî yên li herêmê di nava xebatan de ne. Têkoşîna li dijî van êrîşan didome. Erdogan û Bahçelî ji bo di hilbijartinan de bi ser kevin, dixwazin êrîşî herêma me bikin. Ev îxtîmal hêj ji holê ranebûye. Gelê herêmê xwe ji bo van êrîşan amade dike.”

‘Hevdîtin bi zexta rûsyayê tên kirin’

Bi domdarî Yûsif got ku hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê yên piştî 11 salan bi zexta Rûsyayê tên kirin û wiha domand: “Sûriye baş dizane ku hikûmeta Erdogan van hevdîtinan ji bo hilbijartinê dike. Inyeta Erdogan a derketina ji deverên dagirkirî nîne. Lewma hikûmeta Şamê lezê nake. Rûsya jî ji ber şerê li Ûkraynayê girêdayî Tirkiyeyê ye. Lewma dixwaze van hevdîtinan çalak bike û pêş bixe. Lê li gorî min nikare ewqas zû encamekî ji hevdîtinan bigire. Ji ber ku heta Tirkiye ji deverên dagirkirî dernekeve, hikûmeta Şamê şertên Tirkiyeyê wisa bi hêsanî qebûl nake. Lê ev nayê wê wateyê ku di mijarên cuda de gavan navêje. Li gorî me dê Sûriye ji ber zextên Rûsyayê gavên biçûk biavêje lê heta ku dagirkerî hebe dê di mijarên stratejîk de tev li peymanan nebe.”

Tifaqa stratejîk a Sûriye û Rûsyayê

Yûsif bal kişand ser tifaqa stratejîk a di navbera Sûriye û Rûsyayê de û wiha derbirî: “Rûsya dixwaze ku rejîm bi hemû sazî û hêzên xwe vegere herêmên xweser. Dixwaze vê jî bi zexta Tirkiyeyê bike. Rûsya dixwaze rêveberiya xweser neçarî Şamê bike û êrîşên Tirkiyeyê bi kar tîne. Lê sekna rêveberiya xweser û HSD’ê zelal e. Lê divê çareseriyeke siyasî ya mayînde şert e. Divê pergala Sûriyeyê biguhere. Divê heqê herêmê bê mîsogerkirin. Lewma rêveberiya xweser muzakereyê nake. Her çendê ku armancên van êrîşan cuda bin jî, dixwazin rêveberiya xweser neçarî tifaqeke neadilane bikin. Lewma jî rêveberiya xweser seknekî xurt û jixwebawer raber kir.”

‘Tirkiye dixwaze çeteyan tune bike’

Di berdewamê de Yûsif got ku rewşa komên girêdayî Tirkiyeyê roj bi roj xerabtir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye dixwaze van koman tune bike. Ji ber ku êdî bi kêrî wê nayên û emrê wan ji bo Tirkiyeyê qediya. Ji bo vê jî hewldanên wê hene. Li gorî nirxandinên me dê ev yek ewqas bi hêsan nebe. Ev komên çete di ferqa armancên Tirkiyeyê de ne. Dizanin ku êdî ji çav hatine derxistin. Ew jî dê li dijî vê li ber xwe bidin. Lê nizanim bê ka dê hêza wan çiqas têrî bike. Ji wan hinek dê qebûl nekin û li dij derkevin û hinek jî dê teslîm bibin. Dê li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê bi perspektîfa MÎT’ê tevbigerin. Colani daxuyanî da û got ku dixwazin serbikevin. Lê nebawerim xwedî wê vînê bin ku planên Tirkiyeyê vala derxînin.”

‘Îxtîmala êrîşê heye’

Foza Yûsif, diyar kir ku dibe heta hilbijartinan Tirkiye êrîşeke bejahî bike û ev nirxandin kir: “Erdogan di rewşeke zehmet de ye. Ji bo ku di vê hilbijartinê de bi ser keve dikare her tiştekî bike. Lewma li gorî me êrîş, îxtîmaleke zêde dûr nîne. Hewcehiya Erdogan bi serkeftinekê heye. Dibêje qey êrîşî vê derê bike dê nîjadperest dengê xwe bidin wî. Lê şerekî vêcarê derdikeve dê neşibe şerê li Efrîn û Serêkaniyê. Ji bo me dê ji her alî ve bibe şerê hebûn û nebûnê. Dê rewşeke ku paşvegavê biavêjin tune be. Lewma divê hemû kes hesabên xwe li gorî vê bike. Ji bilî serkeftinê tu rêyên din li pêşiya me jî nînin. Dê ji bo me bibe şerê qederê. Em bi vî awayî nêz dibin. Hêvîdarim ku nekevin nava hesabên xelet. Dê encama vî şerî bi xwe re encamên pir cuda bîne.”

‘Rêveberiya xweser li dijî êrîşan amade ye’

Herî dawî jî Yûsif ev tişt anî ziman: “Rêveberiya Xweser li dijî van êrîş û gefan hem ji hêla leşkerî û siyasî ve, hem jî ji hêla civakî, dîplomasî û aborî ve amadekariyan dike. Hemû dibêtiyan hesab dike û amadekariyên xwe wisa dike. Di serdemê berê de hemû kesî digot rêveberiya xweser nikare xwe li ber van êrîşan bigire. Gelên herêmê rêveberiya xweser ji bo xwe weke rêya rizgariyê dibîne. Di vê çarçoveyê de jî lê xwedî derdikeve. Ji bo ku rêveberiya xweser hîn bêhtir xurt bibe û pêş bikeve, hemû kes di nava hewldanan de ye. Her kes têdikoşe. Van êrîşên dawî nîşan dan ku gelên herêmê bi rêveberiya xweser re ne. Ji bo her êrîşekê amade ne. Mirov dikare vê yekê di sekna gel de bibîne. Gelek kesan digotin bi van êrîşan re dê gel ji herêmê derkeve lê gel xwedî li rêveberiya xweser derket û ev plan vala derxistin. Dê gelê me li dijî her cureyên êrîşan li ber xwe bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar