Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê diyar kir Berçem Tûrcel (Hibrîze Ozdurak) di 15’ê hezîrana 2022’an de û Kînda Zîn (Fatma Onûr) jî di 28’ê cotmeha 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên dewleta tirk ya dagirker de şehîd bûye.
Komîteyê di daxuyaniya nivîskî de ev tişt got:
“Gerîlayên azadîya Kurdistanê her roj derbên giran li dagirkeriya dewleta tirk didin, birînên kûr di mejiyê faşîzma AKP-MHP’ê de vedikin. Bi pêşengiya qehremanên tevgera azadiyê dîrok di roja me ya îro de xwe nûjen dike. Li qadên Zap, Metîna û Avaşînê keç û xortên gelê kurd bi rihê fedayî li ber xwe didin û serkeftinê teqez dikin. Di vê oxirê de em her roj şehadetên mezin didin. Lehengên serdemê yên bi rihê fedayî yê Apoyî li ber xwe didin û bi şehadetên xwe weke xelekên ji agir bi vînekî ji pola xweşikahiyên bêmînak di rastiya xwe de kom kirine û dewrî hevdu dikin. PKK nûnertiya heqîqetekî wiha dike. Rêhevaltîya herî rast, jiyana herî bi wate û xweşik bi awayekî herî zelal di rastiya her şehîdeke/î PKK’ê de xwe dide der. Lewra Rêber Apo PKK’ê wekî partiya şehîdan pênase dike. Ger îro gelê kurd bûye xwedî artêş, şerê hebûn û tunebûnê dide berdewamkirin, ev yek bi rastiya qehremaniyên şehîdên mezin pêkan bûye. Li her çar parçeyên Kurdistanê kêlî bi kêlî destan tên nivîsîn. Bi hezaran keçên ciwan ên têkoşîna xwebûn û parastinê didin li dora fikir û felsefeya Rêber Apo xwe kirine mertal, tevahî cîhanê bandor dikin. Têkoşîna azadiya Kurdistanê herî zêde di xeta jina azad de wateyê digire û jiyanî dibe û ev îro bi şîara ‘jin jiyan azadî’ gihiştiye asteke gerdûnî. Em bi ragihandina şehadeta du rêhevalên xwe yên bi jiyan û têkoşînên xwe di pêşxistina şoreşa Kurdistanê, di kûrkirina xeta azadiya jinan de rolên girîng lîstine carekî din vê rastiyê bi xurtî dijîn. Hevrêyên me Berçem Tûrcel û Kînda Zîn 30 salan bi têkoşîn û kedeke mezin bûn şopdar û pêkanînerên vê rastiyê. Îro jî ev heqîqet bi şehadetên xwe weke mîrateyeke azadiyê teqez dike tacîdar kirine. Em di şexsê heval Kînda û hevala Berçem de li hemberî dîrok û azadiyê deyndariya xwe îfade dikin, di serî de ji malbatên hêja malbata Ozdûrak û Onur re, ji hemû gelê me yê welatparêz, dostên azadîxwaz re sersaxiyê dixwazin, soza pêkanîna xeyal û serxistina armancên wan nû dikin.
Berçem Tûrcel
Hevrêya me Berçem Tûrcel (Hîbrîze Ozdûrak) di sala 1978’an de li gundê Şêbê yê Dêrika Çiyayê Mazî di nava malbateke welatparêz de çavên xwe li jiyanê vedike. Zaroktiya wê li rastî pêşketina têkoşîna rizgariya Kurdistanê tê, ji lewra di temenê zaroktiyê de dikeve ber bandora têkoşîna azadiyê. Piştî 3 salan dibistana pergala dagirker a Tirkiyê de dixwîne dev ji dibistanê berdide. Dorhêla lê jiyan dike heta ku bê gotin welatparêz e û bi nirxên civaka xwe ve girêdayî ne. Ji zarokatiyê ve bi hatin û çûyîna gerîla ya li dorhêlê nasîna wê ji tevgera re azadîyê çêdibe. Di heman demê de bi hovîtiya dijminê gele kurd dewleta tirk re rû bi rû dibe. Ev hêrseke mezin di dil û mêjiyê hevala Berçem de ava dike. Komkujî û zextên li ser gel pêk tên hêrs û kîna di dilê wê de mezintir dike. Dibe şahida şewitandina gelek gundên bi doza azadiyê re girêdayî. Weke keçeke serhildêr ji serhildanan bandor dibe û dixwaze bi awayekî çalak bibe parçeyekî têkoşîna azadiyê. Di sala 1993’yan de dema di temenê ciwantiyê de ye beşdarî nav refên azadiyê dibe. Êdî ew yek ji wan gerîlayan e ku di zarokatiya xwe de bi heyranî li jiyana wan mêze dikir û matmayî dima. Perwerdeya xwe ya bingehîn bi jiyanî dibîne. Di temenekî pir ciwan de dibe gerîlayeke ji bo azadiya gelê xwe şer dike. Ji bo mirov di şerê li hemberî pergala dagirker tê dayîn de serkeftî bibe çeka li hemberî dijmin tê bikaranîn tenê têr nake, beriya her tiştî pêwîst e asteke xurt a bîrdozî û rêxistinî jî bê girtin. Di vê çarçoveyê de di sala 1994’an de beşdarî nav grûba ji bo perwerdeya Kongreya 5’emîn dibe. Ev yek bingeheke xurt pê re ava dike. Salên dirêj li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke bênavber didomîne. Li gel xisleta PKK’ê ya bingehîn ku hemû kêliyên jiyanê weke qada perwerdeyê dinirxîne, beşdarî gelek dewreyên perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî dibe. Bi her perwerdeyê meşa xwe ya xwebûn û azadiyê bi gavên hê saxlemtir didomîne. Di sala 2008’an de derbasî bakurê Kurdistanê dibe. Li eyaletên Amed, Xerzan û Erziromê dimîne. Li tevahî qadên Kurdistanê çiya bi çiya, newal bi newal, zinar bi zinar jiyaneke bi wateyê dagirtî dineqişîne, dibe rêhevaleke afirîner a di şiverêyên welatê xwe de bi hostatî jiyanê dihonîne. Yek bihosta xaka welat nemaye ku hevala me Berçem li ser xwêhdan nerijandiye û têkoşîn lê nemeşandiye. Bi salan di qadên leşkerî de ji şervantiyê heta fermandarîyê bênavber xebateke serkeftî meşand. Di pêşxistina Şoreşa Rojava de bi erkên girîng rabû, di şerên destpêka şoreşa Rojava de di eniyên herî li pêş de cih girt. Bi daneheva xwe ya bîrdozî, rêxistinî û leşkerî bû pêşengeke xurt a avakirina şoreşê. Çawa ku weke fermandarekê bihost bi bihost li çiyayan digeriya, bi dilnizmî û fedakariya bêsînor jî di dilê her rêhevaleke xwe de cihekî taybet girt.
Kûrbûyîna di xeta Rêber Apo de û bi vî awayî bilindkirina têkoşînê ji destpêkê ve esasa bingehîn a pêkhatina hevala Berçem bû. Li hemberî rastiya Rêber Apo di xeta milîtaniya PAJK’ê de bûyîna xwedî seknekî xurt ji bo hevala Berçem jî rêgezeke jiyanî bû. Ji lewra di tevahî meşa xwe de li gorî rastiya Rêbertiyê perwerdekirina xwe esas girt. Bi bilindkirina têkoşînê hewil da, barê giran ê rêhevaltiya kêm li ser xwe bavêje. Serpêhatiya bi sedan cangoriyên azadiyê di dilê xwe de ragirt. Ji bo rastiya şehîdan têxe pratîkê, bêhisab li her devera hat xwestin têkoşîn meşand. Bi tevlêbûyîna xwe ya li Rojhilat, Başûr, Bakur û Rojava bû mînakekî xurt a xisleta PKK’ê ya netewî.
Ji bo li hemberî dagirkeriyê şerekî hê xurtir were meşandin di aliyê tarz û teqtîkên leşkerî de jî bû xwediya danehev û tempoyeke bilind. Bi taybetî li ser şerê gel ê şoreşgerî lêhûrbûnên kûr jiyan dikirin. Weke milîtaneke PAJK û PKK’ê li dijberî her cure paşverûtî û tasfîyegeriyê bû xwediya pîvaneke xeta Apogeriyê. Bi paradîgmaya Rêber Apo re bi awayeke zanistî girêdayî tevgeriya. Ji bo ku bibe rêhevaleke rast ya Rêber Apo her kêliyên xwe di nava lêpirsîn û têkosînê de derbas kir. Bi xwendina parêznameyên Rêber Apo bû çalakgereke xurt a pêşxistina xeta azadiya jinan. Baweriya bi pêşengiya jina azad dianî, pîvanên tûj ên azadî û xwebûnê hevala me Berçem di serpêhatiya dirêj a di nav refên azadiyê de gihand gelek serkeftinên mezin. Di 15 hezîrana 2022’yan de hevala Berçem, ew jina azad a ku bûye hêmayê gelek gav avêtinên ber bi azadiyê ve dema li ser erka xwe bû di encama êrîşên dewleta dagirker ya tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû
Kînda Zîn
Rêhevala me Kînda Zîn (Fatma Onur ) di sala 1976’an de li Mereşê, li gundê Domizdere yê Afşînê di nava malbateke welatperwer û elewî de çavên xwe li jiyanê vedike. Malbata wê bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dike. Zaroktiya hevala Kînda li gund derbas dibe, ev dihêle ku hevala Kînda bi çandeke girêdayî nirxên civakî mezin bibe. Polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk ku bi dijwarî li ser gelê kurd pêk tîne li ser civaka Elewî duqatî zêdetir dibe. Dorhêla hevala Kînda lê mezin dibe hem ji ber kurd in hem jî ji ber ku elewî ne bi polîtîkayên taybet ên çewisandin û asîmîlasyonê re rû bi rû dibe. Ji lewra ji vê herêmê gelek malbat koçberî Ewrûpayê dibin. Hevala Kînda jî bi malbata xwe re hê dema 13 saliye koçî Ewrûpayê dikin. Dûrtketina ji welat di aliyekê de xerîbî û biyanîbûnekê pêş bixe jî dibe sedem ku hevala Kînda gelek nakokiyan bijî. Jiyana li navendên modernîteya kapîtalîst bala wê nakişîne. Jiyana entegrekirî ya modernîteya kapîtalîst bi her awayî di hevala Kînda de bertek û nakokiyan ava dike. Lêgerînên destpêkê yên jiyaneke azad bi vî awayî dest pê dikin. Lê belê ji lêgerînên xwe re bersivan nabîne û bi jiyana ji manewyatê hatiye valakirin a li navendên modernîteya kapîtalîst tê pêşkêşkirin hevala Kînda motîveyê jiyanê nake. Girêdayînekî kûr a bi jiyana li gund hiştiye, bi çanda qedîm a Kurdistanê re her ku diçe zêdetir dilê wê dadigire.
Di sala 1991’an de ji nêz ve nasîna wê bi partiyê re çêdibe. Weke pêwîstiyekî dîrokî destpêkê di nav xebatên vejinandina çandî de cih digire. Ji sala 1991’an heta 1993’yan bi kelecaneke xurt di nav xebatên çandî û ciwanan de kar dike. Du salan jî bi awayekî çalak tevlî xebatên rêxistinkirina gel dibe. Lê bala hevala Kînda her li welat e, di dilê wê de hezkirina welat her mezin dibe. Di sala 1995’an de bi bêrîkirin û baweriyekî pir mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê, çiyayên ku ji mirovahiyê re malovanî kirine û bûne dergûşa civakbûyînê. Hevala Kînda bi beşdarbûna nav refên gerîla ji navendên modernîteya kapîtalîst berê xwe dide wargehên jiyana azad lê tê afirandin. Ji sala 1995’an heta 2000’an lûtke bi lûtke li ser zinarên tûj yên Zagrosan dilê xwe bi bêhna azadiyê tije kir. Bi gul û kulîlk, bi dar û berên Zagrosan re xemil û cemaliya xwe kir yek. Ew li koka xwe ya veşartî vegeriyabû. Li navserên çiyayan bû gerîlayeke xurt a pêşxistina têkoşîna azadiyê. Ji bo tola êşên gelê xwe di sengerên herî pêş de hilde, mîna bablîsokê ji dijmin hesab pirsî. Hevala Kînda heqîqeta, ger kesayeta xwe li ser esasên rastiya Rêber Apo û şehîdan ava neke, di paradîgmaya Rêbertiyê de zelalbûnekî xurt jiyan neke wê di şerê çeperan de jî nîvçe bimîne baş dizanî. Ji lewra di hemû kêliyên serpêhatiya xwe ya dûdirêj de bû xwediya sekin û têkoşîneke xurt. Tirsên ku bi polîtîkayên qirkirinê hatine avakirin bi kûrbûyîna di bîrdoziya Rêber Apo de şikandin. Bi vî awayî xisleta PKK’ê ya azad bi bîrdoziya rizgariya jinan re cebirand. Di fikir û felsefeya Rêber Apo de xwe nûkirin û xwedîderketina xetê esas girt. Komploya di 15 sibat 1999’an di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê kurd pêk hat bi hevala Kînda re bû birînekî nakewe, ji ber vê tevahî jiyana xwe ji bo hesabpirsînekî mezin rêxistin dikir. Bi perwerdeyên bîrdozî û leşkerî re di bûyîna milîtaneke rast a xeta PKK û PAJK’ê de gavên mezin avêtin. Kêlî bi kêlî xwe ji guhertin û veguhertinan derbas kir, ji nû ve ava kir. Di gelek xebatên rêxistinî de li gelek qadan bi pîvanên mîlîtaniya PKK’ê û PAJK’ê ya di xeta Rêber Apo de pêk tê têkoşîneke bêhempa meşand. Herî zêde jî di xebatên birdozî û rêxistinî de cihê xwe bi awayekî çalak girt. Heqîqeta şerekî rast û encamgir encax bi tevlêbûneke xurt a îdeolojîk dikare were meşandin bi kûrahî jiya. Ji bo paradîgmaya modernîteya demokratîk hîn zêdetir têxe pratîkê, di xeta leşkerî de milîtaniya demê bide avakirin girîngiyeke pir mezin da perwerdeyan. Li her navenga lê dima bû pêşengeke afirîner a pêşdebirina xebatên perwerdeyê. Li qada Rojhilat û li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bû xwedî pratîkên serkeftî. Bi nêrîn û projeyên xwe her tim di xebatê de nûbûyîn û pêşketin esas digirt. Di avakirin û pêşxistina projeyên weke pirtûkxaneyê de salên dirêj xebat meşandin. Bi hisîyatekî xurt hewla jiyanîkirina rastiya şehîdan da. Ji bo rastiya şehîdan weke hêmayê bingehîn ê xeta îdeolojîk di nav civakê, bi taybetî di nav malbatên şehîdan de jiyanî bibe bi salan di komîteya malbatên şehîdan de xebat meşandin. Êşên bi sedan dayîk û malbatan di dil de hîs kir, bi rojane kesayeta xwe bi bîranînên hezaran cangoriyan ava dikir, xeyalên wan li xeyalên xwe zêde dikirin. Kesayet û giyanên hevalên şehîd kir bingeha avakirina xwe.
Hevrêya me Kînda Zîn bi zanistiya bîrdoziya azadiya jinan weke milîtaneke jin a xwedî pîvan, kedkar dilnizm bû mînakeke xurt a rastiya jina azad. Bêyî ku bi qasî misqalekê dudiliyê bijî çi karê pêwîst dikir pêk dianî, di pêkhatina xwe de meşeke serkeftinê teqez dike esas digirt. Hevala me Kînda Zîn dema ku li ser erka xwe bû di 28’ê cotmeha 2022’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşên dewleta faşîst a tirk de şehîd bû.
Her du hevrêyên me jî 30 salan şahidî ji tevahî zehmetî û xweşikbûnên dîroka azadiyê re kirin. Bi qasî misqalekê bêyî ku dudiliyê bijîn bi ser dijminê mirovahîyê de çûn. Bila dost û dijminê gelê kurd bizanibin ku çiqasî şehadet werin jiyîn jî, PKK û gelê kurd bi rastiya şehîdan hê bi hêztir û mezintir dibe. Her şehîdek di hilweşîna kelehên dagirkeriyê de derzên nû vedike. Weke ku Rêber Apo jî dibêje em ne ji şehadetan, em ji sekinandinê ditirsin. Ji ber ku şehîd rêya mîsogerkirina azadiya welat diyar dikin. Wek rêhevalên wan bêyî ku yek kêlîyê bisekinin em ê xwedî li xeyal û bîranînên wan bi awayekî herî xurt derbikevin, bi serxistina armancên wan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bidawîkirina dagirkeriya li ser xakên Kurdistanê teqez bikin. Em her du hevrêyên xwe bi minet û bi rêzdarî bibîrtînin û soza tolhildana wan nû dikin. Dubare ji malbatên xwe yên hêja û gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Nasnav: Berçem Tûrcel
Nav û Paşnav: Hîbrîze Ozdûrak
Dîrok û Cihê Jidayîkbûnê: 1978/Mêrdîn
Navê Dayîkê: Bozê
Navê Bav: Şêxmûs
Dîrok û Cihê Tevlêbûnê: 1993/Mêrdîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 15.6.2022/Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Kînda Zîn
Nav û Paşnav: Fatma Onûr
Dîrok û Cihê Jidayîkbûnê: 1976/Mereş
Navê Dayîkê: Xatûn
Navê Bav: Elî
Dîrok û Cihê Tevlêbûnê: 1993/Îngîltere
Dîrok û Cihê Şehadetê: 28.10.2022/Herêmên Parastinê yên Medyayê”