Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...
Perşembe - 10 Ekim 2024

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Mario Angelelli: Abdullah Ocalan mifteya gelan e ku bigihîjin aştiyê

Parêzerê ji Îtalyayê Mario Angelelli diyar kir ku ew komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wek “rûpelek reş”

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şandeyek navneteweyî ku ji 36 kesan pêk dihat û ji 7 welatên cuda bûn, bi navê “Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê” hatin Amedê, Stenbolê û Enqereyê. Endamên Delegasyonê ku dabeşî sê bajaran bûn, di navbera 25-27’ê çile de li gel nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî hevdîtinan kirin.

Endamê Baroya Romayê parêzer Mario Antonio Angelelli ku di şandeya hat Amedê cih girt, têkildarî komployê û tecrîdê pirsên Ajansa Mezopotamya bersivand.

Di pêvajoya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de hûn li Îtalyayê bûn û we parêzeriya Abdullah Ocalan dikir. Hûn dixwazin derbarê wê pêvajoyê de çi bêjin?

Bi dîtina min ew rûpelek reş e di dîroka me de. Ji ber ku bi pêvajoya komployê ji Rûsyayê hat Îtalyayê (Abdullah Ocalan hat). Dema ku ew hat Îtalyayê, rewşeke awarte hebû. Ji ber ku gelê Îtalyayê Abdullah Ocalan wekî nûnerê gelê kurd nas kir, yanî gelê Îtalyayê pirsgirêka kurd nas kir. Ji ber ku pêvajoya komployê hat girtin, awarte bû. Çapemenî û raya giştî ya Îtalyayê ji bo ku ev nûner azad bibe zext li wan dikir.

Wê dewrê tê bîra min. Ji ber ku Abdullah Ocalan rêberê gelên biyanî bû, hatina Îtalyayê ji bo Abdullah Ocalan girîng bû. Berî ku Abdullah Ocalan were Îtalyayê kêm kesan ew nas dikirin, lê hatina wî gel guhert. Dema Abdullah Ocalan hat Îtalyayê, kurdên li Ewropayê ji bo piştgiriyê herikîn Romayê. Gelê Îtalyayê dest bi lêgerînê kir ku ew kî ye, pirsgirêk çi ye. Televîzyon û radyo her roj derbarê wî de dipeyivîn.

Gelo civaka navneteweyî çawa li meseleye dinêre?

Civaka navneteweyî ji bo derketina Abdullah Ocalan bêleqe bûn, ji aliyê Tirkiyeyê ve li mijarê dinêrîn. Vê rewşê demokrasiya rojava, di mijarên daxwaza penabertiyê ramanê civaka navneteweyî nîşan dida. Ev pirsgirêkek bû. Ewilî Amerîka, paşê jî Rûsya… Ez wisa bi bawerim wê demê li ser Rûsyayê zextek hebû û dixwest pêşî li Abdullah Ocalan bigire. Di vê pêvajoyê de dema Abdullah Ocalan hat Îtalyayê, gelê Îtalyayê wek xwişk û bira li gelê kurd dinêrî. Serokwezîrê wê demê Massimo D’Alema bû. Tirkiyeyê digot divê Abdullah Ocalan were radestkirin. Îtalya pozisyona xwe diparast.

Ji ber ku mafê wî yê penaberiya siyasî li Îtalyayê hebû. Abdullah Ocalan jî daxwaza penaberiyê kir. Roj di ser re derbas dibûn rayedarên Amerîkî û Îsraîlî diaxivîn û digotin ku ne mimkun e serlêdana penaberiyê bikin, jiyana Abdullah Ocalan li Îtalyayê di xetereyê de ye û ew ê nikaribin ewlehiya wî bigirin. Pêvajoyeke dijwar bû û divê ev rewş baş bê fêmkirin. Hikûmeta Îtalyayê ji Abdullah Ocalan re digot ‘tu di bin berpirsyariya me de yî’. Lê di nava 30 rojan de ev helwest bi dawî bû û hikûmetê pêşniyar kir ku Abdullah Ocalan here welatekî din. Ji ber ku Îtalya ji bo bidestxistina ewlehiya wî zehmetî dikişand. Lê ev yek cihê pirsê ye, ji ber ku kurdên Îtalyayê dikarin mafê penaberiyê bistînin.

Gelo di guhertina helwesta Îtalyayê de polîtîkaya kîjan welatan bi bandor bû?

Ez difikirim ku ev biryarek xelet bû ku ji Îtalyayê derkeve. Lê ev yek ji aliyê hikûmeta Îtalyayê ve hat pêşniyarkirin. Divê ew tu carî ji Îtalyayê derneketa. Yewnanistan, Afrîka, Kenya… Wê demê Yewnanistanê ne cihekî ewle bû, ji ber ku wê demê dewleta Yewnanistan ne baş bû. Ew di vê pêvajoyê de şaş bû û hikûmeta îtalî pêşniyarek xirab kir (ji bo ku ew ji welêt derkeve). Diviyabû mafê penaberiya siyasî bigirta û li Îtalya bimaya. Ez zextên pir xurt ên Tirkiyeyê fêm dikim. Ji ber vê rewşê hevkariya aborî ya Îtalya û Tirkiyeyê hat astengkirin. Wê demê Tirkiye ji Îtalyayê re digot dijmin e. Ev zextek xurt e. Tirkiye û Îtalya jî wek NATO di heman rêxistina leşkerî de ne. Di heman demê de welatên wekî Amerîka û Almanyayê jî piştgirî dan vê zextê. Hem ji aliyê Tirkiye, hem jî ji aliyê Amerîka û hem jî ji Îsraîlê zext li Îtalyayê dihat kirin. Ez dipejirînim ku ev pêvajo pêvajoyek komployek hevgirtî bû. Ez difikirim ku ew ji Îtalyayê dernaketa. Çûyîna welatên wekî Yewnanistan û Afrîkayê ji bo azadiya wî metirsî çêkir.

Piştî ku Abdullah Ocalan hat radestkirin, heta îro di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ev rewşa ku sîstematîk bûye û hiqûqa gerdûnî jî nas nake, çawa dikare bê şikandin, divê çi bê kirin?

Divê têkoşîn bidome, qala tecrîdê bê kirin, li dijî tecrîdê weke parêzerên saziyên Îtalya û Ewropayê xebat bên meşandin. Divê Abdullah Ocalan mafên xwe yên mirovî bi kar bîne. Pêwîste beşdarî pêvajoya azadî û aştiyê bibe. Abdullah Ocalan nûnerê gelê kurd e û mifteya aştiyê ye.

Abdullah Ocalan her çiqas di bin tecrîdeke giran de be jî paradîgmaya wî li hemû cîhanê belav dibe. Gelo ev rewş bala we dikişîne û hûn vê yekê bi çi ve gire didin?

Pir girîng e ku Abdullah Ocalan ku 24 sal in di girtîgehê de ye, nûnertiya fikrên wekheviya jin û mêr ji herêmeke kevnar a weke Mezopotamyayê dike. Min pirtûkên Abdullah Ocalan jî xwendine. Ew îhtîmala cîhanek dadperwertir, aştiyane û dewlemendtir pêşkêş dike. Divê ku ew azad bibe, fikrên wî azad bibin. Lê belê Abdullah Ocalan di nava şert û mercên ku bi parêzer û malbata xwe re nîne tê girtin. Ev ne azadiya ramanê ye. Em beriya her tiştî azadiya wî dixwazin. Lê azadiya ramanên wî di van şert û mercan de ne pêkan e. Ez difikirim ku fikrên wî ji bo gelên cîhanê girîng in.

Çima raya giştî ya navneteweyî kampanyayên ji bo Mandela bi rê ve bir, çima ji bo Abdullah Ocalan nake û bêdeng dimîne?

Ji ber ku hikûmet ne gel in. Ji ber ku hikûmet li berjewendiyên aborî digerin. Zexta komên ku li berjewendiyên aborî dinêrin gelekî xurt e. Berjewendiyên van koman di nava kapîtalîzmê de girîng in. Yekem tişta ku difikirin berjewendî ye. Sedemên dewletan li gorî berjewendiyên van komên mezin in. Zehmet e ku meriv bersiva vê pirsê bide. Lê ew jî hêsan e. Ji ber ku hêz di destê wan kesan de ye ku li gorî berjewendiyên van koman tevdigerin. Ev berjewendî ne berjewendiyên gelan e.

Divê li dijî vê bêdengiyê çi bê kirin? 

Min got ku girîng e têkoşîna li dijî zextên navneteweyî berdewam bike. Kampanyaya navneteweyî pir girîng e. Bi dîtina min girîng e ku civaka navneteweyî li dijî girtina 24 salan seferber bibe. Gelek kes difikirin ku Abdullah Ocalan, Mandelayê nû ye. Divê ew jî wek Mandela beşdarî pêvajoya aştiyê bibe. Divê Abdullah Ocalan bi xwe ji girtîgehê derkeve û fikrên wî bigihêje civakê.

Bi awayek şênber divê dîmplomasiyek çawa bê birêvebirin?

Dikare zext bên kirin. Ji ber ku îro pirsgirêka herî mezin ew e ku mirov vê rewşê ji bîr dike. Divê rewşa tecrîdê baş bizanibin. Pêwîste di vê mijarê de raya giştî were agahdarkirin û hişyarkirin. Hewcehî pê heye ku ew bikaribe biaxive, danûstendinê bike, peyaman ragihîne. Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze. Abdullah Ocalan mifteya gelan e ku bigihîjin aştiyê.

Mario Antonio Angelelli kî ye?

Yek ji parêzerên Baroya Romayê Mario Antonio Angelelli, beriya niha bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû û rola parêzeriya penaberiyê girtibû ser xwe. Di sala 2019’an de jî di nav wan îmzevanan de bû ku ji bo Abdullah Ocalan erka xwe ya li hemberî Yekîtiya Ewropa (YE), saziyên Konseya Ewropayê (KE) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê pêk bîne. Angelelli jî wek îmzeker di banga meşa li Ewropayê ya ji bo Komploya 15’ê Sibatê de cih girt.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar