Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Blinken: Ewlehiya Tirkiyeyê bê destwerdana leşkerî jî dikare pêk were

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir ku welatê wî li dijî her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê li rojavayê Kurdistanê ye û dê operasyona leşkerî ya muhtemel nebe berjwendiya tu kesî.  

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken dest bi gera xwe ya Rojhilata Navîn kir. Serdana Blinken di serdemek ku alozî û şer li herêmê zêde dibin de pêk tê.

Antony Blinken di hevpeyvîna li gel Al-Arabiya de li ser rewşa herêmê axivî û wiha got: “Rast e Tirkiyeyê dilgiraniyên rewa li Suriyeyê hene lê operasyonên leşkerî van pirsgirêkan çareser nakin, rêyên din hene ji bo çareserkirina metirsiyên li ser Tirkiyeyê. Daxwazê ji hemû aliyekî dikin ku xwe ji her karekî leşkerî li Suriyeyê dûr bixin, ji ber ku wê bibe metirsî li ser jiyana sivîlan û şerê dijî DAIŞ’ê.”

Blinken li ser asayîkirina peywendiyên Tirkiyeyê bi Hikûmeta Sûriyeyê re jî destnîşan kir ku ew li dijî asayîkirina peywendiyên bi Beşar Esed re ne û wan bi aşkera ev yek ji hemû aliyan re gotiye.

Blinken li ser pirsa “Hûn piştgiriyê didin êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bakurê Sûriyeyê? Hûn nêzîkbûna tirkan û yên din bi rejîma Esad re çawa dinirxînin?” wiha bersivê da: “Derbarê bakurê Sûriyeyê de me bang li her kesî kir ku avê aram bikin. Tiştê ku pêwîstiya me pê nîne, bi baweriya min pêwîstiya kesî pê nîne operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyeyê ye. Bêguman, ev yek metirsî ye ku ziyaneke mezin bide sivîlan û mirovên bêguneh. Ev bi rastî dikare pêşî li hewldanên ji bo rêgirtina DAIŞ’ê bigire û cihê ku divê bala me lê be, têk bibe.”

Blinken wiha domand: “Bi rastî jî ne di berjewendiya tu kesî de ye, berjewendiyên Tirkiyeyê yên ewlehiyê yên rewa hene. Tu îtîrazê vê yekê nîne. Lê ez difikirim ku ev berjewendî bêyî destwerdana leşkerî dikarin werin çareserkirin.”

Blinken dê heta 31’ê çileye li Misrê, Îsraîl û Şerîaya Rojava hevdîtinan pêk bîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar