Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li herêma başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku nêzî 100 malbatên êzidî karîn ji wargehan derkevin û vegerin ser malên xwe yên li Til Izêr a Şengalê.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hîn jî nêzî 400 malbatên din ên êzidî di wargehan de dijîn.