Demeke di navbera PDK û YNK’ê de li ser mijarên navxwe ji dahata neyeksan bigire heta, mijara petrol, hilbijartina herêmê û dîsa rêveberiya li ser herêma başûrê Kurdistan, xizmetguzariyê nakokiyên cidî hene. Van demê dawî her du alî li ser medyayên xwe bi tundî êrîşî hev dikirin. Rewş giha wê yekê PDK’ê hewla girtina berpirsê Dije Terorê Wehab Helebçeyî da ku ji pilankirin û berpirsê kuştina endameke dije terorê ya Parastin ku bi navê Hawkar Caf şûnde tundtir bû. PDK û YNK li ser vê bûyerê hev sûcdar kirin.
Ji xwe berî wê di mijara serokkomariyê de salekê piştî ji hilbijartinê û dehan civînan, dawî li mijara serokkomariyê hatibû. Ji ber siyaseta navxwe ya PDK û YNK’ê her roja diçe nakokî û metirsiyên li ser Başûrê Kurdistanê zêdetir dibe. Ji xwe di asta rêveberiyê de PDK û Binemala Barzanî bi siyaseta xwe ya li gel Tirkiye û dîsa rêveberiya herêmê de bi serê xwe tevger dike û ev yek nakokiyên bi cîran û taybet bi Iraqê re jî kûr kiriye.
Dema dawî Dadgeha Federal a Iraqê biryar girtibû ku petrola serbixwe ya Herêma Kurdistanê difiroşe ne hiqûqî ye û rewa ye. Gotibû ku divê ev dahat bê radestkirina Iraqê û li ser herêman bê parvekirin. Herî dawî 400 milyar dînarê Iraqî ku para Herêma Kurdistanê ye, biryar li ser hate girtin ku neyê şandin. Ev yek mijara nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê de jî nîşan dide.
Ji xwe li aliyê din êrîşên dagirkeriyê û tevlîheviyên li herêmê rû didin têra xwe metirsî û xeteriyên li ser Başûrê Kurdistanê radixe berçavan.
Tevî ku bi dehan car aliyên siyasî û kesayetên rewşenbîr ên li Başûr bi semîner û daxuyaniyên cihê, çalakiyan bal kişandibe ser metirsî û xeteriyên aliyên siyasî bi taybet PDK’ê jî lê heta niha PDK’ê ev yek nedîtiye û xwe ji vê rastiyê didize.
Herî dawî Şandeke Emerîkayê bi serokatiya Nûnerê Emerîka yê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Brett McGurk serdana Başûrê Kurdistanê kiribû û bi rêveberiyên asta jor ên PDK’î û YNK’î re civiya bûn. Ev civîn li ser dema hilbijartinê û dîsa mijarên navxwe û nakokiyên navbera herdû alî û dîsa Bexdayê de hate şîrovekirin.
Piştî vê yekê hema Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Tirkiye, berî wê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Fransa bû. Ev yek fikarên cihê bi mirov re dide avakirin. Ji xwe piştî wê 28’ê Çileyê di asta rêveberiyê de PDK û YNK li Silêmanî civiya. Di daxuyaniya hevpar hate dayîn de hate gotin ku li ser mijarên navxwe û nakokiyên herêmê nîqaş hatiye kirin û lihevkirin pêk hatiye.
Li vir em çend pirsan bikin gelo YNK û PDK çiqas di mijara metirsiyên li ser Başûrê Kurdistanê haydar e? Di civînê de qala êrîşên dagirkeriyê û mijara helwestke netewî ya li dijî êrîşên dijminên gelê Kurd hate kirin? PDK û YNK wê di mijara metirsî û xeteriyên di navbera dewletên cîran de xwedî siyaset û rêyeke çawa bişopîne? A herî girîng wê bikarin serwerî û destkeftiyên Başûrê Kurdistanê biparêzin û piştgirî bidin têkoşîna gelê Kurd a li parçeyên din?
Em ê dema pêşiya xwe binêrin bê ka wê herdu alî çiqasî bikarin dawî li van nakokî û mijarên ku li herêmê bûne girêkor û rê li ber êrîşên dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistan û dîsa parçeyên din bigire.
Hêvî û niyazên ku tên kirin di serî de rêveber û berpirsên PDK’î û YNK’î bikevin ferq metirsî û xeteriyên mezin ên li ser netewa Kurd. Siyaset û nêzîkatiyeke netewî ya Kurdî bê kirin û berjewendiyên partî û yek alî bê dayîna alî û weke netewe helwest bên raberkirin li dijî her cûre pêkanîn û kiryarên der hiqûqî ya li ser gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê.
Ji ber ku enî yek parçeyî û yek helwestî xurt e. Eger ku îro Başûrê Kurdistanê zeîf û lewaz bikeve, bandora xwe li Rojava û dîsa parçeyên din bike. Eger ku Başûr xurt be û piştevaniyek xurt bide hêz û partiyên din ên li Kurdistanê ev wê bibe destek û palpiştek xurt ji bo têkbirina dijminên gelê Kurd.