Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Der barê jinên şidetê protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin

Li Rihayê der barê jinên ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de daketin kuçeyan bi îdiaya "muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşan " lêpirsîn hat destpêkirin. 

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji jinên ku xwestin di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de meşekê li dar bixin, der barê 17’an jê de bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşan” lêpirsîn hat destpêkirin. Rêveberên bajêr û navçeyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de 15 jin di çarçoveya lêpirsînê de li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îfade dan. Hat hînkirin ku di îfadeyan de pirsên wekî “ji bo çi tu tev li çalakiyê bûyî” û “tu bi fermana kê tev li çalakiyê bûyî” hatine kirin.

Ji jinên ketine ber lêpirsînê endama Meclisa Jinan a HDP’a Rihayê Sema Aîşeoglûy ragihand ku biryara “qedexeya lidarxistina çalakiyan” a walîtiyê bûye hinceta lêpirsînê û got: “Dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ her ku bilind dibe, bêtehamuliya serdestan jî zêde dibe. Em jin, daxuyaniyên me yên wê rojê desthilat pir nerihet kirine, lewma der barê gelek hevalên me yên jin de lêpirsîn hatine destpêkirin. Bi vî awayî dixwazin jinan bitepisînin. Her hefte du sê jin diçin midûriyeta polîsan îfadeyê didin. Bi pirsên wekî ‘ji bo çi hûn tev li daxuyaniyê bûn’ û ‘we ferman ji kê stendiye’ dixwazin jinan krîmînalîze bikin. Di roja têkoşîna navneteweyî ya li dijî tundiyê de jî jin bi şideta dewletê re rû bi rû dimînin.”

‘Em ê li her qadê dengê xwe bilind bikin’

Aîşeoglûy bibîr xist ku demek berê li bajêr jina ciwan a bi navê Bahar Hezer li bajêr ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin û wiha got: “Desthilat ji bo pêşîgirtina van cinayetan tu tevdîran nagire, lê radibe biryarên ji bo qedexekirina têkoşîna jinan digire. Ev biryarên ji bo tepisandina jinan e. Bi vê dixwazin jin li malê bin û deng ji xwe dernexin. Lê astengiyên bi hêza polîsan û di bin banê hiqûqê de nikarin têkoşîna me bidin sekinandin. Êdî divê baş bi vê zanibin. Em guh li van qedexeyan nakin. Li dijî cinayetên jinan û binpêkirina azadiya me em ê xwe li bêdengiyê daneynin. Em ê dengê xwe li her derî bilind bikin.”

Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê Meral Halat jî bilêv kir ku mafê civîn, xwepêşandan û meşê di civakên demokratîk de ji mafên herî bingehîn in. Halat diyar kir ku walîtiyê bi awayekî yekalî tevgeriyaye û got: “Rojeke navneteweyî ya jinan qedexe dike. Bi vê qedexeyê re careke din jin bi tundiyê re rû bi rû man. Bi vî away naxwazin jin berbiçav bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar