Li ser çalakiya fedayane ya jina leheng a ji başûrê Kurdistanê Viyan Caf re 17 sal derbas dibin.
Leyla Walî Hûseyîn bi nasnav Viyan Caf yan jî Viyan Soran di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Viyan ji eşîreta Caf e. Li Silêmaniyê dibistana seretayî û navîn dixwîne. Yek ji xwendekarên herî zîrek bû. Di temenê zarokatî ve ji sîstema zilmê û civakî hesiyaye û qebûl nekiriye. Lewma timî dijî hişmendiya kevneperest a jin bê îrade kiriye ra dibe. Lewma dikeve nava lêgerînê û di bihara sala 1997’an de beşdarî nava refên gerîla dibe. Viyan Caf di encama nakokiyên xwe yên bi pergala mêr ya di nava eşîret û malbatê de biryara ketina ser rêyeke nû dide.
Viyan Caf şeva 1 li ser 2’yê sibata sala 2006’an li herêma Heftenînê li dijî komploya navdewletî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewildanên tasfiyekirina PKK’ê ya di hundir de çalakiyek fedayane lidarxist û li pey xwe jî çend name hişt. Nameyek ji hevalên xwe re, yek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, yek ji gelê başûrê Kurdistanê re yek jî ji malbata xwe re nivîsî.
Viyan di nameya xwe ya ji bo hevalên xwe de wiha dibêje;
“Heyvek maye ji bo heftemîn salvegera 15’ê sibatê û ketina 8’mîn sala dîlgirtina Rêber Apo, ji niha ve dilê min wek volkanekî dikele, ji bo teqandinê li fersendekê digere. Di xwezayê de jî gelek bûyer ji bo wekî volqanekê biteqin, pêdivî bi demeke guncaw dibînin. Mîna darekî fêkiyê… Fêkiyek heta ku nestewe (çênebe) ji bo ji darê neyê jêkirin bi demê re dikeve nav pêşbaziyekê û li bendî dema xwe ya çêbûnê disekine. Ger wisa ne be, fêkî nabe fêkî. Zindîbûn û hebûna xwe ya nazik û zirav nikare îspat bike. Volqan jî wisa ye. Dara fêkî xweşikbûn û rengîniya xwe di sêvekê de, di hinarekê de û di gelek fêkiyan de xwe nola berhemekê dide xwediyê xwe yê ku pê re gelek ked daye. Dîsa wê volqan jî li ku derê, çi demê û bi çi awayî biteqe, hêrsa xwe nîşan bide û wê çawa sizeya mirovên Ehrîmen û bêxêr bide baş dizane.
Hevalno, Dostno û Jinên Êşkişandî!
Ez dixwazim çend tiştan ji we re jî diyar bikim. Lê aciz nebin, govendê bigirin, hûn jî dizanin kêfa min pir ji govendgirtinê re tê. Dema ez govend digirim wisa his dikim ku ez bi bask dibim û difirim.
Ez wek zarokekê xwezayê û perçeyek biçûk ya gerdûnê dibêjim ku divê qanûn û pîvanên jiyanekê pîroz û bi şeref pêkbînim, wate bidim gera jiyana xwe. Ez di wê baweriyê de me ku weke dareke fekiyê dem hatiye ku ez berhemekê bidim gelê xwe yê êşkişandî, bibim hêviyek ji bo xeyala zarokan a ku hatiye gulebarankirin û xeniqandin. Kêm be jî, ez dixwazim bibim hêza pêşxistina hêviya azadiya jinên êşkişandî. Ya girintirîn jî bibim mûmek, di nav mûmên li derdora Girava Îmraliyê. Ez dixwazim vê ji we re bêjim; êdî dema wê hatiye ku, bibim bersivek ji bo dewletên desthilatdar, zilamên zordar û derewîn. Ji bo vê jî şeva 15’ê sibatê dikim şeva sizakirina wan û mîna volqanekî nefreta hûndirê dilê xwe diteqînim.
Şeva 15’ê sibatê, dilê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Bêrîvan, Ronahî, Rahşan, Sema û heta digehe Fikrî Baygeldî û wek xeleka dawiyê, agirê bedenê Serdar Ari, di nav dilê min de lêdide, diruşmeyên “An jiyaneke azad an jî mirineke bi rûmet”, “Bijî Rêber Apo” di guhê min de diqêrin. Di nav mejiyê min de tenê zinge zingek heye, li ser hev bang li cîhanê dike. Ev deng jî kîlîtbûna bi armancê min re ye, ev yek serkeftina armanca çalakiya min sedî sed garantî dike. Pêtên agirê Sema û Serdar, di bedena min de geş dibe, ezê tu deman nehêlim ku agirê ocaxa Rêber Apo sar bibe. Di nîvê zivistaneke zor û zehmet de bi têhna agirê bedena xwe ez dixwazim peyamekê bidim û di vê peyamê de bang bikim. Ev peyama min jî peyama azadiyê ye. Banga min jî, banga parastina Rêber Apo, bilindkirina çalakî û tekoşîna gihîştina serkeftinê ye.”