Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

CPT berpirsê tecrîdê ye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 1’ê çileyê de di Nobeta Edeletê de ne. Parlamenterên HDP’ê 27 roj in bang li Wezareta Dadê dikin û hîna yek bersivek negirtine.

 Parlamentera HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser tecrîda ku hatî girankirin û got: “CTP çû serdana Îmraliyê. Gelo çi guherî? Tu tişt neguherî! Em hîna ji Birêz Ocalan agahiyê nagirin. Bi rastî peywira CPT çiye?  Beramberê raporên wê hene gelo? CPT ya ku peywira xwe nayne cih ji tecrîdê berpirse.”

Parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê nobet û tecrîda giran de axivî.

Gulîstanê diyar kir ku tecrîd her diçe giran dibe û ev qestî mafê jiyanê ye û got: “Ger Komara Tirkiyeyê xwe bi destura bingehîn sînor kiribe û bêje ez dewleta hiqûqî me divê hiqûqa xwe pêk bîne. Nikare li gorî şexs tevbigere.Yek ji xalên esas ya destura bingehîn ev e ku mirovan cuda nanirxîne. Dibe ku kes girtibe lê hûn divê mafên wan bidin. Hevdîtina malbatê ji van mafan ya esas e. Em partiya Demokratîk a Gelan nikarin li dijî vê dijhiqûqiyê bêdeng bimînin. Ji ber vê me gelek çalakî û bername kirin. Ji bo tecrîd rabe me bi hezaran carî li meclîsê bang kir. Lê em dibînin ne AKP ne jî wezareta dadê pêngavekê navêje.”

‘Gotina wan ya bê gotin tune’

Gulîstanê destnîşan kir ku bersiv ji bo serlêdanên wan nayên dayîn û wiha dirêjî dayê: “Ketin hewldana polîtîkayên jibîrkirinê. Lê êdî kêr gihiştiye hestî. Der barê CPT de hinek geşedan hebûn. Piştre me dest bi nobeta edeletê kir. Em çûn ber wezareta dadê lê nehiştin. Me çalakiya xwe bir deriyê Dîkmen yê Meclîsê. Piştre jî me bir ber deriyê ketina çapemeniyê ya Meclîsê. Daxwaza me zelale. Em bifikarin. Roj bi roj fikarên me zêde dibin. 25 roje em partiya sêyemîn a mezin li kolanan e. Lê em bersivekê nagirin. Gotineke ku wezareta dadê bêje jî tune. Ka dikarin çi bêjin.”

‘CPT hat çû ka şert guherî?’

Gulîstanê bi lêv kir ku rewşeke wisa hesas nikare ji kêfa desthilatdariyê re bê hiştin û AKP û wezareta dadê her saniyeyî sûc dike. Gulîstanê balkişand ser hatina CPT û wiha got: “CPT demek dirêje serdanên ji bo girtîgehên Tirkiyeyê pêk tîne.Yek ji van girtîgehan jî Îmraliye. Rapora hevdîtina dawî bi destura Tirkiyeyê aşkera kiribû û gelek binpêkirin rêz kiribûn. Gotibû maf tên binpêkirin û şert gelek xerabin. Ji Tirkiyeyê xwestibûn şert bên sererastkirin. Lê ji wê rojê şûnde tu tişt neguherî. Niha CTP dîsa hat çû serdana girtîgehan. Çû serdana Îmraliyê. Gelo çi guherî? Tu tişt neguherî. Em hîna ji Birêz Ocalan agahiyê nagirin. Bi rastî peywira CPT çiye?  Beramberê raporên wê hene gelo? CPT ya ku peywira xwe nayne cih ji tecrîdê berpirs e.”

‘Heta hevdîtin pêk neyê wê çalakî bidomin’

Gulîstanê bi lêv kir ku wek nûnerên gel ji mafê welatiyan berpirsin û wiha dirêjî dayê: “Em nûnerên gel in. Em ji jiyan, tenduristî û aramiya gel berpirs in. Em nikarin li dijî binpêkirina mafan bêdeng bimînin û bi vê armancê me nobet da destpêkirin. Nobeta me didome. Li pêş me 15’ê sibatê heye. Salvegera komployê ye. Di vî alî de wê gelek çalakî û bername pêk bên. Wê meş pêk bê. Ji her derê Tirkiyeyê ber bi Enqereyê wê meş pêk bê. Nobeta me jî piştî demekê wê veguhere çalakiya meşê. Divê li dijî dijhiqûqiyê tu kes  bêdeng nemînin. Ji ber dijhiqûqiyek rê li ber dijhiqûqiyên din jî vedike. Ji ber vê jî divê bêyî hincet li her derê rayagiştî li dijî vê zilmê bibe bersiv.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar