Nêzê 7 mehên em 16 rojnameger hatine girtin. Ji ser girtina hevalên ku li Enqereyê hatin girtin jî 2 meh derbas bû. Lê heta niha ne der barê me de ne jî der barê hevalên din de tu angaştname nehatiye amadekirin. Li ser vê rewş û hişmendiyê dixwazim nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikin.
Mirov dikare ji vê rewş û polîtîkayê re bibêje ‘qirkirina sinc û hişê civakê’. Di dîrokê de em rastî gelek şerên şaristaniya kapîtalizmê li dijî sinc û aqilê civaka xwezayî hatine. Bi taybet jî şaristaniya navendî ya ku 5 hezar sal berê hatiye avakirina dewleta sumeran de pêş ket û heta niha hêzên dixwazin bibin îqtîdar û monarsiyê pêş bixin bi rêbaz û fenên cur be cur êrîşê sinc û aqilê civaka xwezayî dikin. Ji bo ku êrîşa xwe rewa û mafdar bikin ol, nijand, zayend û zanistê ji cewherê wan dûr xistine û kirasê xwe li wan kirine. Hişmendiya xwe li wan bar kiriye. Bi hişmendiya olperestî, nijadperestî , zanistperestî û zayendperestiyê hêza xwe zordestî û îqtîdara xwe li ser civakê rewa kiriye. Bi van hêmanan êrîşê sinc û aqilê civakê kiriye. Her tim du enî ava kiriye. Eniya xwe mafdar, rewa, mûtleq û wekî heqîqetê nîşan dane. Eniya li dijî xwe jî (civaka ehlaqî û polîtîk û demokratîk) wekî neyar, hov, teras, kujer hwd. nîşan dane. Niha jî bi rêbazên bi rêbaz û şêwazên cuda şerê tunekirinê pêş dixin. Di hûrgûliyê dîrokê de gelek mînak hene.
Ji bo hêza xwe payînde bikin, li aliyeke civakê parçe parçe dikin li aliyê din bi kaos û şolîkirinê bi aqilê civakê dilîzin. Êrîşê hiş û aqilê civakê dikin. Êrîşê sincê civakê dikin. Îro di vê êrîşa xwe de herî zêde çapemenî û medyayê bikar tînin. Ji bo rastiyan berovajî bikin li gor xwe medyayê ava dikin. Çawa ku bi hinceta hewldana derbeya 15’ê tîrmehê li gorî xwe artêş ji nû ve teşe kirin, gelek sazî û dezgehên çapemeniyê hatin girtin. Hemû Rêxistinên civakî yên demokratîkdigirin, asteng dikin, an jî marjînal dikin. Sendîka û baroyan parçe kirin. Niha jî dixwazin Yekitiya Tabîban bigirin an jî marjînal bikin.
Ji bo bertek, helwest û têkoşîna civaka demokratîk û rêxistinên sivîl ên demokratîknayên dîtin, ji dizî, talan, şelandin, kuştina jin û karkeran, talankirina xwezayê neyê dîtin vê carê bi rêbazên din çapemeniya muxalif bêdeng dikin. Ev êrîşa li dijî çapemeniya azad û muxalîf bi dehan sal in didome.
Di salên 90’î de dema gund dihatin şewitandinû valakiri, rojnamegerên ku em rastî ronî dikirin hatin kuştin. Rojnamegerên ku ketin pey heqîqetê hatin kuştin. Avahiyên rojnameyan bombe kirin. Piştî 2000’3ı dîsa rojname hatin girtin. Cezayên giran li rojamegeran hat birîn. Piştî 2010’an dîsa bi dehan rojnaeger hatin girtin û îro dîsa girtina rojnamegerên li pey rastî û heqîqetê didome. Di 7 mehên dawî de girtina 16+9 rojnamgeran nîşane vê rastiyê ye.
Îro dema em qanalên televizyonên medya navendî temaşe dikin, feraset û hişmendiya li dijî çapemeniya azad bêtir şênber dibe. Mirovên ku jinan dikujin an nayên girtin an jî dema tên girtin piştî demeke kin tên berdan. Em dibînin ku wan kujerên tên berdan çawa diçin jineke din dikûjin. Dîsa em her roj dibînin ku karker çawa li ser kar jiyana xwe ji dest didin. Lê berpirsiyar bayên cezakirin. 11 sal berê li Roboskê komkujî pêk hat lê heta niha berpirsiyarê komkujiyê nehatiye darizandin û cezakirin.
Kemal Kûrkût, Denîz Poyraz û gelek ciwan û zarok hatin kuştin, lê kujerên wan bi piranî nehatin cezakirin. 2 zarok û hevjînê Emîne Şenyaşar lli dikana xwe û nexweşxaneyê hatin kuştin lê kujerên wan nehatine cezakirin. Mirov dikare van mînakan dirêj û rêz bike…
Li aliyê din em dibînin ku kesên wek Osman Kavala, Ayşe Mûcela Yapici, Leyla Guven, Ayşe Gokkan, Aysel Tûglûk, Selahattîn Demîrtaş, Îdrîs Balîken û gelek aktivîst , akademisyen, hevşaredar, parlementer û siyasetmedar, rojnameger û hwd. yên siyaseta demokratîk kirine, yên şaredariya gel kirine û yên heqîqetê ronî kirine hatine girtin û hêj girtî ne.
Dema em li geşedan û rûdanên pêş dikevin temaşe dikin, em dibînin ku ên êrîşê sinc û nirxên civakê dikin an serbest digerin an jî cezayeke pir hindik digirin. Lê kesên ku nirx, sinc û aqilê civakê diparêzin û rastiyan tînin ziman tên girtin û cezakirin.
Çapemeniya azad a ku balê dikşîne vê rastiyê û heqîqetê ronî dike jî dibe hedefa îqtîdarê. Balkêş e kengî wezîr û rayedarên hikûmet û îqtîdarê kesên muxalîf yên hiş û sincê civakê parastinê kirine hedefa xwe, rayedarên darazê biryara girtina wan daye.
Çapemeniya azad jî ji ber ku li gorî rêgezên sincî û objektîf yên rojnamegeriya gerdûnî tev digere, para xwe ji van êrîşan digire. Bi girtina rojnamegeran dixwaze êrîşê li dijî hiş û sincê civakê veşêre. Dixwaze çapemeniya bêsinc û navendî ava bike. Çapemeniya bêsinc û kole nikare bibe deng û zimanê civakê. Nikare civakê ronî û vivakê ji telûke , êrîşan biparêze. Dijberê vê yekê çapemeniya ku îro bûye koleyê desthilatdar, sermaye û monarşiyê, li şûna ronî hişyar û zane bike; tarî, şolî, bêhiş û nezan dike. Li şûna nirxên civakê biparêze, civakê hemû êrîşan re rû bi rû dihêle.
Di encamê de êrîş li dijî sinc û hiş e. Çapemeniya bê sinc û hiş, rêxistinên civakî yên bê sinc û hiş, civaka bê sinc û hiş, mehkûmê koletiyê ne. Wekî beden û fizîkî heye lê hêzek belavbûyî, bêrêxistin, bêarmanc û kole ye. Bi çapemeniya bêsinc û kole ‘nûçe’ yên magazîn, asparagas û ‘nûçe’ yên xizmeta civakê nake, alozî û kaosê ava dike. Civakê bê hêvî, bê bawerî û bê hêz dihêle.
Li Amedê em 16 rojnameger 7 meh, li Enqerê 9 rojnameger 2 mehe dîl hatine girtin. Hîn angaştname nehatiye amade kirin. Armanc rê li pêş ronîkirin, heqîqet û rastiyê bigire ye. Armanc tirsandina çapemeniya azad e. Lê di dîrokê de têkoşîna ronîkirin û heqîqetê her dem berdewam kiriye. Dê ji niha şûnde geştir û xurtir bidome.