Ji fermandarên biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û êrîşên dewleta tirk ên dagirkeriyê, berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li hemberî êrîşan û konsepta tecrîdê ya dewleta tirk ya li Îmraliyê nirxand.
Niha Rêbertiya me, ev 24 sal in, di zîndana Îmraliyê de girtî ye û ev dikeve sala 25’an. Hêzên serdest, ji bo merîfetê xwe yê dewletê pêk bînin, Rêbertiya me teslîmî dewleta tirk kirin. Armanca van hêzan, ji bo planê xwe li ser Rojhilata Navîn rehet pêk bînin, destpêkê Rêbertiya me ji xwe re kirin hedef. Kî Rêbertiya me serî ji bo kurd û Kurdistanî ber da jî hemberê gelê yê Rojhilata Navîn projeyeke çareseriyê bû. Bi van ve girêdayî Rêbertiya me ev 24 sal in di zîndana Îmraliyê de bê sûc hatiye girtin û di nav tecrîdeke mezin de ye. Heqê xwe yê parastinê jî li Rêbertiya me qedexe kirine. Rêbertiya me, rexmê van êrîşan bi fedakariyeke mezin, rexmê di bin tecrîdekî giran de ye, berxwedana li Îmraliyê meriv dikare bibêje mîna çand da rûniştandin û ev berxwedan hêviya dewleta tirk, Rêbertî ji tawîzgirtinê jî qut kir û meriv dikare bibêje Rêbertiya me helwest jî diyar kir û rêya berxwedana Îmraliyê de esas girt û heta niha wê dide meşandin. Devleta tirk jî baş dizane mîna tevger PKK, xet ya jî hêz ya jî wêrekî, ya Rêbertiyê ye. Ji wê boneyê hedef destpêkê Rêbertî bû. Berpêbûna li ser wî esasî li ser Rêbertiyê meşiya. Bi wê ve girêdayî li ser tevgera me jî, dema dengê Rêbertî ji civakê qut kirin, xistin tecrîdê, tevger, perspektîf, eger Rêbertî bê hêz bimîne, ê ev ji aliyê leşkerî ve diçe bi ser tevgerê de. Dixwest tevgerê wisa ji holê rabike, amadekariya dijmin yê tasfiyekirina tevgera me demdirêj e. Gelek caran şîroveya vê yekê hatiye kirin lê bi taybetî dema dewleta tirk amadekariya xwe ji aliyê teknîkî û leşkerî ve kir, ji bo hinek bidestxistina demê, mîna wisa awakî dîtir dema ava kir, esas, tevgerê çawa ji holê rabik e û destkeftiyên gelê kurd ên li ser xeta Rêber Apo derketine pêş û vî tiştî dema ji xwe ra wek gef û xeterî dît berpêbûna xwe li wê gorê, hemû bi plan, destpêkê sala 2021’î çêbû, piştre hincet derxist, wê demê bi Rêbertiya me re hevdîtin hebû bi navê çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêya siyasî. Ew hemû bi keda Rêbertiya me bû. Piştre hin tişt kirin hincet û xwe bi temamî ji şer re amade kir û êrîş anî ser tevgera me. Bingeha vî şerê tu behs dikî, şerê sala 2016’an de û bi awayekê bi rêk û pêk tê kirin. Wan li gor xwe di nav du salan de bê bandorkirina tevgerê û gerîla ji xwe re kir armanc, yê tune bikî, tune bike, yê din jî bêhêz bike yanî bandora wê ya civakî, siyasî nebe, di nav civakê de bandora xwe tunebe, marjînal bibe û ji rojeva wê derbikeve.
Armanca dewleta tirk bi van êrîşan ev bû. Hedef jî wisa ji xwe re du-sê sal diyar kiribî û esas şerê 2017-2018, dema wana berpêbûna operasyonê wisa, hem ji hewayê ve hem ji erdê ve dema derxistin pêş, şerê pir mezin wê demê hatin kirin. Berpirsyarê dewletê yê wê derê, çawa dianî ziman; divê navê PKK’ê ji dîrokê bê birin. Wan ev gotin ne ji bo propagandayê got. Bi rastî jixwe bawer bûn. Lê piştî salên 2017-2018’an operasyonên mezin kirin. Dema berxwedanek li hember xwe dît, dewleta tirk fêm kir. Yanî çiqas derfetên xwe hebin jî, amadekariyên xwe bi berfirehî kiribin jî zanî ku bi awayê dixwaze ev tevger ji holê ranabe. Bingeha şerê par hat kirin, şerê 2021’î ye. Wek ku me berê jî behs kir, operasyona Xakûrkê , operasyona Heftanîn û li bakur, operasyon hebû. Ev hemû bi hevdû ve girêdayî ne. Lê operasyona 2021’î li ser eyaleta Avaşîn dema hat kirin û milê Metîna jî beşekî operasyonê dema bi hevdu ve hat kirin, esas armanca xwe ew bû ku sala 2021 bigihîje encamê. Lê tiştê hesab nekir, wisa ev çiqas çarçoveya vê operasyonê bi amadekarî û plan be, beriya vê operasyonê hesab nekir ku wê hêzên gerîla çawa bersiv bide. Tam salek hesabê amadekariya demkurt kir ku wê bigihîje encamê.
Gerîla dîsa gav bi şûn de neavêt. Çalakiyê bi bandor çêbû, pêşketina dijmin, hat astengkirin. Lê wê demê ew şer û sekna gerîla sekinandin. Lê dewleta tirk, di nav xwe de cardin şîroveya operasyona sala 2021’î kir. Me jî aliyê xwe ve şîrove kir. Dewleta tirk gihîştibû wê qeneatê. Encamê bigire nebî, gelek bedelên giran bide. Dewleta tirk ev rastî dîtibû. Lewma zêde amade kir. Ya rast me jî ji aliyê xwe ve, zivistanê şîroveya operasyona sala 2021’î kir.
Me jî di nav xwe de em hemû bi berferehî niqaş kirin û cih bi cih me şîroveya wê jî kir. Tevdirên cihê kêm jî mabû, me got em zivistanê temam bikin. Êdî me dizanî wê operasyon çêbibe. Zemîn û şane û sedemên xwe ev bûn. Bi rêya Rêber Apo û PKK’ê gelek destkeftî hatine bidestxistin. Niha dewleta tirk bi van destkeftiyên kurdan aciz e. Ji bo rakirina ji holê ya van deskeftiyan çi ji milên wê tê dike û wê bike. Niha rastî ev e. Ji wê boneyê niha ev deskeftiyên heyî yên kurdan, ji bo bên tunekirin, ji bo dewleta tirk jê bigihîje encamê. Kê ji xwe re gef û xetere dibîne? PKK’ê dibîne. Ji ber ku dizane PKK bê bêbandorkirin ya jî ji holê bê rakirin, hêzeke li hember dewleta tirk li ber xwe bide, bisekine, şer bike nîn e. Ji wî berpêbûna xwe ya wisa bi dijwarî, li ser Rêbertî û ser tevgera me dike. A 2022’yan dema biryara wê da, amadekariya wê kir. Niha, erê rast e, ev me got pênc – şeş sal in ku tim li herêma Medyayê tim şer e. Hem ji hewayê ve hem ji erdê ve. Her şev û roj. Helbet di hinek cihan de operasyonên wisa bi mehan dewam kirin cuda bûn, lê operasyon her hebûn teybetbûna vê operasyonê ya 2022’yan, berhevbûn şerê van pênc- şeş salan bû. Hem ji aliyê me ve hem jî ji aliyê dewleta tirk ve. Dewleta tirk ev pênc-şeş sal in ser Heremê Medya operasyon kir, derbe xwar û ya jî di hinek cihan de li gor xwe encam girt çi bû û vê çawa temam bike, planê wê berfireh da û ji bo wê bi her aliyî re ket nav eleqekê. Ji bo bizane ku eger xeta Avaşîn, Zap, Metîna jî demkurt encam bigire destkeftê kurd yê biyê sebebê zemînê bingehê yê siyasî, wan dera hedef diki, dîqat biki dema operasyon destpêk çêbî, mehek şûnda Rojavayê Kurdistanê xistin rojevê. Digotin divê navberê de em ê Zapê temam bikin o hedef rojavayê Kurdistanê ye. Ev propaganda nedikir Erdogan. Planê heyî me bi vê operasyona 2022’yan, Zapê da me pîlana dewleta tirk bi bin xist, rê neda. Rastî ev e. Niha dewleta tirk, hem ji heremê agahî girtibû, ji bona îstixbarat bi destê MÎT’ê û hem jî bi keşfê hewayî yan jî yê erdê, ser van proje û pîlana, pîlannamekî da pêşiya xwe. Ji wê boneyê operasyona 2022’yan berfereh bû, her der da ber xwe. Niha ev operasyon, şeva 14’ê nîsanê bi 15’ê ve girê didê û 17’ê nîsanê, tenê teknîk bi kar hanî. Pir bi dijwarî. Ji pêncî zêdetir balafirên şer, ji bîstan zêdetir balafirên bêmirov ên keşfê, zêdetir balafirê bêmirov yê biçek û bi obus, tank û topan heta hinek fuzeyên van salê dawîn ji xwe re bi kar anî. Dane avakirin, çêkirin ya ji NATO’yê wergirtine. Bi wan, ev du sê roj destpêk heremê bi giştî lê da. Wan digot piştî van lêdana bi dijwarî li ev cihên bi vê teknîkê hatiye lêdan çi kes hebin hatine bêbandorkirin. Li gor xwe hesabekî dikin, bi helîkopterê skorsky cihê ji xwe re hedef kirine ya jî bi teknîk hatine lêdan, leşker deynin demkurt encam bigirin. Ev baş hesab kiribû. Hema tiştî hesab nekiribû, ev teknîka bi kar hanî, eger gerîla tedbîr girtibe, vê teknîkê bê bandor kiribû, leşker bê daynê wê em ber wî çawa şer bikin, lê me jî tedbîrê wî me girtibû. Mesele ev du sê roj in, piştê êrîşê hewayî bi şûn da destpêkê ji milê başûr ve hatin lûtkeya Kurojaro, dakevin. Du-sê rojan hevalan nehişt. Ji bakur ve ji milê Şehît Şahîn ve xwestin dakevin ser Girê Şehîd Şahîn. Hevala nehiş. Xeta Şemzînan, ji milê Rûbarok ve dema hatin, Werxelê rê neda leşker dayne. Her helîkopterê xwestin xwe daynê, hevala bersiv danê. Piştra, dîtin ji hewavê ve dakevin, astengî çêdibe çimkî gelek helîkopterên hem derb xwarin, heta hinek ketin xwarê. Cihê ser sînor, xeta Çelê, milê Şûkê û cihê 2021’î ew Avaşîn de hinek cihê stratejîk, cihê dijmin girtibû, ji wan aliyan ve ev carê hinek cihan bejahî hatin. Dema bejahî jî hevala bersivê xurt da, planê dijmin mîna hêvî dikir; demkurt encam bigire, berpirsyarê dewleta tirk rayedarê wê leşkerî, matmayî ma. Pêş dema Hûlûsî Akar piştî çalakiyê Çiyayê Reş û berxwedaniya Şehîd Şahîn, hat Çelê. Çû Colemêrgê, li wir daxuyanî da. Bi aşkerehî got; hinek rexneyên raya giştî li leşker hene Got; hewcedariya leşkeran bi moral heye. Ew axavtin belasebeb nekir. Çimkî pêşiya operasyonê, dema destpêka operasyonê deh-panzdehê rojê destpêkê hewayeke çawa ava kirin? Me operasyona Pencik-Kilît li Zapê kiriye û me Zap kilît kiriye. Hewayeke wisa dan avakirin, çimkî bi hêvî bû ji operasyonê demkurt encam bigirî. Lê wek me behs kir, bersivdayîna hevalan, berxwedana hevalan, çalakiyên bi bandor ên hevalan, rewşa berpirsyariyê yê leşkerên tirk, kir ku bi awayekê nêz bibe. Meha destpêkê artêşa tirk, Şikefta Birîndara, Şehîd Şahîn şikestibû. Bi dehan rojan, bê tevger mabû. Ne nan û av dihat, ne helîkopter. Dîmen hene, bêçare bû. Piştre, piştî hatina Hûlûsî Akar, ev çekên di şeran de qedexe ne, çekê kîmyewî, biryarê wê bi vekirî da û ji wê boneyê ji bo ser vê binketina xwe bigire, xwe serkeftî nîşan bide, îcar ber li operasyonê hat ferehkirin. Vê carê rojavayê Zapê, milê Metîna heta Girê Hakkarî, operasyonê wir wisa fireh kirin. Ew ne serkeftina wan bû, eniya destpêkê xitimîn, rewş guherî, xwest di wir de zû encam bigire. Hevalên wir jî dema bersivê xurt dan, dema daketina Girê Amediyê, Girê Cûdî, hevala çalakiyên pir bibandor kirin. Cenazeyên wan ji kendalan de hatin avêtin. Li cenazeyên xwe jî nebûn xwedî. Lê van ji raya giştî veşartin. Bi armanceke siyasî hewayeke wisa ava kirin ku wek ku hinek bi pêş ve çûbin nîşan dan û ji wê boneyê operasyon berfereh kiriye.
Rewşa dewleta tirk, operasyon ev meh du mehê destpêkê, êdî bibinketina artêşa tirk bû. Piştî şer dijwartir bû, lê dijmin jî êdî van çekên qedexe dema bi kar hanîn, li Şehîd Şahîn hinek hevalên me pêşengtiya hevrê Bager wana çar heval çalakî fedayî li dar xist. Û li gelek cihên din gelek ên wek Şikefta Birîndara, Kurojaro, li pir cihan çekê qedexe ku her kes îmza xwe avêtiye bin, dewleta tirk jî îmze avêtiye bin. Lê bi awayekê aşkere li dijî hêzên me li Zapê vê dewleta tirk ya namerd ev çek bi kar anîn. Li ber çavan qewimî, lê kesî dengê xwe nekir. Yên zêde digotin em mafên mirovan diparêzin, gelek dewletên qaşo xwe demokrat ya jî xeta ya demokrasiyê esas digirtin, her kes bêdeng ma. Mesele PKK, kurd be, siûda me nîn e. Dijminekî mîna dewleta tirk li hember me ye. Lê jixwe dewleta tirk jixwe her roj gefan li her welatî dixwe, her kes jê ditirsê. Erdogan jî dewleta tirk jî vî rastiyê dibîne, ji xwe re wek fersend bi kar tîne. Zextê li der û dorê dike û bi her awayî êrîşê hêzên me dike û cîhan jî mîna ker û lal û çavên xwe digire. Bertek nehat nîşandan û dewleta tirk jî li ser wî esasî cesaret digire o girt. Hinek belgeyên din dest me de hene. Ev kîjan welat hemberê hêzekî wan çekan bi kar bianiyana niha ew dewlet dadgeha mafê ya mirova da niha gere bihata darizandin, dihat darizandin. Rastî ev e. Lê îro nebe, sibe, sibe nebe, rojekê ev dewleta tirk ya berpirsyar hemberî vî sûcê şer ciwanê kurd yê kar anîne, dê hesaba wî bide. Niha dewleta tirk wisa vê operasyonê bi rêya çapemeniyê, xwe mîna serxistî dibîne, pratîkê de rastî ne ev e. Ev jî gerek rast bê zanîn. Niha mesele em bêjin ew teknîkê bi kar tîne, dewletekî mîna dewleta tirk, qaşo di NATO’yê de artêşa duduyan e, wisa nav lê dikin. Bi vê teknîkê hêzeke mîna gerîla ne welatekî berfireh, herêmeke wek Zap, ev neh heyv bî hemî derfetên xwe; siyasî, leşkerî, aborî, ji her aliyî ve, derxist pêş. Heta civak. Neh heyv e encam negirt. Hê jî şer dijwariya xwe berdewam e. Heta hinek cihê wisa, derbê xwarin, vekişiya. Rojavayê Zapê, girê Hakkarî, girê ser yê Amediyê, çalakiyê bi bandor çêbûn, mesela bêjin xeta Girê Amediyê û Girê Cûdî, kişiyan. Ne ewqas kişiya. Sebep ne ew bû. Li wir li ser wan her tim çalakî çêdibî, derbê pir xurt xwar, nikaribîn xwe têxe wê derê biparêzê, kişiya. Xeta Çemço teybet qada navîn em behs dikin; Saca… ma qaşo koordînasyona xwe yî leşkerî işte Rêcbirax, Şehîd Kuncî em dibên, wir danîbî, sevk îdara xwe ji wir didan meşandin, yê qada lê hevala bi rê û rêbazên bi bandor bi teknîkê xurt dîrekt wê navendê kir hedef. Yê di nav koordînasyona wir de cih digirt, serbaz hat kuştin, teymenek hat kuştin, serpelek hat kuştin, deh birîndar wir çêbûn, piştre jixwe nexweşxanê de çend roj paşê serpel jî hat kuştin. Ew koordînasyona li wir îmha bû. Piştre dijmin kişiya. Xetê Saca, Rêcbirax û derdorê wê, dijmin kişiya. Milê Kurojaro, lûtkeya Kurojaro û hinek cihên Kurojaro de, dijmin ew der jî berdan. Xetê Kurojaro jî cihê em Mam Reş dibêjin, ser asayîşa Şeladizê ye. Niha wir girtine. Yanî cihê dijmin ber çalakiyê gerîla derbê xurt xwar, ew der hatin valakirin.
Neh meh, xelas bûne va ye em ketin meha dehan. Hê jî şer bi dijwariya xwe li hinek herêman berdewam e. Niha şerê 2022’ya yê me da meşandin, dewletek mîna Tirkiyeyê, hemû derfetên xwe û teybet jî ew teknîkên bi dest xwe bi wê hemberê me kar anî. Lê yê me berxwedaniyê hevalê me yê da meşandin, destê wî da sîlahek qilêş bêjin en zêde sîlahê giran ya Bikîsî, belkî ser rextê wî çend bombe bê wî hebî, ser wê hesasiyetê hemberê mîna dewletê Turkiyê ra şer kir û ket êrîşê û rê neda dewleta tirk wisa erzan xwe serkeftî bide nîşandan û bigihe armanca xwe. Ev jî rastiyeke şerê yê me da meşandin da bû. Niha dewleta tirk derfetên xwe yên hanê, çekên qedexe, yên kîmyewî tank, top, balafirên şer, van têrê nekir. Mesele bêjin cihê Girê Heval tê de nav rewşek ya zehmetî de li ber xwe didin hemberê ew teknîkê min behs kir. Heval şer dikin, ev carê jî bêjin hinek cihê wisa krîtîk de, kepçeyên zirxî tînin, tûnela wisa dixwazin îmha bikin. Yanî destê dewleta tirk de çi navgîn hebûn, mîna çek bi kar anî û ser hêzên me yên gerîla ev şer dan meşandin. Ji bo wî mesela bêjin ê me nav rewşeke pir zehmet de hevalan ev berxwedanî kirin. Mesela bibêjin eger nav van rewşên wisa zehmetî de, dîsa hevalan fedakariyeke mezin nîşan da. Hinek çalakiyên xwe bi belge kirin. Di çapemeniyê de bi raya giştî wisa dan nîşandan. Jixwe ew jî nekirana dewleta tirk bi propagandayeke cuda wê xwe wisa serkeftî bida nîşandan. Piştî van belgeyên me yên çalakiyan dema da nîşankirin û dost, dijmin rastiya şerê yê par hat meşandin dema dît, yê 2022 nuh hinek rewşa şer a Zapê ji aliyê civakan ve hat hînkirin. Her hevalê me nava çi rewşê da hemberê dagirkeriyeke mîna dewleta tirk neh heyv zêdetir li ber xwe da, derbên xurt li dijmin xistin û rê neda dewleta tirk ku planê xwe yê destkeftiyên kurd û Kurdistanê yên hatine avakirin, qet nebe sala 2022’yan bibe encamê, ev berxwedana hevalên me, pêşiya vî dagirkerî astengiyeke mezin da rûniştandin. Ev jî rastiyek bû. Me got pir derbên xurt li dewleta tirk hat dayîn, wendahiyên dewleta tirk pir zêde bûn. Her roj bîlançoyê HPG’ê jixwe tê ragihandin, heta carinan mehan, bi rêk û pêk dihat belavkirin. Çiqas çalakiyên gerîla hatine kirin, çiqas leşkerên dewleta tirk hatine kuştin, ev bîlanço bi xwe re jixwe rewşa şerê Zapê çi astê de da nîşankirin. Dixuyê. Di vî şerî de, yê me jî wisa bedelên giran dan, ev jî rastiyek bû. Gelek hevalên me yên hêja, me şehîd dan. Me gelek qehreman şehîd dan. Lê ew heval hemû pratîk pêşengtî kirin. Di nav rewşên herî zehmet de. Mesela hevala Rojda Rojhilat, rêveberiya Zapê de cih digirt. Bê mêtirsî ji destpêka operasyonê heta şehadeta xwe nav zehmetiyeke mezin de fedakariyeke pir mezin da nîşankirin. Dîsa heval Mizgîn, Mizgîn Rojhelat, berpirsyara fermandariya Kurojaro bû, fedakariyeke mezin da nîşankirin. Hem şerê tûnelan, hem jî tîmê yê bi tevger, di tanzîmkirina wê de pratîk pêşengtî kirin. Wisa çalakî bi pêş xistin û derbên xurt li dijmin xistin. Viyan Botan, di hemî çalakiyên berê yên Zapê de jî hem fermandar hem pratîk pêşengtî kir û çû ji ser dijmin çek rakir. Di berxwedana li Şehît Şahîn de şehîd bû. Dogan Jîrkî di rêveberiya herêma Çemço Sîda de berpirsyar bû. Ji bo dijmin Şehîd Şahîn, xetê Saca, neyê Çemço fedakariyeke pir mezin da nîşankirin. Pratîk pêşengtî kir, derbên xurt li dijmin dan. Berê jî di gelek çalakiyên bi bandor de pêşengekê pratîk bû. Tîrêj Dijwar, berpirsyarê yekîneya tîme yê bi tevger bû. Milê Werxelê, di midaxeleyên wir de pratîk pêşengtî kir. Milê Şehîd Şahîn re pratîk pêşengtî dikir. Di van çalakiyan de wî bixwe cih tê de digirt. Tevî hêzên xwe ve, li Zapê di gelek cihan de, yanî kû derê gerek bûya, mudaxeleyê wir dikir. Bager Gever berpirsyarê Girê Şehîd Şahîn bû. Di berxwedana Girê Şehîd Şahîn de ev heval pratîk pêşengtî dikir. Fedakariyeke mezin kir. Derbên pir xurt li dijmin xistin. Rexmê dema dijmin çekên kîmyewî, çekên qedexe teqînên mezin pişt kir, rewşa tûnelan dema ket xeteriyê, dema piştî çalakiyê û rewşa dijmin agahî da hevalan, hevalan jê re got; “rolê te leyîstiye, serkeftî ye.“ Dikarî berdî, berde, te wezîfeya xwe pêk aniye. Heval Bager ji hevalan re dibêje: “Na, em bi çar hevalan re biryara fedayî didin.“ Komek heval dîmenên wê derê, belgeyên rêxistinî, hemî bi plan tevdîr digire. Van hevalan saxlem derdixe, digihîne hevalan. Bixwe bi çar hevalan re êrîş kirin, bi çalakiyên fedaî derbên xurt li dijmin xistin. Van hevalên wisa qehreman, ev şer wisa hat meşandin. Berxwedan derket pêş. Nûrî Yekta, berpirsyarê fermandartiya Girê Hakkarî dikir. Heval ….. li Girê Hakkarî di nav tîmên bi tevger de bi çalakiyên bibandor pratîk pêşengtî dikir. Heval Amed di çalakiyê Girê Hakkarî de berpirsyar bû ew bixwe tê di nav de bû. Heval Helmet li Zapê tîmên tevger bi tevger dikirin, pêşengtî dikir. Heval Zerdeşt, Ranya, Şehîd Şahîn berpirsyarê tunelê yê di berxwedanê de pêşengtî dikir. Ev hevalên ku min navên wan anî ziman, hemî mîna efsaneyekê li hember dagirkeriya dewleta tirk bê metirsî, çûn ser dijmin, li ber xwe dan. Ev navên min anîn ziman belkî bi sedan hevalan re hevaltî kirin, me di vî şerî de şehîd dan. Ji bo wê di şexsê wan navên me anî ziman, van şehîdên qehreman, hemî şehîdên vê şoreşê em bi bîrtînin û bejna xwe li ber van şehîdên qehreman em ditewînin. Bawerî bi hevalan re hebû. Li ser soz û biryara xwe bûn. Sozê xwe, xeta Rêber Apo, ji bo rast temsîl bikin li ser wî esasî ev pratîk da meşandin. Her hevalê me behsa navê wî kir. Di çapemeniyê de heval dîmenên wan didin, hemî sozê wan çawa ye, girêdana xwe ya bi Serokatiyê ve yanî Rêber Apo, tevgera me PKK’ê û ji bo layiqî gelê kurd û Kurdistanê, çi fedakarî bivê bedel çi be, soza wî da li ser vî esasî pratîk derket vê astê. Rastiya şerê hat meşandin, di vê çarçoveyê de ye.
Niha operasyon berdewam dike. Ewane dibêjin encam hatiye girtin, ew ne rast e. Di leşkeriyê de cihê ku encam bê girtin; cihê hat dagirkirin li wir hindî temas çênebin, yan şer nebe, yan jî kesek nemîne, li wir tê wateyê ku ew hêz encam girtiye. Eger niha jî şer dewam dike, êrîşên dijmin hîn dijwartir dewam dike, wê demê operasyona li Zapê daye destpêkirin, bi serkeftî nîne. Di qanûn û qaîda şeran de ev wiha ye. Rast e dijmin li hinek girên Zapê hene û li derdor jî heval hene. Yanî heval û dijmin di nav hevdû de ne. Yanî hevalan herêm terk nekirine. Bi taybet niha li Herêma Çemço û Sîda şer dijwar dewam dike. Dewleta tirk dema hat Çemçoyê, ji destpêka operasyonê ve, li Çemço girek heye em dibêjin ‘Kara Çemço’ 9 mehan hemû derfetên xwe derxist pêş, lê nekarî wî girî bigire. Niha jî li wir di navber hevalan û dijmin de, pevçûnên dijwar hene. Heval her roj li Çemçoyê çalakî dikin, dîsa heman astê li Herêma Sîda, di hinek giran de dijmin heye û di heman giran de, heval jî hene. Operasyon bi dawî nebûye û şer jî bi dijwartiya xwe berdewam e. Çalakiyên hevalan jî hene. Dijmin çawa ku mîna destpêka operasyonê çekên qedexe yên kîmyewî bi kar dianî, niha li girê Şehîd Adil ê bi ser Sîdayê, her roj çekên qedexe û kîmyewî bi kar tîne. Dîsa li derdorê Sîda bi xwe, gelek cihan teqemeniyên mezin dikin û çekên kîmyewî bi kar tînin. Dewleta tirk û berpirsyarên wê dibêje, operasyon bi dawî bûye, ew ne rast e û vê jî ji bo weke hincetek nîşan dide. Em ketin salekî nû, ev operasyon hê berdewam dike, di demê pêşde wê şer hinek dijwar bibe. Lewma her ji niha ve ji bo hincetekê wek tevdîr digre, dema ev çalakiyane çêbûn da ku kes nebêje ev salek e, te hê encam negirtiye û ev bû sala diduyan hê operasyon dewam dike. Ji bo demê pêş ji xwe re qilifekî din çêbike, da ku wisa bixuyê ku dest bi operasyonekî nû dike. Li gorî nêrînên min, ji bo wê yekê daxuyaniyên wisa dide.
Niha weke ku me anî ziman, operasyon dewam dike û wê dewam jî bike. Ji ber ku eger dewleta tirk bixwaze encam bigire, neçare dewam bike. Qasî dixuyê jî dewam dike. Dema mirov amadekarî û hemû aliyên din tîne gel hev, ev operasyon wê berdewam bike û şer dijwartir bibe. Di aliyê me de jî ev pêvavoya derbasbûnê, me ji dewleta tirk re nîşan da. Li cihê em bixwazin tu bi hemû derfet û tevdirên xwe û bi hejmarek mezin jî werî, cihê em bixwazin em dikarî wî girî bi mehan biparêzin. Ev şerê 2022’yan hat meşandin, li gelek giran me ev yek nîşanî dewleta tirk da. Tu wisan nikarî çi girê ku bixwazî dagir bikî, li hemberî hêzên ku bersiv bidin hene, me ev peyam da. Di encam de em tevgerek a gerîla ne. Tarz û taktîkên me jî yên gerîlatiyê ne. Ev du-sê salên dawîn li hinek cihan, eger dijmin were ji veşartinê zêdetir em ê sing bi sing parastina van giran bikin. Tenzîmê me li ser vî esasî bû, tevdirên me di vê çarçoveyê de bû. Niha jî ji bo parastina giran, wê heman rêbazên me bên karanîn. Lê ji vir û şûnde em ê jî hinek hem taktîk û hem jî teknîka xwe ji nû de, biguherînin. Ne tenê di aliyê parastinê de, li hinek cihan em ê ji parastinê zêdetir êrîş bikin. Lewma ez dibêjim, şer wê li van qadên me behs kirin, wê dijwartiya xwe bimeşe. Yan jî hilbijartin heye dijmin ketiya hewaya hilbijartinê û wê şer hinek sist bibe, ev şaş e. Niha hikûmeta Tirkiyeyê dîktator-dîkte be, di şer de hebûna xwe dide nîşakirin, yan jî rûnişkandin. Lewma bi baldar bin hevkarê Erdogan kiye, Bahçelî yê MHP’î ye. Di rastiyê de du kesayetên cuda ne, lê her yekê jî ji yê din hîn bêhtir faşîst û dîkte ye. Dibe Erdogan di fermiyetê de serokkomar bixuyê, lê esas fikrê MHP’ê, fikrê faşîstan Tirkiyeyê birêve dibe. Gelo niha Erdogan bê Bahçelî, MHP’ê dikare yek biryarê bigre? Lewma niha ev hilbijartin li kîjan welatan bi edaletî dimeşe? Li cihê hiqûq, edalet, demokrasî hebe yanî mafên mirovan li pêştir be, li wan cihan hilbijartin girîng e. Lê cihek mîna Tirkiyeyê, ma edalet, hiqûq, qanûn lê heye. Ji bo wê dema mirov şîroveyan van jî baş bike, hilbijartinekê bi edalet wê çênebe. Yan jî dibêjin muxalifet, ma li Tirkiyeyê muxalifet heye? Dibêjin muxalefetê kurd heye û derdor jî hinek siyasetmedarên kurd tifaq çêkirine, lê muxalifeta esasî tune ye. Niha dibêjin CHP muxalefeta esasî dixuyê, çi eleqeya xwe bi muxalefetê ve heye? Erdogan polîtîkaya ku dide meşandin, wê jî li gor poltîkaya xwe ber dideyê. Ma muxalefeta wisan dibe? Muxalefetek bi tirs û bi fikar, yan jî bi nav û rêbazê cuda dikare Erdogan bê bandor bike, Erdogan rejîma berê ya Tirkiyeyê jî guhert û rejîmek nû ava kiriye. Artêş a wî ye, hêzên taybet a wî ye, hiqûq a wî ye, qanûn bi xwe ye û hilbijartin derkeve jî li gorî nêrînên min wê der nebe. Ma di hilbijartina beriya vê ya serokkomariyê de, ma Erdogan ji hilbijartinê derket, dinya alem dizane wisan nîne. Tirkiye jî vê dizane, bi xwe jî dizane, heta dema hinek kesan got derneketiye hîle ye, wî axaftinek kir; ‘Ati alan uskudari geçtî’ yanî hema çi bêjin xilas. Hîn di wî demî di wê astê de, bi temamî her tişt nebû. Li gor nêrînên min hilbijartin wê bi edalet û demokrasiyê, ne meşe. Ji bo wê sala 2023’yan, şer wê dijwartir bimeşe. Gel û dostên kurd divê, vê rastiyê bizane û bi taybet jî ciwanên kurd li her cihê ku lê ye, bakur dibe, başûr dibe û li kuderê be ger derfet hebe tev li bibe û yên derfetên wan jî neyî, xwe bi rêxistin bikin. Her ciwanek kurd ji bo şer xwedî tecrûbe ye, yanî dikarin xwe baş rêxistin bikin. Yên dagirkerî û zordestiyê dikin, diyar in. Yên zilmê dikin jî diyar in. Hedef bidin diyarkirin û lêxin. Divê ciwanên kurd, leşkerên tirk mîna dijmin bibîne. Cih û demê wê baş tespît bike û lêxe. Di vî alî de bi taybet ciwanên kurd, divê tev li pêngava Bazên Zagrozê û pêngava Cenga Xabûr a Şehîd Savaş bibe. Tevlêbûn îlah bi Zapê, tişta ku em qalê dikin ne ev e. Li kûderê be, li bakurê Kurdistanê û metropolan be, mîna van baz û cengan dikare xwe bi rêxistin bike, çalakiyên bi bandor li dar bixe û li gor wê tevger bike. Hêviyên me ji ciwanên kurd li ser vî esasî ye.