Li gorî daxuyaniya Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li nêzî bajarokê Keferoma yê li başûrê Idlibê, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam êrîş birin ser hêzên hikûmeta Şamê. Di encamê de 8 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.
Ajansa nûçeyan a fermî ya hikûmeta Şamê SANA’yê ragihand ku li Derayê jî 6 wezîfedarên ewlekariya hundirîn jiyana xwe ji dest dane.
Tê gotin li Derayê 2 teqîn çêbûne û gelek ji hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane.