Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê de hewldanên beşdarkirina Îranê

Beşdarkirina Îranê di hewldanên nêzîkirina Şam û Enqereyê, zextên hevalbendan ên li ser Îranê, her wiha aloziya Lîbyayê mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

Têkildarî rewşa Sûriyeyê û hewldanên beşdarkirina Îranê di nêzîkbûna navbera Şam û Enqereyê de, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisand: “Xuyaye ku Enqere û Moskova beşdarkirina Îran di hewldanên normalîzekirinê yên di navbera Tirkiye û rejîma Sûriyeyê Beşdar El Esed de pêwîst dibînin.

Duh (Çarşemê) wezîrê  karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov  ragihand ku ku Moskova piştevaniya hewldanên serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên ji bo çareserkirin û asayîkirina rewşa giştî ya di navbera her du cîranên Tirkiyê û Sûriyê de dike. Piştî çend setan ji van daxuyaniyan berdevkê serokatiya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin anî ziman ku welatê wî beşdarbûna Îran di dan û standinê bi Sûriyeyê re yên bi navbeynkariya Rûsyayê pêşwazî dike.

Lavrov di civîneke çapemeniyê de ku roja sêşemê bi hempîşeyê xwe yê Misirê Sameh Şukrî re li Moskovayê pêk anî got ku bi armanca beşdarkirina Îranê di dan û standinên normazîkirina têkiliyên Enqere û Şamê de, lihevkirineke çêbûye.

Daxuyaniyên Lavrov ên der barê beşdarkirina Îranê di pêvajoya nomalîzekirina têkiliyên Enqere û Şamê de, piştî kêmî rojekê ji daxuyaniyên serokomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan hatin, ku gotibû ji bo pêkanîna istiqrarê li bakurê Sûriyeyê, divê hevdîtinên di navbera welatê wî, Rûsya û Sûriyeyê de berdewam bin, mumkin e Îran jî tevlî bibe. ”

ʹRola hîlala şîa di bingefa hilweşînê de yeʹ

Rojnameya El Ereb di nivîsekê de bal kişand ser zextên hevalbendan ên li ser Îranê. Di nivîsê de wiha tê gotin: “Hîlala Şîa ya ku ji aliyê Îranê ve hatiye avakirin ku ji Iraq, Lubnan û Sûriyeyê pêk tê, di pêvajoyeke xirab re derbas dibe. Mirov dikare wekî pêvajoyeke kujer bi nav bike. Diyar e ku ev dewlet ji destpêka sala 2023ʹyan ve, ji her demê bêtir di bin gefan hilweşînê de ne. Sedema vê yekê jî ji êrişên leşkerî zêdetir girêdayî kêmbûna dolar e.

Şîrovekar diyar dikin ku “Hîla Şîa” di bin gefa hilweşînê de ye, sedema vê yekê kûrbûna aloziya kêmbûna dolar, aloziya di sazî, krîzên aborî û şerên navxweyî ne.

“Hîlala Şîa” têgeheke siyasî û mezhebî ye ku ji aliyê Îranê ve tê bikaranîn da ku çavnebariyên xwe yên berfirehbûnê binixwimîne û hêviyên xwe yên daqurtandina Iraq, Sûriye û Lubnanê îfade bike û dergeheke ji xwe re li Deryaya Spî peyda bike.

Di demekê de ku Îran û Sûriye  rastî cezayên tund ên Amerîka û navneteweyî ên girêdayî siyasî û aborî tên, Iraq xwedî gelek berhemên petrolê ye ku pereyan jê derdixîne, lê ew ne di bin kontrola wê de ye, ji ber ku ew di bin kontrola banka Federal a Amerîkî ya li New Yorkê de ye.

Li gel cezayên li ser Îranê, DYAʹyê çavdêriyeke xurt li tevgera diravî ya hikumeta Bexdayê dike, da ku rejîma Îranê tengav bike. Rewş gihişt asta ku Bexda neçar bimîne ku hewcedariyên xwe bi dînaran ji Tehranê bikire, di enamê de nirxê dînarê Iraqê paş ket û reyalê Îranê hilweşiya.

Di havîna 2015ʹan de desthilata Amerîkayê hesabê banka navendî ya Iraqê di banka yedek a fedelar de sekinand da ku nehêle rêxistina DAIŞ sûdê ji van pereyan bigirin.

Têkildarî Lubnanê jî, tebeqeya siyasî ya serdest jî ku piranî mafiya ne, bi hev re dixebitin da ku bi aweyekî plankirî welat talan bikin. Her wiha di aliyê sazûmanî de Lubnan pûç bûye û ji sala 2020ʹî ve îflas bûye.

Îran ji bo ku bigihêje saziyên dewletê, bi kesayet û partiyên herêmî re tifaqan çêkiriye.

Îranê di stratejiya xwe ya herêmî û navneteweyî de Sûriyê xistiye rêza yekem. Ji ber ku kontrolkirina Sûriye, tê wateya  garantiya dorpêçkirina dijberên xwe yên Kendavê û Tirkiyê. Di encamê de da ku wan îzole bike û wan neçar bike ku bandora Îranê ya li herêmê nas bikin, heman demê da ku rola navnetweyî ya Îranê were xurttkirin ku wekî hêza yekemîn a xurt li Rojhilata Navîn e.

Ji aliyê din ve, kontrolkirina Sûriyê fikra projeya hîlala Şîa dike rastiyeke erdnîgarî û civakî û çavkaniyeke stratejîk a hevgirtî da ku di çarçoveya têkiliyên herêmî û navneteweyî de bê bikaranîn.

ʹLîbya : Nakokiyên li ser postên serdestî careke din derdikevin pêşʹ

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El Beyan wiha nivîsand “Li gel nîqaşên li ser rewşê û ragihandina dema tayîdkirinê de, li Lîbyayê dosyaya tayînkirina rêveberan di postên serwerî de careke din derdikeve pêş. Ev yek piştî derbasbûna du salan li ser peymana têkildarî vê mijarê ya di navbera parlamento û meclisa dewletê de pêk tê. Peyman ku di çarçoveya rêzecivînên li bajarê Bozînqa yê Mexribê de hatibû îmzekirin.

Lîbyayî li benda helwesta fermî ya parlamentoyê ne, nemaze piştî ku Meclisa Şêwirmendiya Dewletê ragihand ku wê dabeşkirina dosyayên namzetên ji bo wergirtina postên serokatiyê bi dawî kiriye. Ev yek hemwextî derketina nakokiyên di navbera serokên her du meclisan de ji raya giştî re pêk hat. Nakokî bi giranî li ser bingeha destûrî ya ji bo hilbijartinên bê ne.

Meclisa dewletê di rûniştina xwe ya duh a bi serokatiya Xalid El Mişrî de, erêkirina mekanîzmaya pêşniyarkirî ya der barê hilbijartina hin xwediyên postên serwerî de ragihandibû. Hejmarek ji endamên wê jî boykota xwe ji vê biryarê re ragihandin û daxwaz kir ku pêwîste pêşî giraniyê bidin erêkirina qanûnên hilbijartinan.

Çavdêr dibînin ku nakokiyên di navbera aliyan de, bandorê li dosyaya postên rêveberên saziyên serwerî yên li Terablusê wekî banka navnedî, desteya hilbijartinan û dîwana hesabê dike. “

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar