Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;
1’ê sibatê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Êrîşên artêşa tirk a dagirker;
29, 30, 31’ê çileyê û 1’ê sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê, qada Çemço ya ser bi nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê û li nêzî gundê Sîdayê çeperên berxwedanê yên gerîla bi dehan carî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”