Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Nakokiyên Îranê û Tirkiyê dijwar dibin’

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Di van çend salên dawî de, wisa di rû re dihat xuya kirin ku têkiliyên Tirkiyeyê û Îranê xweş in.

Erê di hinek waran de têkiliyên wan bi pêş ve ketin. Bi giranî têkilî, peywendî û danstandinên wan ên bazirganî, her nuha jî bi asayî birêve diçin.

Lê taybetmendiya herî balkêş û kevnar, peywendî û peymanên wan ên li dîjî doza Kurdistanê ne.

Ji bilî van têkilî û peywendiyên wan ên berbiçav ti têkiliyên wan ên bingehîn/stratejîk ên siyasî nîne.

Berevajî, nakokiyên giran û bingehîn hene. Nexasim piştî derbeya li ser şahinşahiyê û damezrandina rejîma îslamî ya Xumeynî, van nakokiyên dijwar despê kirin.

Bêgûman, ev nakokiyên di radeya dujminkarane ya di çarçova siyaseta DYEyê de ku li  dijî Îranê hat meşandin. heta îro, bê navber dewam kir. Belê Tirkiye, vê dujminatiyê, di bin perdeya tirkperestiyê û mezhebperestiya de vedişêre.

Ev dujminatî, carcaran dijwar bû, gihişt asta destêwardanê û pêkanîna derbeyê jî, lê jiber gelek sedemên hundurê Îranê, herêmê û konjoktora cîhanî bi ser neket.

Bêgûman, bi pêşengiya DYEyê, Îngiltere û Israilê, ji bo rejîma islamî ya Îranê were hilweşandin, her derfet hat xebitandin.

Di vê dema dawî de, hinek nîşanên balkêş hene ku dîsa hewldanên xwe yên destêwerdana Îranê û hilweşandina rejima meleyan xurt dikin.

Jixwe ew hinceta ji mêjve ya ku Îran di nava hewldana hilberîna çekên nuklêrî de ye, dewam dike.

Piştî rûdana şerê Rûsya û Ukraynayê, êdî hinceta ku Îran çekên giran û bi taybetî firokên/dironên bê mirov dide Rûsyayê jî, li gunehê Îranê hate zêde kirin!

Wisa diyar dibe ku sedemek giring a ku nikaribû rejima meleyan a Îranê birûxîne jî; jiber tu dewletên cîranên Îranê ku desteka stratejîk, ji wan re pêşkêş bikin tunebû.

Piştî rûxandina rejîmên Efxanistanê û Iraqê, jixwe re hinek bingeh xweş kirin. Lê dîsa têra rûxandina Îranê ne dikir. Lewma bi navê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn, weke cîgirê serok Buch ê vê projeyî R.T.Erdogan, anîn ser desthilatiya/rejîma Tirkiyeyê!

Em jibîr nekin, di zemanê serokwezîriya Çiller de jî, xwestin êrîşî Îranê bikin. Çîler qebûl kir, lê Demirel razî nebû û digot; “qey ev jinik dîhn bûye, şeple pêketiye, ev dike mala me xerabike” û hwd!

Îca nuha R.Erdogan, hatiye sînorê manûnemanê(Bahçelî dibêje ‘pirsgrêka me ya bekayê heye’). Ji bo desthilatiya xwe dewam bike, dikare her tiştî binpê bike.

Ma kirinên wî yên wahşî li Bakur, Rojava, Başûr, Sûriye, Libya û hwd.ne li ber çava ne?

Hema li kuderê şer hebe baz dide diçe wira û şer gûrtir dike.. Ya jî li kuderê gûman û bêhna şer hebe, hema bi lez hêzên xwe yên bi rêya SADATê perwerde kiriye dişîne û li wira şer derdixe. Têkilî û peywendiyên wî yên li gel Azerbeycanê; şerê li dijî Ermeniyan li Qerebaxê, Şûşa û hwd. Her wiha têkilî û peywendiyên wî bi Talîbanên Efxanistanê re jî, di heman çarçovê de ye.

Nuha DYE, lez daye dîplomasiya Rojhilata Navîn. Wezîrê wan ên derve A.Blinken, çû Misrê, Israilê û Flistînê. Peyamên dijwar, li dijî Îranê dide. Hevalbendiya xwe ya xurt bi Israilê re ya bi taybetî li ser dijberiya Îranê nîşan dide û dibêje; “em û Îsrail, li dijî xeteriyên Îranê weke hev difikirin” û hwd.

Li aliyê din Rûsya jî lez daye karê dîplomasiya vê herêmê. Lavrov, dibêje; “em dixwazin, sêqoliya Rûsya-Tirkiye-Sûriyeyê, Îranê jî beşdar bikin, bila bibe çarqolî”!

Em bînîn bîra xwe, diviya di 18yê Çile de, li Moskovayê wezîrên derve yên Tirkiyeyê û Sûriyeyê biciviyan. Lê jiber ku DYEyê, bi lez Çavuşoglu rakişandan Washingtonê, ew hevdîtin hate rawestandin. Êdî ka kengî DYE, destûrê dide R.Erdogan û ji bo ku van hevdîtinên 3 qolî an 4 qolî pêkwere, ne diyar e!

Di vê navberê de, wezîrê derve yê Îranê Ebdullahiyan, gera xwe ya Moskovayê(16.1.2023) da rawestandin!

Hema di heman van rojan de, êrîş çû ser Balyozxaneya Azerbeycanê ya li Tehranê(27.1.2023). Berî vê êrîşê, Îranê ragihandibû ku, Erîwan û Tehran du bajarên xuşkbirane!

Her wiha, Tugaya Islamiya Berxwedêr Ehrar El Iraq(bi Heşdî Şahbiya ser bi Îranê ve), êrîşek bi fuzeyan bir ser baregeha leşkeriya Tirk a li Zilkana Başîqayê(1.2.2023). Li vira SADAT a R.Erdogan, çeteyên kujer perwerde dike.

Dewleta Tirk, li Qersê, bi navê Tetbîqata Zivistanê ya 2023an, tetbiqata xwe ya herî mezin, di 18ê Çile de da despê kirin. Di serî de, Tirkiye, Azerbeycan, Qezekistan, Elmanya, Îngiltere, Îtalya, hemû 17 dewlet bi hevre, vê tetbîqata ewqas mezin a ku hîn jî dewam dike, gelo li dijî kê ye? Bê gûman dijî Rûsya û Îranê ye!

Li goreyî van bûyeran û hinek din ên balkêş, DYE, şûna destûrê bide ji bo dagirkirinek din a bi leşkerî ya bejayî li ser Rojavayê, gûman û pêşbînî xûrtir dibin da ku vê carê R.Erdogan bajo ser Îranê. Jixwe gelek rayedarên DYEyê û herî dawî jî A.Blinken dibêje, “em razî nabin ku dewleta tirk, êrîşên bejayî bibe ser Rojavayê”!

Hilbet, divê tevgêr û gelê Kurdistanê ti caran xemsar nebin, her dem ji her cûre êrîşan re, hişyar û amadekar bin!

Nûçeyên Têkildar