PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

CPT dikare bêyî destûra Tirkiyeyê raporê biweşîne

Ji Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê Parêzer Mîchela Arrîcale diyar kir ku CPT li dijî binpêkirinên mafan ên bi awayek sîstematîk li Îmraliyê tê meşandin, dikare bêyî destûra Tirkiyeyê raporê biweşîne.

Peywendiyên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 36 kesên ji 7 welatên cuda pêk tê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi dawî bûn. Endama Yekîtiya Hiqûqnasên Ewropayî ya Ji Bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê li Cîhanê Mîchela Arrîcale ji ANF’ê re axivî. Arrîcale ji Îtalyayê tevlî delegasyonê bûye.

‘Mînaka tecrîda Îmraliyê wekî ya Monte Crîsto Kontû ye’

Arrîcale anî ziman ku ew ji bo şopandina doza parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Serdemê (ÇHD) û Buroya Hiqûqê ya Gelan (HHB) hatibû Tirkiyeyê û got ku ew baş dizane ku li Tirkiyeyê hiqûq çawa dimeşe. Arrîcale diyar kir ku ew ji sala 2016’an ve bi pirgirêka kurd re eleqeder dibe. Arrîcale bilêv kir ku hevserokek a organîzasyona li Îtalyayê ku ew jî endam e, parêzerek jin a kurd e û destnîşan kir ku ew demek dirêj e bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin re, eleqeder dibe û ji bo dawî hatina vê bê hiqûqiyê di nava delegasyonê de cih girtiye.

Arrîcale got ku bê hiqûqiya li Îmraliyê tê kirin, li tu dera cîhanê mînaka wê nîne û diyar kir ku rewşa tecrîdek wiha, mirov dikare encex bi romana Monte Crîsto Kontû re bîne ber hev.

‘Organîzasyonên Navneteweyî mudexeleyên pêwîst pêk naynin’

Arrîcale îşaret pê kir ku dewleta tirk bi xwe jî di nava alîgirên peymanên navneteweyî de ye, lê li gorî van peymanan tevnagere û hiqûqê pêk nayîne û bal kişand ku organîzasyonên navneteweyî yên welatên di nava peymanan de jî, mudaxileyên pêwîst pêk nayînin. Arrîcale ragihand ku ev organîzasyon ji hiqûqê zêdetir, armanca wan polîtîk e.

‘CPT dikare bêyî destûra Tirkiyeyê raporê biweşîne’

Arrîcale got ku heman rewş ji bo CPT jî derbasdar e û wiha pêde çû: “Wezîfeya CPT’ê pêşîlêgirtina îşkenceyê ye. Lê dibêje ku bêyî destûra dewleta tirk, wê rapora ku amade kiriye neweşîne. CPT di rewşên binpêkirinên mafan ku weke li Îmraliyê tê pêkanîn, dikare bêyî destûra dewleta tirk raporê biweşîne. Lê vê yekê pêk nayîne. Ev jî mijareke polîtîk e. Ji ber ku CPT di heman demê de organîzasyonek e girêdayî Konseya Ewropayê ye.”

Arrîcale bi bîr xist ku dewletên desthilatdar hiqûqê mîna çekê bi kar tînin û ev tişt got: “Sê faktorên cuda yên tecrîda li ser Abdullah Ocalan hene; yek civakî, yek polîtîk û yek jî hiqûqî ye.”

Li Îtalyayê hedefa dawîn a tecrîdê: Alfredo Cospîdo

Arrîcaleyê got ku hemû polîtîkaya hemû dewletan a tecrîdê bi vî awayî ye û ji welatê xwe Îtalyayê mînakek nîşan da. Arrîcale diyar kir ku herî dawî anarşîstê bi navê Alfredo Cospîto bu hedefa van polîtîkayên tecrîdê û wiha got: “Ji ber îdîaya ku li dijî hikûmetê rabûye, cezayê muebetê ya heta bi hetayê jê re tê xwestin. Li girtîgehê li dijî vê vê bêhiqûqiyê ev sê meh in li girtîgehê ye û rewşa wî ya tenduristiyê her ku diçe, xirab dibe. Mirov kengê qala bê hiqûqiyê bike, hikûmet hewl dide van kesan mîna terorîst nîşan bide.”

Arrîcale destnîşan kir ku tecrîd îşkenceyek e û li dijî kê bê kirin, divê mirov li dijî wê rabe û diyar kir ku divê mirov vê mijarê polîtîk, civakî û hiqûqî binirxîne. Arrîcaleyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em bi hemû derfetên di destê xwe de, bikevin hewldanê. Divê ji bo binpêkirina mafekî herî biçûk jî, mirov îtîrazên xwe li DMME û dadgehan bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar