PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Em hêza xwe ji Rêber Apo digirin’

Gerîlayên HPG û YJA Starê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, ji bo têkbirina komployê wê li ber xwe bidin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivîn.

Têkoşer Farqîn di axaftina xwe de got ku gelek welat tev li komploya navneteweyî bûne û wiha got: “ Rûsya ku ji xwe re dibêje ‘Ez sosyalîst im’ ew jî di nava komployê de nebû. Gelek dewletên ku digotin ew dost in, aşkera bû ku di nava komployê de rola wan heye. Dîlgirtina Rêberê me ji bo gelên cîhanê cihê êşeke giran e. Divê tu netewe vê qebûl neke. Demeke dirêj e agahî ji Rêberê me nayê wergirtin. Li Îmraliyê tecrîd û îşkenceyeke giran heye. Ev yek jî bi agahdariya CPT tê kirin. Li çar parçeyên Kurdistanê û temamiya Ewropayê gelê me ji bo azadiya Rêbertî û jiyana li welatekî azad  hewl dide. Dîlgirtina Rêberê me ne tenê dîlgirtina kurdan e, her wiha tê wateya dîlgirtina  hemû gelan.

Bêguman îro gel hemû tev li şoreşa PKK’ê bûne. Ev yek jî bi saya îdeolojiya Rêber Apo pêk hatiye. Me rastiya xwe di îdeolojiya Rêberê xwe de dît. Raperînên berê hemû ji aliyê dijmin ve hatin tepisandin, bi pêngava Rêbertî û damezrandina partiya me PKK’ê re mejiyekî nû afirî. Û îro bi vê hişmendiyê em pêşengiyê ji civakê re dikin. Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya partiya me, di sala 2023’an de divê em xwe ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re amade bikin.”

Hebûn Dilsoz da zanîn ku 15’ê Sibatê ji bo gelê kurd rojeke tarî ye û ev tişt anî ziman: “ Rêberê me 25 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide. Berxwedana li tunelên şer bi têkoşîna Rêbertî xurtir dibe. Bi berxwedana Rêbertî gel rabû ser piyan. Gel xwe nas kir û bû yek. Ez weke mirovek ji neteweya ereb, komploya li dijî Rêbertî şermezar dikim. Bi rêya komployê xwestin şer bixin navbera gelên ereb û kurd, lê belê berevajî vê yekê bû. Têkiliya navbera gelên kurd û ereb xurtir bû, hîn bêhtir bûne yek. Niha jî bi hev re ji bo azadiya Rêbertî û Kurdistanê têdikoşin. Armanca gel û gerîla jiyaneke azad a bi Rêbertî re ye. Min Rêbertî nas nedikir, lê belê piştî ku tev li nava refên gerîla bûm, min ew nas kir. Gelekî dixwazim Rêbertî bibînim, ji bo vê em têdikoşin.”

Gerîlaya  YJA Star Besê Anûş komploya navneteweyî şermezar  kir û wiha axivî: “Komplo bi her awayî ji bo gelê kurd û gelên cîhanê êşeke mezin e. Dema dawî li gelek deverên cîhanê gel ji bo têkbirina komployê çalakiyan lidar dixin. Armanca me gerîlayên YJA Starê têkbirina komployê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Rêberê me roja me ye. Çawa ku mirov nikare bêyî rojê bijî em jî bêyî Rêbertî nikarin bijîn. Di sala 2023’yan de divê em komployê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin. Em gerîla dixwazin komployên li ser gelê kurd têk bibin. Dewletên ku tiliya wan di nava komployê de heye şermezar dikim. Ji bo têkbirina komployê em ê her li ber xwe bidin.”

Gerîla Fûat Mahabad got ku dijmin bi rêya komploya navneteweyî xwest PKK’ê tune bike û ev tişt anî ziman: “Di demekê de ku gelê kurd li ser piyan bû, Rêbertî dîl girtin. Ji dijmin hebû ku bi dîlgirtina Rêbertî wê bigihêje armanca xwe, lê belê têkoşîna Kurdan niha li tevahiya cîhanê deng vedide. Ev yek jî bi saya îdeolojî û felsefeya Rêbertî ye. Biryardariya me gerîlayan ew e ku di sala 2023’yan de azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin. Ji ber vê yekê her çalakî gelekî bi wate ye. Çalakiya herî mezin a ku ciwanên kurd bike jî tevlibûna li nava refên gerîla ye.”

Firat Çiyager bal kişand ser şerê heyî û wiha got: “Bi felsefeya Rêberê me gelê kurd têkoşiya. Şerê ku niha li Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin, hêz û moralê ji berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê werdigire. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ji bo bersivê bidin êrîşên dijmin wê erk û berpirsyariya xwe bi rengekî serketî bi cih bînin. Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşîna xwe mezintir bikin, em ê bi ser bikevin.

Peyman Dilsoz jî di axaftina xwe de ev tişt got: “15’ê Sibatê ji bo me rojeke tarî ye. Dijmin çi dike bila bike nikare roja me tarî bike. Rêbertî tevî ku 25 sal in li zindanê dîl tê girtin jî ji berxwedanê tawîzê nade. Em li ser şopa Rêberê xwe ne û bi ronahiya wî jiyana xwe dewam dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar