Serokê Şaxê Wanê yê Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) Mûrat Atabay bi bîr xist ku di serdema nû ya perwerde û hîndekariyê de ya ku îro destpê kir, perwerdeya bi zimanê dayikê nayê dayin û pirsgirêk dewam dike. Atabay diyar kir ku nedana perwerdeya bi zimanê dayikê ya ji bo zarokên kurd, ji bo serketina akademîk, baweriya bi xwe û pêşketina civakî û zanebûnê astengiyan çêdike.
Serokê Şaxê Wanê yê Egîtîm-Senê Atabay ji ANF’ê re axivî, bal kişand ser polîtîkaya perwerdeyê ya bi yek zimanî ku li ser gelê kurd û gelên din tê ferzkirin û got, “Di perwerdeyê de pirsgirêka herî mezin ev e. Malbat jî zanin ku neçar dimîne bi zimanekî nizanin zarokên xwe perwerde bikin. Ji ber zimanê ku îdeolojiya fermî ferz dike, meyla malbatan jî mixabin ber bi vî anî ve guherî ye. Ji bilî zimanê dayikê mixabin hewl didin ku zimanê fermî hînî zarokên xwe bikin.”
‘Dibe sedema pirsgirêkên psîkolojîk’
Atabay bal kişand ser pirsgirêkên psîkolojîk ên bi zarokên bi zimanê xwe yê dayikê nayên perwerdekirin û got, “Ji xwe bawer nakin, nikarin xwe bi hêsanî bînin ziman, pirsa tê kirin fêhm nakin, nikarin bi têrkerî bersivê bidin. Ji destpêkê ve bandorê li paşeroja zarok dike. Li gel kêmasiyan psîkolojîk kêmasiya akademîk jî rû dide. Zarokên ku bi zimanekî jê fêhm nake û nikare xwe pê îfade bike li gorî zarokekî bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibîne, li paş dimîne. Kêmasiyên di vê mijarê de li tevahiya jiyana wan dewam dike.”
‘Perwerdeya bi pirzimanî hîn çêtir e’
Atabay anî ziman ku weke di mînakên Fînlandiya, Swêd, Norwêcê de tê dîtin, zarok dema bi du zimanan mezin dibin, serketina wan a di perwerdeyê de zêdetir dibe û got, “Dema ku ne bi vî rengî be bivê nevê zarok ji aliyê psîkolojîk ve xwe ji zarokên din kêm dibîne. Têgihiştina ’em ji wan kêm in’ bi wan re çêdibe. Lewma li hemberî zimanê xwe nerazî dibe û dibêje, ‘Ji ber ku ez bi vî zimanî hîn bûme, nikarim serketî bibim’. Dibe ku ev nerazîbûn bi zanebûn hatiye afirandin. Ev têgihiştn li ser zarok û malbatê tê ferzkirin. ‘Eger tu bi vî zimanî jiyanekê destnîşan bike, li nava Komara Tirkiyeyê cihê ku tu karibe xwe bigihîne diyar e’. Ji ber ku ev têgihiştin bi zarokan û malbatê re hatiye ferzkirin, kes vê carê li hemberî zimanê xwe yê dayikê nerazîbûnê nîşan dide. Dibe ku vê yekê dikin yek ji amûrên herî girîng ên asîmîlasyonê. Pêvajoya otoasîmîlasyonê mezintir dike. Otoasîmîlasyoneke bi daxwaza xwe ferz dikin.”
‘Bi têgiştinên şaş nexapin’
Serokê Şaxê Wanê yê Egîtîm-Senê Mûrat Atabay got, asîmîlasyon polîtîkayeke dewletê ya bi zanebûn û bi salan jî be otoasîmîlasyon metirsiyeke mezin e. Atabay got, “Em bang li malbatan dikin, dest ji têgihiştina ‘eger bi zimanê dayikê nizanibin nikarin bi ser bikevin’ berdin. Jiyaneke bi zimanê dayikê daynin ber zarokên xwe. Dema pêş zarok ji xwe zimanê fermî hîn dibe. Dibe ku zarokatiya me hemûyan bi vî rengî derbas bûye. Dema me dest bi dibistanê kir em qet bi vî zimanî nizanîbûn. Divê zimanê xwe yê dayikê teqez bikin beşek ji jiyana xwe. Hêvîdarim ku weke civak em ê kêmasiya vê yekê paşerojê nebînin.”