Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7’an û li Dîlokê jî bi pileya 7,6 erdhej çêbûn. Erdhejan, bandoreke giran li ser Amedê jî kir. Di encama erdhejan de li Amedê hejmara kesên jiyana xwe ji des dane bû 92 û ya birîndaran jî derket 874’an. Li seranserî bajar 23 avahî hilweşiyan û hejmara kesên di bin xerabeyên avahiyan de nayê zanîn. Xelkê bajar terkî qedera xwe hat kirin û gel bi derfetên xwe û bi rêya piştevaniyê pêdiviyên xwe pêşwazî dike. Xizmetên bingehîn ên hewandin û xurekan ji hêla dewletê ve nayên kirin û gel û rêxistinên civaka sivîl bi rêya piştevaniyê birînên xwe dipêçin.
Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
Li Amedê ku bandoreke giran ê erdhejê lê bû, hejmara miriyan derket 92’yan û ya birîndaran jî bû 874. Xizmetên bingehîn ên hewandin û xurekan ji hêla dewletê ve nayên dayîn û xelkê bajar bi derfetên xwe û bi saya rêxistinên civaka sivîl birînên xwe dipêçe.
Ciwan seferber bûn
Bi taybet jî ciwanên bajar seferber bûne. Koma Barîkatê ya Amedsporê, Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê û Maseya Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hewl dide pirsgirêkên gel çareser bikin. Torên piştevaniyê ji hêlekê ve hewl didin ji bo mexdûrên erdhejê cihên hewînê peyda bikin û li hêla din jî hewl didin pêdiviyên weke şorbe, nan, av, xurek û hwd. pêşwazî bikin.
’10 kom li qadê ne’
Kesên ku li Navenda Koordînasyona Erdhejê ya ku ji hêla Koma Barîkatê ya Amedsporê ve hatiye avakirin de bi dilxwazî dixebitin ji bo ajansa me wiha gotin: “Ji kêliyên ewil ên erdhejê re me navenda koordînasyonê ava kir. Febrîqeya tekstîlê ya SCM ku li Tekstîl Kentê ye, me weke navenda koordînasyonê diyar kir. Di roja ewil de me alîkarî da 5 hezar kesan û ji bo 2 hezar kesan betanî peyda kirin. Îro anku di roja duyemîn de jî em li qadê ne. Em weke 10 koman hewl didin xwe bigihînin her devera bajar. Armanca me ya îro ew e ku xwe bigihînin 10 hezar mexdûrên erdhejê û alîkariya xurek û cilûbergan bidin wan. Weke ciwanên Amedê em hewl didin birînên xwe, xwe bi xwe derman bikin. Em bi azweriyeke mezin dixebitin û vê alîkariyê bi îradeya xwe û piştevaniya karmendan dikin.”
‘Bi derfetên xwe ava kir’
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Zîraetê (ZMO) ku yek ji pêkhateyên Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ye Abdulsamet Ucaman jî da zanîn ku ji kêliyên destpêkê ve maseya krîzê ava kirin û wiha got: “Me tavilê dest bi xebatan kir. Me ji kêliyên destpêkê ve li gel gelek sazî û dezgehên bajar re xwe organîze kir. Nêzî 180 adên kombûnê hatin avakirin. Her wiha cihên ku gel bikare bi şev lê bimînin hatin nirxandin. Li van qadan em taştê û şîvê didin. Tevahiya van qadan bi derfetên gel hatin avakirin.”
‘Em kesên xwe digihînin me araste dikin’
Ucaman, got ku ew kesên xwe digihînin wan arasteyî qadên kombûnê dikin û ev tişt anî ziman: “Piştre jî em pêdiviyên wan ên xurek û pêdiviyên din pêşwazî dikin. Jixwe pir eşkere ye ku hejmara komên xebatên lêgerîn-rizgarkirinê pir kêm e. Me hewl da ekîpment û wesayîtên kar jî bişînin deverên hilweşiyayîn.”
‘Bila avahiyên me yên bajar û navendan re peywendî deynin’
Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî ji kêliyên destpêkê yên erdhejê ve maseya krîzê ava kir û li qadê alîkariyê dide gel. Maseya krîzê têkildarî rewşa heyî ev agahî parve kir: “Demekî kin piştî avakirina maseya krîzê, me hejmarên xwe yên ragihandinê parve kirin. Telefonên me qet bêdeng nebûn. Hem li herêmên erdhejê û hem jî welatiyan gelek zêde telefon kirin. Gelemperî jî digotin ku alîkarî pir kêm tê kirin an jî qet nayê kirin. Bi sedan kesan ji bo xwarin, av, betaniye û cil û bergan telefon kirin. Me jî hewl da di çarçoveya derfetên xwe de jê re bibin alîkar. Me torek ava kiriye ku bi taybet jî di mijara xwarinê de bi rêk û pêk dixebitin. Xelkê Amedê xwe bi xwe, bi îradeya xwe xwe li ser pêyan digire. Her kesê ku dixwaze alîkariyê bike û yên pêdiviya wan bi alîkariyê heye em arasteyî avahiyên me yên bajar û navçeyan ên herî nêz.”