Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HRE: Dewleta tirk di vê rewşa awarte de jî êrîş dike

HRE’yê daxuyand ku îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta tirk a dagirker ên ku hêzên YPG’ê êrîşî baregeheke artêşa tirk a li Oncupinarê kiriye, derew in û diyar kir ku li wê deverê tu hêzên YPG’ê nînin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta tirk a dagirker derewandin.
HRE’yê da zanîn ku li devera ku Wezareta Parastinê ya dewlet tirk îdia kiriye ku YPG’ê êrîşî baregeheke wan kiriye, tu hêzên YPG’ê tune ne, li wê deverê hêzên HRE’yê hene.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku: “Îro Wezareta Berevaniyê ya dewleta tirk a dagirker daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de îdia kir ku hêzên YPG’ê ji Til Rifatê bi çekên giran êrîşî baregeha artêşa tirk a li Oncupinarê kiriye. Li Til Rifatê tu yekîneyên YPG’ê nînin. Li herêma navborî hêzên me hene.
‘Me di vê pêvajoyê de tu çalakî li dar nexistiye’
Di vê pêvajoyê de ku gelên me yên herêmê bi erdhejeke rêjebilind ve rûbirû maye, hêzên me li hember baregehên dijmin tu êrîş li dar nexistine. Ev îdiayên artêşa tirk a dagirker ne rast in.
Berovajiyê îdiayên wan, yên ku li hember heremên me êrîşan li dar dixin ew bi xwe ne. Artêşa tirk a dagirker di 6’ê sibatê herêma Til Rifatê –ku ev herêm jî herêmek e ku erdhejê di astekî bilind de bandor lê kiriye- topbaran kir. Gelê me di erdhejê de jî rastî êrîşên artêşa tirk hat.
Hewl didin rastiya berovajî bikin
Ev daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya artêşa tirk derew e û ji bo berovajîkirina rastiyê hatiye belavkirin.
Em ji bo malbatan û hemû mirovan ku di erdhêjê de jiyana xwe ji dest daye, sersaxiyê dixwazin û ji bo birîndaran jî şifaya lezgîn dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar