Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku li navçeyên Antakya û Samandagiyê rûxandina piştî erdhejê raçav kir, destnîşan kir ku li Hatayê dewlet û desthilat tune ne û êş û rûxandineke mezin heye.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, serdana navçeyên Antakya û Samandagiyê yên Hatayê kir ku bandoreke mezin ji erdhejê girtine. Parlementerên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, Zuleyha Gulum û Huseyîn Kaçmaz û hevserok û rêveberên HDP’a Hatay, Edene û Mêrsînê jî hevrêtî bi Sancar re kirin. Sancar ku li Taxa Armûtlûyê rûxandina ji ber erhejê raçav kir, li vir bi welatiyan re sohbet kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku piştî hatiye herêmê bandora erdhejê dîtiye. Sancar diyar kir ku Antakya bi temamî bi çarenûsa xwe re rû bir û hatiye hiştin û got: “Me li vir gelek avahiyên hilweşiyayî dîtin. Lê xebatên rizgarkirinê tune ne. Mirov li derve ne. Derfetên hêwirandin û germkirinê, av, nan û kon tune ne. Yanî bi kurt û kurmancî li vir dewlet û desthilat tune ne. Êş, hêrs û di destê me de tekane derfet piştevanî heye. Lê em dibînin ku alîkarî bi her awayî tên astengkirin. Me birînên erdheja 1999’an a Golcukê bi piştevaniyê pêçabû. Lê niha rê li ber vê jî girtine. Lê dîsa jî ji bo em bi hev re birînan bipêçin, em bang li gelan dikin.”

Bangawazî

Sancar bal kişand ser dijwariya karesatê û got: “Erdhej, karesateke xwezayî ye. Lê ya ku wê vediguherîne rûxandineke civakî û trajediyeke mirovî, rêbaz in. Ger tevdîr berê hatibûna girtin û alîkariya lezgîn û xebat bi lez bihatan kirin, dê êşeke ev qasî mezin rû nedane. Niha peywira me em piştevaniyê mezin bikin. Em ê bi hev re jiyanên ku pergalê ew xera kirine ava bikin. Em ji bo windahiyên xwe sersaxiyê dixwazin û ji bo yên mayî sebrê dixwazin. Ji bo me deyn e ku em bi hev re vî welatî ji vê karesatê xelas bikin.”

Heyet paşê çû navçeya Samandagiyê û li vir hin serdan kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar