Li navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê ye, cara ewil bi pileya 7.7 û cara duyemîn jî bi pileya 7.6 hejiya. Mereş jî di nav de erdhejê bandora xwe li ser 10 bajaran kir. Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 6 hezarî bihûrî. Her saeta ku diçe bilançoya miriyan zêdetir dibe. Li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê OHAL hat ragihandin. Hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne.
Hat ragihandin ku hejmara miriyan bûye 12 hezar û 873 kes.
Her wiha hat diyarkirin ku li pey erdhejê hezar û 117 car erdhejên peyhatî pêk hatine.