Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Nûrheqa ku du roj piştre rêyên wê vebûn herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Nûrheqê ku rêya wê du rojan piştî erdhejê hatibû vekirin, ji ber ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dereng dest pê kirin, herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 ên Bazarcix a Mereşê de navçeya Mereşê ya Nûrheqê jî xesareke mezin dît. Heta niha herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelemperiya xebatên lêgerîn-rizgarkirinê jî bi dawî bûn. Gelemperiya avahiyên li navenda navçeyê xesar gihiştiyê û li navçeya ku 15 hezar kes lê dijiyan niha hema hema kesek lê nema ye. Di erdhejên ewil û ya duyemîn de rêyên wê hatin girtin û peywendiyên bi navçeyê re qut bûn. Du roj piştî karesatê mirovan karî xwe bigihînin navçeyê.

Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê du roj piştre dest pê kirin

Alîkariyên bo navçeyê bi saya kesên dilxwaz gihiştin û kesên koç nekirîn jî li kolanan hewl didin jiyana xwe bidomînin. Kesên di xebatên lêgerînê yên du roj piştre de jiyana xwe ji dest dayîn, heta demekî dirêj ji ber nebûna makîneyên kar nekarîn bên definkirin. Welatiyên ku sewalkariyê dikin jî nikarin ji navçeyê biçin. Li navçeyê di halê hazir de hewcehiyeke mezin bi konteyner û konan heye û weke li her devera erdhejê, li vir jî pirsgirêkeke mezin a koordînasyonê heye.

Li Koppanê 16 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li navçeyê herî zêde Taxa Koppanê/Sêvreşanê bibandor bûye ku 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinên li taxê bi dawî bûne û du cenazeyên din ji bin kavilan hatin derxistin. Avahiyeke du qat ku piştre du qatên lê hatine zêdekirin, hilweşiya. Cenazeyên Done û Huseyîn Atici ji bin xerabeyên wê hatin derxistin. Welatiyekî ku li ser kavilan disekine bi van gotinan bertek nîşan dide: “Van dîmenan bikişînin û bi Tayyîp bidin temaşekirin.”

Li benda cenazeyên dayik û bavê xwe sekinî

Welatiyê bi navê Îbrahîm Atici ku li ser kavilên avahî li benda cenazeyên dayik û bavê xwe disekine, wiha dibêje: “Avahiyê me di erdheja duyemîn de rûxiya. Dayik û bavê min di bin kavilên avahî de man. Ez li bavê xwe geriyam û min nekarî xwe bigihînimê. Wê demê min fêm kir ku teqez di bin kavilan de ne. Li vê derê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Di erdheja duyemîn de jî gelek kesan li vê derê jiyana xwe ji dest dan. Tekane daxwaza min ew e ku cenazeyên malbata xwe bibînim. Dayika min ferîşte bû û min ew winda kir.”

150 kes di bin kavilan de man

Li taxên Kullar û Tatlar ên navçeyê ku taxên herî zêde qelebalix bûn, xesareke mezin çêbû. Piştî erdhejê, 150 kes di bin kavilan de man. Mîna li taxên din, tîmên lêgerîn-rizgarkirinê li van taxan jî pir dereng anku du roj piştre dest pê kirin. Agahiyek zelal tune ye bê ka heta niha çend kesan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane.

Xelkê navçeyê hêj li benda derxistina xizmên xwe ji binê kavilan e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka cihê hewînê jî xebatên kesên dixwaz berdewam in.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar