Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî ji ragihand ku ji bilî dibistanên li herêma Firatê û yên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê yên herêma Efrînê, sibe (12 Sibat) li hemû dibistanan dewama xwendekaran dest pê dike. Li herêmên navborî dê heftiyeke din betlane bê dirêjkirin.
Her wiha Semîra Hac Elî destnîşan kir ku ji ber rûdana erdhejê li Şehbayê 5 dibistan û li Reqayê jî 36 dibistan ji xizmeta xwendekaran derketine.
Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî dibistan bi temamî ji xizmetê derketine. Tîmên Endazyariyê yên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo erdhejê li hemû herêman dest bi şopandina rewşa dibistanan kiriye.