Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji bajêr bîhna mirinê tê’

Eylem Çura ya ku ji bo eqûbeta diya xwe li ber kavilan di sekiniye de ye dibêje piştî sê rojan wan komên lêgerîn û rizgarkirinê û alîkariya nan û avê dîtine. Eylemê bertek nîşanî rayedarên dewletê dan got ku ji bajêr bihna mirinê tê û anî ziman ku berpirsiyar ew in.  

Di encama erdheja  navenda wê Mereş û Dîlok e pêkhatiye de zêdetirî 10 bajar bi giranî jê bandor bûn. Yek ji van navendên erdhejê ku bi giranî bi bandor bû jî Semsûr e. Li Semsûr û navçeyên wê bi hezaran kes mirî ji bin kavilan hatin derxistin û bi hezaran kes jî hîna di bin kavilan de mane. Bi taybetî li navenda bajêr li taxa Sîtelera yê tû avahî li ser lingan nemane. Gelek mexdûrên erdhejê yên li virin bi taybetî di warê dereng Malbat ji ber dereng destpêkirina xebatên lêgerînê bi gazinc e. Yek ji wan ên gazinan dike jî malbata Eylem Çur e.

Eylem Çur ji Osmaniye ji bo serdana diya xwe hatibû Semsûrê û bû şahide erdhejê. Eylem bi rojane li taxa Sîtelera ya li navenda Semsûrê ye li ber kavilê ku diya wê û xaltîka wê di bin de mane di nobetê de ye. Bi xwişk û xwarziyên xwe re li benda xeberekê ye.

‘Bêhna mirinê ji bajêr tê’

Eylem Çur di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku ew bi rojane bêyî hêviya xwe qut bike li ser vê kolanê û berdewam kir: “Diya min Hasîbe Harikçi û xaltîka min Hulya di bin kavilan de ne. Xalê min û jinxala min mirî hatin derxistin. Bi rojane ez li benda derxistina diya xwe û xaltîka xwe me. Walî û  şaredar ne li vir in. Bi hezaran kes mirin û bi hezaran kes hîna di bin kavilan de ne. Bêhna mirinê ji bajêr tê. Niha hinek kom ji bo arîkariyê hatine. Lê dereng man û têr ji nake. Ji ber li Semsûrê xaniyê li ser lingan mane hema bibêje nemane. Ger alîkarî zû hatiba belkî hinek kes li jiyanê bimana.”

‘Dibe ku bi hezaran kes xilasbûba’

Çur ji destpêka axaftina xwe heta dawiyê şoka ku jiyaye parve kir û bûyerên bûye şahid ji me re radigihandin. Digot min mirî dîtin û min dît kes bi saxî ji bin kavilan bi destê malbatên xwe hatin derxistin. Bûm şahide hertiştî û wiha berdewam kir: “Gelek kes bi derfetên xwe hewildan ku kesên di bin kavilan de derbixin. Ez bûm şahit ku yekê diya xwe bi stila derxist. Di bin baranê de kom da aliyekî û diya xwe derxist. Kalê min bi heman rengî me derxist. Ez cardin dibêjim ger alîkarî zû hatiba wê bi sedan, hezaran kes bihata rizgarkirin. Rojên destpêkê me kes nedît. Semsûr tenê hat hêştin. Rojên destpêkê me navê Semsûrê ji nebihîst. Ewqas ne di rojevê de bû. Em ji parçeyek ji vî welatî ne û em ji bajarê ku bacê didin dewletê ne. “

‘Metirsiyên mezin li bajêr rûdidin’

Eylem wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li vir di her alî de pirsgirêk hene. Pêdiviyên me nayên pêkanîn. Hîna piştî çend rojan me komên lêgerînê û tasek xwarina germ dît. Piştî rojan me karî em avê vexwin.  Di aliyê tendirustiyê de jî metirsiyek mezin hene li bajêr. Bêhna miriyan tê, herkes li kolana ye. Li aliyekî jî em nikarin herin lawaboyê jî. Ev hemû wê bibin sedema nexweşiyên giran.”

Çavkanî: JINNEWS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar