Em di nûçeyên rojname, ajansan an jî carinan nirxandinan de bêeleqetiya dewletê ya ji bo erdheja Mereş û bajarên Kurdistanê yên din weke xemsarî yan jî ji wê siviktir têgehan ve pênasekirinan dibinin. Eger tiştek bi zanetî nehatibe kirin lê dîsa eleqeya hewce nehatibe kirin mirov jê re dikare beje xemsarî. Ev gotin di cih de ye. Gava weke xemsarî bê nirxandin we tirê kêm hewldan pêk hatiye tê fêmkirin. Yanî niyet ne xirabî ye.
Ka em binêrin di vê erdheja 6ê sibatê ya navenda hejê Mereş bû de vê yekê dibînin an ji wê wêdetir karesatekê dişopînin? Erdhej di zivistaneke qeşadêr de qewimî. Ji bilî pileya wê ya 7.7 bilind, tenê demsala zivistaneke qetrehm û xedar de qewmîna wê karesateke mezin bû. Lê hem zivistaneke qeşadêr hebû hem jî pileyê wê bilind bû. Divê dewlet berî her tiştî ji bo karesatên bi rengî mezin û rûxîner, hebe, ne ji bo barandina bombeyan, ewlehiya riyên tiryakê, zilm û zexta li ser mirovan.
Mixabin dewleta ku ji bo îşkencekirinê, girtina mirovan, astengkirina mitîng û meşan, tweetirê, ji bo kuştina mirovan, ji bo taştê û sê danên xirabûyiya kuliyeyê, ji bo her serdaneke Erdogan û gelek tiştên anormal tedbîrên giran digire, hemû derfetên heyî bi kar tîne; ew dewleta ku ji bo diyanete, AFAD’ê, ji bo garantoriya îhaleyên mezin bi trilyonan budçeyê vediqetîne di vê erdhej ango karesata mezin de li ku derê bû?
Em dikarin bêjin ku erdhej bi şev bû, heta virde û wêde dereng bû nehat lê bi ser re hefteyek derbas bûye hê gelek cihan dewlet tune ye. Em ê vê karestê bi kîjan pîneyî ve pîne bikin? Bi giranî bi alîkariyên gel û xebatên sazî û partiyên sivîl ev kavila ku di serê hikumetê de rûxiyaye, di binê wê de mirovan xilas dikin, bi nan, av, xwarin, sotemenî, kinc, çadir û hwd mexdûran star dikin.
Ka dewlet, ka hikûmet?
Hikûmet û serokê wê Erdogan ji bo alîgirên xwe seferber bûne, hemû derfetan ji bo wan dişînin. Karesateke ev qas mezin de jî nikarin bi çavên mirovahiyê lê binêrin. Hey wax!
Hikûmet serokê wê û dewletê li qadê ye. Her hal wê alîkariya gel bike û destên wan bigire, moral bidê. Lê sed mixabin ne wisa ye? Dewlet bi erkana xwe û serokê xwe ji gel re didin xeberan, siqef û çêran, heqareteke mezin dikin û li çavên gel dinêrin? Dibêjin em ê serê malbatên mexdûr 15 hezaran bidin, weke tinazê xwe bikin. Xilas nakin, çadir, konteyner, xwarin, sotemenî, kinc nadin; bi awayekî lezgîn ev lazim in lê pereyên ku qiymeta wan kirine pênc quriş pêşniyar dikin. Ev weke xemsarî dikare bê nirxandin? Xalek ev… lê hê neqediya.
Xaleke din jî heye, ev e: Pazarcix, Elbistan, Hatay bi giranî elewî û kurdên elewî ne. Ji deh bajaran jî giranî kurd in û li Kurdistanê ne. Ev nasname li pêşiya alikariya deletê digire. Hê dema ku ev nivîs dihate nivîsandin jî ji dewletê kes negihiştibû gelek ji wan cihan. Di vê karesatê de me dît ku dewlet nasnameya ol û neteweyî ji nekirina alîkariyê re dike hinceteke veşartî. Hisûmet û kîndariyê li pêşiya mirovatiya wan girtiye.
Xaleke din jî ev e: Dewlet nahêle ji bilî destura AFAD’ê kes ji bin kavilan bê derxistin. Her wisa jî nahêle alîkariyên bi riya saziyên sivîl, komele û partiyan diçin û ji bo ku yekser bigihîjin destê mexdûran, desteser dike û navê xwe lê dike. Kes nizane ew diçin ku derê; tên belavkirin an diçin depoyên Kizilayê, depoyên cemaetan an jî cihekî din? Dewlet serê pêşîn alîkariya ji bo rakirina kavilan û ji bo erzaq dide alîgirên xwe, newekhevîtiyê li vir jî esas digire. Di vir de hesabekî qirêj heye. Her kesî layiqî wekhevî û alîkariyê nabîne. Tenê yên ji wan bin heta her kesê ji wan jî na; ên naskirî, xizm, xinamî, ap û xal û derdorên wan û yên ku ew li pêş dibînin jê sûd werdigirin.
Ji aliyekî din ve jî naxwaze partî û saziyên sivîl xuyanî bin, weke alîkar neyên naskirin daku ji bo hesabên wan ên hilbijartinan nebe propogandayeke xwezayî. Yanî hesabê wan herî masûm û bêguneh ev e, ew jî qirêj e û li derveyî hest û ramanên mirovahiyê ye.
Barê ser di destê dewlet û hikumetê de Îban, peyam li ser GSM’an tên belavkirin, bangawaziyên alîkariyê… dewletê tûrê parsê hildaye derketiyê parsê. Di vê gerstêrkê de dewlet û hikumeteke ew qas rezil, sosret û nimiz heye gelo?
Van hemûyan bidin bin hev. Hûn dikarin rastkêşê, dikarin gonyeyê bixin. Gelo ji vî dîmenî xemsarî dertê, ev weke xemsariyê dikare bê nirxandin? Hebe, tune be ev weke dijminatî dikare bê nirxandin. Ji bilî vê nikare bê ravekirin.
Lê ev dijminatî weke dijminatiya du aliyên ji hev re dijminatiyê dikin nîn e. Ev dijminatiyeke adî, hov û keysperet e. Ev nikarin bibin dijmin, dijminatî ne wiha ye. Heysiyet û şerefa dijminatiyê heye. Dijmin şer dikin lê li hev jî dikin. A van dijminatiya qeleş a Muawiye û Yêzît û berazan têkilhev e.
Hê jî dengê hawar û gaziyên mexdûrên destê dewletê li wan sar e, ji herêma erdhejê tê. Ev dewlet wê, bi van deng û hêsrên çavên kesên bi destê dijminatî û derengmayîna dewletê xizmên xwe winda kirine bixeniqe û hilweşe.
Gelê kurd û tirkên hesas ên xêrxwaz dest dane hev, birînên mexdûran pêçan. Hinekên di bin hîmayeya dewletê de qaşo hatibûn alîkariyê jî dizî dikirin. Bila ev jî bibe afîş ji bo dewleta bêqerekter a ku mexdûrên erdhejê dijmin dibîne.