Erdheja ku li Kurdistanê pêk hat, bandora xwe li bajarên Tirkiye û Sûrî jî kir. Di encamê de li wan herêman deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest da. Li pey karesatê sed hezaran birîndar man. Dibe ku ewqasê din jî di bin xirbeyan de mabin. Milyonan kes ji vê felaketê bandor bûn. Di encamê de milyonan kes bê mal û bê cih man. Cara pêşî ye ku erdhejeke ewqas giran û berfireh li Kurdistanê pêk tê. Li ser herêmeke berfireh bandor li milyonan kir. Di şevekê de ki her kes di xewê de bû ev felaket bi serê wan de hat. Di şevekê de deh hezaran kes ketin bin axê.
Di van salan de felaket bi ser felaketê tê serê cîhanê. Beriya bi çed salan nexweşiya korona û piştre jî şerê Ûkrayna û Rûsya. Di encama wan de jî rewşa cîhanê guherî. Bi nexweşiya korona re pergala cîhanê guherî. Bi şerê Rûsya û Ûkrayna re jî aboriya li cîhanê serûbin bû. Ji ber van herdû bûyeran rewşa li cîhanê guherî. Piştî van bûyeran jî erdheja li Kurdistanê bi ser de hat. Erdhejeke ew çend dijwar bû ku milyonan kes jê bandor bûn. Cenazeyên qurbaniyan gihîştin tevahiya bakurê Kurdistan û Tirkiyê. Ji ber vê yekê jî her bajar û navçe ji vê erdhejê bi bandor bûn.
Xelkê dît ku dewleta Tirk ti alîkarî nade gel û wan kesên di bin xirbeyan de mane xelas nake, bi xwe kete nava tevgerê. Hema bêje ji her devera Kurdistan û Tirkiyê xelkê xwe gihandin deverên erdhej lê çêbûyî. Seferberiyek giştî hat ragihandin û ji destê kê çi hat kir. Bi şev û roj xelk li wê derê ne. Kesî guh neda serme û seqemê û di xebatên rizgarkirinê de cih girtin. Wekî din ji bo pêdiviya xelkê bi cih bînin li wê derê ne. Rêxistinbûyînek ewqasî bi xurt derket holê ku pêdivî bi dewletê nebû. Wê demê mirov dipirse; eger gel hebe wê demê dewlet ji bo çi ye ? Eger gel bi xwe karibe alîkariya hev bike û her tiştî rêxistin bike, dewlet ji bo çi ye ? Wê demê dewlet ji bo desthilatdariya xwe heye. Li Mereş, Semsûr, Dîlok û Hatayê hat dîtin ku dewlet bi zilma xwe heye.
Xelkê beyî ku alîkariyekê ji dewletê bixwazin bi sedan TIR û kamyonên alîkariyê gihandin mexdûrên erdhejê. Organîzekirin û rêveberiya vê xebatê jî bi xwe kirin. Dewlet jî ji vê yekê aciz bû. Di rewşeke wiha de hebûna dewletê ket ber lêpirsînê. Vê carê kesekî ji dewletê re negot xwedê ji te razî be. Her kesî dewleta Tirk nas kir. Ne tenê Kurdan, civaka Tirk jî dît ku ti xêra vê dewletê tineye. Ji ber ku dewlet bi siyaset û kirina xwe felaketek mezin e. Erdheja li Kurdistanê pêk hat jî bedela kirinên vê dewletê ye. Vê dewletê dîroka Kurdistanê talan kir û li şûna wê bendav ava kirin. Heskîf mînakek vê yekê ye. Dîroka hezarê salan tine kir û li şûna wê bendavek bi cih kir. Ev yek jî ji bo berjewendiyên desthilatdariya xwe pêk anî. Wekî din çiqas îhaleyên avahiyan hebe li alîgirên xwe belav kir. Alîgirên AKP û MHP’ê jî bi xaniyên riziyayî xelk xapandin. Di erdhejê de me dît ku bê ew avahî çawa ketin erdê. Ji ketina wan avahiyan ev desthilatdarî berpirsiyar e. Wekî din ji mirina wan jî ev zihniyet berpirsiyar e. Vê dewletê bi xwezayê lîst û talan kir. Her salê çiqas dar û berên Kurdistanê hebe şewitand. Ewqas zilm bi xwezayê kir. Wê bedela vê yekê jî hebûya. Xweza ti carî vê qebûl nake.
Li aliyê din gelek kesan êdî fêm kir ku ti wateya dewletê tineye. Di mejî û hişê gelek kesan de dewlet her tişt bû. Ji ber vê yekê di dîmen û axaftinan de bang li dewletê dikirin. Dewletê têgihiştinek çêkiriye ku ew tinebe nabe. Lê me dît ku ew tinebe jî dibe. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bûye sebeba mirina sed hezaran kesî. Çi devera ku destê Erdogan lê ketibe li wê derê komkujî çêbûye. Erdhej jî li ser axa Kurdistan, Tirkiye û Sûriyê pêk hat. Yanî ew deverên ku Erdogan polîtîkayên dagirkeriyê dimeşîne. Di vê kêliyê de heta ku ji wan tê hejmara qurbaniyan kêm nîşan didin. Eger ew dibêjin 30 hezar, dibe ku ev hejmar 300 hezar be. Eger hejmara rastî derkeve holê wê ev hukûmet nikaribe li ser piyan bisekine. Lewma wê li qada navnetewî were darizandin. Wê ji wan re bê gotin; çawa hun bûne sedema mirina 300 hezar kesî. Jixwe di asta heyî de jî ew desthilatdariya faşîst hilweşiyaye. Dibe ku di rojên pêşiya me de hin gavên xeternak bavêje. Lewma di vê demê hişyarî girîng e. Li devereke ku hebûna dewletê ketibe ber lêpirsînê xeteriya li ser mirovan zêde dibe.