Sal 15’ê Sibata 1999, li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan komployeke ku mînaka wê heta niha li ser rûyê erdê tuneye pêk hat. Pergala kapîtalîzmê wê rojê hêmû hêza xwe xist dewrê û bi komployeke sedsalê ya navdewletî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan radestî dewleta dagirker a tirk kir. Di salvegera vê komploya navdewletî de hemû şehîdên azadiyê û bi taybetî jî pêşengên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ bi rêzdarî bi bîr tînin. Her wiha hemû hêzên komploger lanet dikin.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi zanîn û pêşdîtina xwe ya kûr û şehîdên jiyana azad jî bi çalakiya xwe ne tenê komplo vala derxistin, di heman demê de rêya têkbirina pergala kapîtalist nîşanî her kesî dan. Heke îro gelên bindest bi pêşengiya PKK’ê jiyana azad avakirine û roj bi roj jiyanê li vê pergala rizyayî ya kapîtalist tengav dike, ev bi saya berxwedana bêhempa ya Rêberê Gelan Ocalan û van şehîdan e. Ji ber vê yekê mirovahî denydarê wan e.
Wekî her sal, îsal jî bi milyonan kes amadehiya lanetkirina komployê kirin. Lê mixabin erdheja ku navenda wê Mereş bû, ji Amedê heta Edeneyê, ji Kobanê heta Efrînê nêzî 15 bajaran bi deh hezaran avahî hilweşiyan. Di vê erdhejê de bi sedhezaran kes di bin kavilan de man. Li aliyê bakurê Kurdistanê serçete Erdogan û li aliyê rojavayê Kurdistanê çeteyên wî bi deh hezaran welatî di bin kavilan de terkî mirinê kirin. Heke îro hejmara miriyan zêdebe ev ji ber helwesta dijmirovahî ya Erdogan e.
Di vê erdhejê de ji bilî hejmara qûrbaniyên karesatê, tiştek pir bala min kişand. Di vê karesatê de piştrast bû ku Erdogan her roj gav bi gav ji mirovahiyê dûr dikeve. Di çavên Erdogan de nîşaneya mirovahiyê nemaye. Dibe ku hinek bêjin ma niha te dît. Na. Gelek mînakên ku Erdogan ji mirovahiyê dûr ketiye hene. Komkujiya Roboskê, wêrankirina bajarên bakurê Kurdistanê, dagirkirina Erfîn, Girê Spî, Serêkaniyê û ya herî girîng jî cenazeyên dayikên me bi rojan li kolanan hiştî ji van çend mînakan e. Wê demê jî Erdogan ji morivahiyê dûr ketibû. Ev yek di çavên wî de baş xuya dikir. Lê vê carê bi dûrketina ji mirovahiyê re, tirseke pir mezin di çavên wî de hebûn. Kesên ji mirovahiyê dûr dikevin û tirsa mirinê bi wan re çêdibin dikarin her tiştî bikin. Jixwe li ber têkçûnê ne û hewl didin bi têkçûna xwe re her tiştî bi xwe re bibin. Ev yek di vê karesatê be baş hat dîtin. Ji ber vê yekê bi deh hezaran kes di bin kavilan de terkî mirinê kir. Ji bo pêşiya têkçûna xwe bigire jî demildest Rewşa Awarte (OHAL) îlan kir. Dixwaze bi vî awayî emrê xwe dirêj bike û pêşiya têkçûna xwe bigire. Edogan çi bike jî wê nikaribe pêşiya têkçûna xwe bigire. Heke di ya xwe de israr bike wê dawiya wî ji yê Kadafî xerabtir be. Wê tirk bixwe vê yekê bikin.
Erdogan rastiya vê pergala rizyayî ya kapîtalist e. Di şexsê Erdogan de derket holê ku pergala rizyayî mirovan dixe çi halî û bê çawa ji mirovahiyê dûr dixe. Di dîroka vê pergalê de kesên mîna Erdogan pir in. Aqûbeta wan hemûyan kêm zêde mîna hev in.
Divê ev yek were zanîn ku Erdogan xwe bi xwe nehate vê astê. Berxwedana bêhempa ya Rêberê Gelan Ocalan û PKK’ê Erdogan anî vê astê. Heke ev berxwdana nehatibe meşandin dibe tişt¨n pir xerabtir bihatana nîqaşkirin. Bi saya vê berxwedanê niha têkçûna Erdogan tê nîqaşkirin û di şexsê Erdogan de jî ev pergala rizyayî têk diçe. Komploger wenda dikin, mirovahî bi ser dikeve. Ji bo komploger ji binî de têk biçin û careke din dernekevin holê divê em demildest Rêberê Gelan Ocalan ji îşkencexaneya Îmraliyê derxin. Her kêliya ku Rêberê Gelan Ocalan di wir de tê girtin, komploger emrê xwe dirêj dikin.
Bi berxwedana xwe sala 2023’an em bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Ocalan.
Bi azadiya Rêberê Gelan Ocalan re wê Erdogan ê nemirov têk biçe, wê komploger jî têk biçin.