Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi wesîleya komploya navneteweyî ku kete sala 25’an bersiv da pirsên ANF’ê. Beşa dawî ya hevpeyvînê bi vî rengî ye:
Rêberê Gelê Kurd komplo û pêvajoya Îmraliyê ji aliyê siyasî ve çawa nirxand?
9’ê Cotmeha 1998’an bû roja destpêkirina komployê. Rêber Apo di nava tevneke komployê de ma ku ji Şam, Atîna, Moskowa, Roma, Bîşkek, Mînsk, careke din Moskowa, Atîna û heta Kenyayê dewam kir. Komplo mîna ahtapotekê milên xwe li her derê belav kiribû. Ya rast Rêber Apo dixwest pirsgirêka Kurd bixe rojeva Ewropayê û çareseriyeke demokratîk pêk bîne. Lê belê Ewropayê deriyên xwe û qada xwe ya hewayî li Rêber Apo girt, red kir û weke kesê nayê xwestin ‘persona non grata’ îlan kir. Bi vî rengî bi biryar bû ku di temamkirina pêvajoya komplooyê de rola xwe bi cih bîne. Atmosfereke welê dihate afirandin ku mîna dewleta tirk zextê li hêzên navneteweyî dike û encamê ji vê yekê werdigire. Lê belê rastî berevajî vê bû. Komplo di kûrahiyê de ji aliyê DYE û Brîtanyayê ve hatibû temamkirin. Pêkhate û hevkarên wê gelek bûn. Ya ku dibû para Tirikyeyê jî cihgirtina li nava vê pêvajoyê bû. Di vê der barê de Ecevît gotibû ‘Çima Apo radestî me kirin, min hîn ê fêhm nekiriye’. Rêber Apo diyar dikir ku gava destpêkê ya komployê ji aliyê Brîtanyayê ve hate avêtin. Tedbîrên redkirinê yên ku di dîrokê de li hemberî gelek kesayetên têkoşer ên mîna Lenîn, Hûmeynî nehatin wergirtin, li hemberî Rêber Apo bêsînor dihate wergirtin. Rêber Apo dema ku sekna polîtîk û felsefîk a li pişt komployê analîz dikir wiha digot: “Tê gotin ku komplo xwedî bingeheke sedsalî ye, her gavê vê eşkere dikim. Min qala wan komployan kir ku her demê bi roleke diyarker rabûn. Ji van ên li dijî Kurdan Komploya Alayên Hamîdiye, di sala 1914’an de li Bedlîsê Mele Selîm, di sala 1925’an de Şêx Seîd, di sala 1930’î de komploya li Agiriyê, di sala 1937’an de komploya li Dersimê, di sala 1959’an de doza 49’an, di sala 1960’î de doza 400’î, kuştina Faîk Bûcak û Saît Kirmizitoprak ji aliyê PDK’ê ve, her wiha ji dema îdeolojîk a PKK’ê heta niha bi sedan komployên bi heman mejî hate birêxistin.” Ya rast, dewleta tirk a mêtinger, qirker ji destpêkê ve li hemberî gelê Kurd polîtîkaya komployî meşand. Ji ber ku ji kevneşopiya xwe ya dewletê bi tecrûbe ne, ji ber ku gelek dagirkerî û qirkirin pêk anî, bawer dikirin ku wê bi hêsanî heq ji Kurdan derkevin. Kevneşopiya dewleta tirk ku di nava xwe de jî di şevekê de bi dehan sadrazam û kes bi komployan tune kir, dema mijar bibe Kurd wê çi neke? Yê ku ev rastî bi şênberî raxist pêş çavan, lîderê berxwedana Dersimê Seyîd Riza bû. Seyîd Riza li sêdarê got, ‘Min nekarî heq ji derew û hîleyên we derkevim, ev bû derd ji bo min. Ez jî li ber we çokê natewînim, bila ev jî bibe derd ji bo we’. Bi rastî jî li hemberî dewleta tirk a mêtinger ku dewleteke komployê ye, meşandina têkoşîneke daîmî ûs erketin, ne hêsan bû. Di dîrokê de yekemcar li hemberî Rêber Apo nekarîn encamê bi dest bixin. Berevajî mînakên dîrokî tasfiyebûn li aliyekî, Rêber Apo ji bo pêvajoya Îmraliyê digot ‘bûyîna min a sêyemîn’ e. Sîstema Îmraliyê sîstemeke ku ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve hatiye avakirin. Ya ku bûye para dewleta tirk gardiyanî ye. Hêza esasî ya ku Rêber Apo li Îmraliyê dihêle hêzên modernîteya kapîtalîst e. Lewma Îmrali cihekî sîstema qirkirinê ye. Di heman demê de ew cih e ku li hemberî qirkirinê berxwedan û têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Bi têkbirina Tevgera Azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê ku jê re raperîna dawî dibêjin û têkbirina Rêber Apo li Îmraliyê xwestin bi temamî ji holê rakin. Rêber Apo gotibû, ‘Girtîgeha Îmraliyê ji bo min bû ew qada şerê rastiyê ku karibim rastiya Kurdan û pirsgirêka wan baştir fêhm bikim û derfetên çareseriyê biafirînim. Rêjeya rastiyê ya li pêvajoya Îmraliyê li gorî pêvajoyên beriya wê hîn bi pêş bû. Ji nedîtbariyê heta bi dîtbariyê, ji dogmatîzmê ber bi realîzmê, ji xemsariyê ber bi xemxwariyê, ji dewletperestiya netewe ber bi demokratîzmê, ji ekonîzmê ber bi modernîteya kapîtalîst, ji modernîteya kapîtalîst ber bi modernîzma demokratîk, ji îdealîst ber bi zanistiay dîrokî min gelek pêşketinên girîng afirand’. Rêber Apo Îmraliyê bi vî rengî dinirxîne ku sîstemeke qirkirinê ye. Di rêbaza Rêber Apo de timî nûbûn û çareserî heye. Şert û merc çi dibin bila bibin, afirandina rewşeke nû û alternatîfa çareseriyê taybetmedniyeke bingehîn a Rêber Apo ye. Ev yek li nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de jî bi ser xist ku kesî texmîn nedikir.
23 meh in ku bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin. Ji ber nêzîkatiya CPT’yê ku mirov jê dikeve şikê, we fikarên tevgerê û gel danîn holê. Di vê mijarê de rewşa dawîn çi ye?
Rêber Apo, ji bo pergala Îmraliyê gotiye ku pergala qirkirinê ye. Hiqûq, li Îmraliyê tu car nehatiye pêkanîn. Jixwe Rêber Apo xwe wek dîlekê siyasî pênase kiriye. Li Îmraliyê her kêfiyet, pêkanînên şerê taybet kengî û çiqas bê xwestin bi awayekê bêsînor û bi rehetî hatine pêkanîn û tên pêkanîn. Dewleta tirk a mêtînkar, di vê de hêj jî israrê dike. 24 salên Rêber Apo li Îmraliyê diqedin, dikeve sala 25’an, hêj jî têdikoşe û li ber xwe dide. Îmralî, pergaleke qirkirinê ye, Rêber Apo ji ber wek dîlekê siyasî tê ragirtin, li gor konjonktorê ji xeynê hevdîtinên bi malbat û parêzeran re yên sînorkirî, tu pêwendiya xwe bi dinyayê re nîn e, tu têkilî û hevdîtin pê re nayê kirin. Rêwşa Rêber Apo ku geşedanên rojane bişopîne, li çapemeniyê binihêre, nîn e. Bê guman, dewleta tirk li ser her polîtîkayeke ku li Îmraliyê li ser Rêber Apo pêk tîne, bi dehan, bi sedan caran difikire. Tu tişt li Îmraliyê ne li gor normên hiqûqê ye. Wisa kirine ku mafê xwe yê dan û stendina bêhnê jî bi têkoşînê bi kar tîne. Wek ku Rêber Apo diyar kiriye, ev Polîtîkayên Neteweyî yên Tirkiyeyê ne. Ji bo Rêber Apo û Îmraliyê tu hiqûqeke navneteweyî ne derbasdar e. Hiqûqa xwe ya navxweyî bi rehetî binpê dikin.
Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) jî ku wek saziya herî bi qedr a Yekîtiya Ewropayê ye ku di warê hiqûqê de ji aliyê wan ve wisa tê naskirin û pênasekirin, dibê şirîka Polîtîkayên Îmraliyê yên Neteweyî yên tirk. Gava Rêber Apo destpêkê anîn Îmraliyê, yê ku pêşî ew pêşwazî kir, nûnerekê Komîteya Girtina Ber li Îşkenceyê bû. Gotina pêşîn ku kir, ev bû: “Tu yê di vê girtîgehê de bimînî, em ê jî di ser Konseya Ewropayê re venihêrînê bikin û hewil bidin ku hin rêyên çareseriyê bi pêş ve bibin.“ Heman CPT, niha têkildarê tiştên li Îmraliyê diqewimin, ne bi hiqûqa xwe radibe ne li ser Polîtîkayên Îmraliyê yên Neteweyî yên tirk bi bandor dibe û ne jî hewce dibîne ku gelê Kurd û raya giştî ji rewşa Rêber Apo agahdar bike. CPT, bi pratîka xwe ya niha, dibe şirîka Polîtîkayên Îmraliyê yên Neteweyî yên tirk. Nûçeyên spekulatîf ên ji ber CPT’ê çêbûne, fikar bi partî, gel û dostên me re çêbûne. CPT’yê bi rastî hevdîtin bi Rêber Apo re kiriye ya na, eger kiribe rewşa Rêber Apo, şertên wî yên tenduristiyê û tenduristiya wî çawa ne? Eger hevdîtin bi Rêber Apo re nekiribe, divê daxuyanî bide ku nekiriye. CPT, bi pratîka xwe ya heyî, sûcên Polîtîkaya Îmraiyê ya Neteweyî ya tirk vedişêre, piştperde dike û xizmêtê jê re dike. CPT, divê xwe bi lez û bez ji vê rewşê xelas bike, ji ber rol û mîsyona xwe zû bi zû hevdîtinê bi Rêber Apo re bike, di mijara encamên hevdîtinê de, rêbaza herî guncav kîjan be divê raya giştî bi wê agahdar bike.
Bi rastî, li Îmraliyê çi dibe, em baş nizanin. Em bi nûçeyên pir spekulatîf dihesin. Kîjan rast e, em nizanin. Tiştê em dizanin ew e ku tecrîd û zext li ser Rêber Apo, zêde ye. Rêber Apo bi awayekê nedîtî xwedî helwest e û li ber xwe dide. Ji ber ku du sal in tu hevdîtin pê re nehatiye kirin hemû agahiyên ku em werdigirin ji bo me cihê fikaran e. Lewma partî, gel û dostên me, têkildarê rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo timî li ser pêyan e û têdikoşe û çalakiyan li dar dixe. Negirtina agahiyeke berbiçav a têkildarê rewşa Rêber Apo û nediyarî, rewşên herî ne xweş in ku mirov jê aciz dibe. Di serî de tenduristî û ewlehiya Rêber Apo, ji bo azadiya fizîkî ya wî, dewamkirina li kampanyaya “Dem, Dema Azadiyê ye“ li çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê û bi dostên xwe re li her derê bê sekin û pêkanîna bi serkeftin, berpirsyariyeke dîrokî ye. Bi vê boneyê, ez silav li hemû gelê me dikim ku cih di nav kampanyaya “Dem Dema Azadiyê ye“ de digire û bi biryardarî li têkoşîna xwe dewam dike. Têkoşîna ku tê kirin, teqez wê bi serkeftinê bi encam bibe. Gelê me divê bi heman biryardariyê li têkoşînê dewam bike û geş bike.
Komplo jî di nav de, pêkanînên dewleta tirk ên li ser Rêberê Gelê Kurd, bi ser PKK’ê û gelê Kurd in. Di encama de, ji sala 2015’an ta bi niha planan çêdike û êrîşan dike. Xeleka herî dawîn a vê, êrîşên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê bû. Ji bo pûçkirina van êrîşan têkoşîn bi awayekê pir bişid berdewam e. Ji bo pûçkirina vê komployê ku berdewam e, divê çi bên kirin?
Wek ku tê zanîn, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê, Rêber Apo di asta paradîgmayî de bi bi tenê bi bipeşvebirina perspektîfên çareseriyê nema. Ji bo hestewarkirina civakê ji bo çareseriyê, amadekirina raya giştî û xistina qelşekê li feraseta dewleta tirk, bi rastî pir hewil da. Lê dewleta faşîst a AKP’ê, hemû hewildanên Rêber Apo yên bi berpirsyarî û erênî, kir bi qurbana hesabên xwe yên taktîkî yên rojane û pûç kirin, israrkirina di siyaseta înkar û îmhayê de tercîh kir. Em dizanin û texmîn dikin ku dewleta AKP’ê piştî sala 2015’an jî di astên cur bi cur û demên cuda de gelek hevdîtin bi Rêber Apo re kirine. Polîtîkaya dewleta AKP’ê ya li ser Rêber Apo, wek berê dîsa ew e ku her tiştî bike bi qurbana hesabên xwe yên taktîkî yên rojane. Bê guman, yê ku herî baş bi vê dizane Rêber Apo ye. Rêber Apo ji ber ku baş pê dizane, bi tu awayî tawiz nedaye, bi berpirsyariya li hember gel û dîrokê, wek her car, bi awayekê girêdayê heqîqetê, israrkirina di rêgezên xwe de ji xwe re kiriye esas. Dewleta AKP’ê ku fêm kirin, bi rêya Îmraliyê negihîje tu encamê, rêbazên şerê taybet ên şikandina vîna gel û rakirina ji holê ya PKK’ê ku ji serî de amade kiribû, bi lez û bez xistin dewrê. Wek ku tê zanîn di dîroka Kurdistanê de “Tevgera lehiyê“ heye. Wek ku min berê jî diyar kir, Tevgera Lehiyê, tevgerek e ku çi tiştê dikeve ber û dide ber xwe, xera dike û tune dike. Dewleta tirk a mêtînkar, qirker di van mijaran de bi tecrûbe ye. Li liv û tevgerên bi vî awayî bi nav û konseptên cuda, bê sekin dewam kiriye. Tê zanîn; dewleta Srî Lankayê, li dijî gerîlayê Tamîlê stratejiya rakirina ji holê û binaxkirinê pêk aniye. Dewleta AKP’ê, ne bi tenê ji tecrûbeyê dîrokî yên xwe, ji mînakên pratîk ên dinyayê jî ji xwe re encam derxistine û konsepta şer a nû xistiye meriyetê. Gava yekemîn û esas a vê, bêyî guman Îmralî ye. Tecrîd bi ser salan e li ser Rêber Apo tê pêkanîn, ji ber vê polîtîkayê ye û encameke wê ye. Li Îmraliyê zext û îşkence çiqas zêde be, helwest û berxwedana Rêber Apo jî ewqas watedar û hêja ye. Ev diyalektîk, hêj li Îmraliyê berdewam e.
Şerê bê navber ku dewleta AKP’ê ji piştî sala 2015’an heta bi niha dike û hê jî di kirinê de israr dike, di dîroka têkoşîna me ya bi 40 salan de cara yekemîn e. Dewleta tirk a mêtînkar, qirker, di têkoşîna me ya bi 40 salan de ne planên şer ên dirêj ên bê navber kirine ne jî ewqas rafîne bûye. Ji bo çewisandina civakê da ku civak tehemûlê encamên şer ên di her astê de bike, tu zext û rêbaz nemaye ku bi kar neaniye. “Tevgera Hebûna Neteweyî“ ji wê boneyê hatiye birêxistinkirin. Stratejiya şer ku li dijî gerîlayên Kurdistanê bi pêş ve biriye jî, bi tevahî bi rêya Planê Hilweşandinê pêk aniye. Êrîşên 7 salên dawîn ku li ser Planê Danîna Çongê pê, bi rastî giring in. Di van êrîşan de tu rêgezeke şer, tu pîvaneke mirovî û exlaqî nehatiye naskirin. Teknîk û çekên herî bipêşketî yên dinyayê hatine bikaranîn. Gazên bi jehr, çekên kîmyewî ku ji aliyê NY’yê ve hatine qedexekirin, her roj bi kar tîne. Lê ya jê giringtir, berxwedana bêhempa ya gerîlayên Kurdistanê ye. Jin û mêrên Kurd, li Zap, Avaşîn û Metînayê her roj mînakên berxwedanê yên di dîroke de nîn in, nîşan didin. Çekên herî pêşketî yên serdemê, polîtîkayên hovane, gaza kîmyewî û teknîka dewleta tirk, li ber îradeya gerîla pûç dibin. Bê guman şehîdên me ne hindik in. Lê ev jî diyalektîka şoreşa Kurdistanê ye.
Dewleta AKP’ê plan kiribû ku di sala 2015’an de Plana Çokdanînê li dijî gerîla û gelê me bi awayekî serkeftî pêk bîne. Bi rastî jî ji bo wê yekê çi ji destê we hatibû kiribû. Li gel vê yekê jî ne li Zap, ne li Avaşînê, ne jî li Metînayê negihişt armanca xwe. Dibe ku me jî bi qasî ku dixwest, tam bi ser neketin. Lê ev jî rastiyeke ku me plana dewleta tirk a dagirker a 2022’an pûç kir. Berxwedan hîna jî nefes çikayî li erdîngariyeke ku alî di nava hev de ne bi hemû mihteşemiya xwe didome. Qet gumanên min tuneye ku eger em aliyên şer ên siyasî, hiqûqî, aborî û civakî bi rêxistin bikin û gelê xwe di her qadan de bi tevahî bixin nava tevgerê wê serkeftin ya me be.
Di rojên dawî de weke di pêvajoya komployê de çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” hatin lidarxistin. Rêber Apo û PKK’ê ji serî ve diyar dikin ku çalakiyên bi vî rengî napejirînin. Hûn dikarin li ser vê mijarê çi bibêjin?
PKK bêgûman tevgereke fedayî ye. Tu kadro û milîtanên PKK’ê tiştekî ku li dû xwe bihêle ku wan paşve bikişîne, tune ye. Bi rastî jî PKK di vê mijarê de cuda ye. Dema pirsgirêk dibe rêgez, armanc û nirx, mirin ne tiştek e. Mirov dikare vê yekê di pratîka bi deh hazaran şehîdên me de bibîne. Çarên ku di zîndanên Amedê de bedena xwe dan ber agir, di dîroka me de bûn yekemîn. Yên ku di rojiya mirinê de şehîd bûn, yekemîn kes bûn. Ji ber vê yekê di rastiyê de PKK tevgereke ku mirinê têk biriye. Lê eger her dîsa biqewime, divê mirin ji bo nirxên hêja û armancên mezin be.
Rêber Apo gelek caran bi awayekî eşkere diyar kir ku ew şehîdbûna xweşewitandinê qebûl nake. Pêvajoya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji bo Kurdan pêvajoyekî cuda bû. Nizanim ku di dîroka me ya bi hezaran salan de, kêlî û pêvajoyeke wiha hatiye jiyîn yan na. Kes bi kesî re bi nîqaşkirinê dirûşmeya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” keşf nekir. Em hemû kadro û milîtanên PKK’ê hebûn û siberoja xwe di jiyan û siberoja Rêber Apo de dît. Gelê Kurd zêdetir bi vî rengî ye. Di hişmendiya vê yekê de ne ku jiyanek bê Rêber Apo ne jiyan e. Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê, gundan, bajaran, çiyayan, ji derveyî welat, Ewropayê û li gelek cihan bedenên xwe dikin topên ji agir û heta nefesa xwe ya dawî dirûşmeya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” diqîrin û digihîn şehadetê, ev yek teqez mijareke cuda a dahûrandinê ye. Di rojên komploya navneteweyî de em li hemberî rewşeke ku qey destek qirika me hemûyan girtiye û welê kiriye ku em nikaribin nefesê bigirin, di nava têkoşîna jiyanê û berxwedanê de bûn. Rast e, di dema komploya navneteweyî de bi dehan hevreyên me û welatparêzên Kurd ên pir hêja, bedena xwe dan ber agir. Bi vê wesîleyê, em careke din hemû lehengên nemir bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em van çalakiyan li gorî şert û mercên wê demê û rewşa derûnî û ruhî binirxînin wê rasttir be. Di vê wateyê de şehadetên bi dirûşmeya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” a di dema komployê de, li dijî komployê ruhê berxwedana mezin a PKK’ê temsîl dike. Hişmendiya ku di gelek hevreyên me de pêş ket, bi komployê re û piştî wê yan bûye mirinekî bi rûmet an jî ne tiştek din. Ji ber ku weke min diyar kir, em bi rewşeke ku tu kes hêvî nedikir, bi pêlekî ji nişka ve rû bi rû man. Tîştek din ji bêhempabûna berxwedan, rêaksiyon û berteka li dijî vê yekê, ne asayî ye. Hevalekî ku ji girtîgehê derket û niha di partiyê de ye vegotibû. Di roja duyemîn a komploya 15’ê Sibatê de, welatparêzekî Kurd li girtîgehê serdana wî hevalê kiriye. Welatparêzê/a extiyar ku hat serdana wî/ê hevalê îskeîsk giriyaye û gotiye, “Daxwaza min ji xudê tenê ew e ku ez beriya darvebûna Rêber Apo bimirim.” Di rastiyê de hest û ruhê ku wî welatparêzê extiyar jiya, weke şîroveya rewşa hest û ruhê gelê Kurd e. Hînek xwezayî ye ku Kurd bi vî rengî bifikirin. Di dîrokê de hemû Rêberên Kurdan di dara darazê de, an di girtîgehan de, an jî di koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane. Eger piştî komployê ev qas şehadetên xweşewitandinê pêş ketibe, binhişmendî û dîrokek a vê ya bi vî rengî heye. Piştre bi destwerdana Rêber Apo re rê li ber van şehadetan hatin girtin.
Bêguman îro rewş cuda ye. PKK’ê ku piştî komployê 24 salan li ber xwe dide û têkoşîna xwe di her astê de bi biryardarî didomîne, heye. Parastinên Rêber Apo hene ku ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên cîhanê jî têra 50 sal dike. Her kadro û milîtanekî PKK’ê, hemû gelê me û her welatparêzên Kurd, rastiyekî heye ku êdî dizane çi bike û çawa bike. Em di pêvajoyekî de ne ku hêza berxwedan, îmkan û referansên dijmin li hemberî destkeftiyên şoreşê û bandorê wê ya mezin a li ser mirovahiyê, gav bi gav lawaz dibe. Li her derê zemîn û derfet hene ku her kesê ku bixwaze di xeta Rêber Apo de li dijî dijmin rol bilîze. Di vê rewşê de, dema ku derfeta me heye em hemû îrade, hêz û qabiliyetên xwe raste rast li dijî dijminê qirker bikarbînin, eger em van nekin û berê xwe bidin xwe, bêguman êdî ev rewşeke ku em biperjirînin nîne. Kesê ku xwedî îradeya xweşewitandinê be, eger bi rêxistinî û hişmendî tevbigere ma li dijî dijmin çi bi ser nexe. Wa ev rewşeke ku em hem rêz didin û hem jî xemgîn dibin e. Bêguman em ji bo vê îradeyê rêzekî bêdawî didin. Lê teqez ev yek nayê vê wateyê ku em dewamkirina çalakiyên bi vî rengî, an jî van çalakiyan dipejirînin. Weke min diyar kir şert û mercên têkoşînê yên qanûnû, qedexe, ciwan, jin, siyasî, leşkerî, di her qad û di her astê de heye. Li şûna ku çalakiyên bi vî rengî werin kirin, hevrê û welatparêzên ku xwedî îradeyeke wiha mezin in, divê xwe zêdetir bi rêxistin bikin û li dijî dijmin roleke mezinttir bilîzin.
Ji bo bidawîkirina komployê çi berpirsiyarî dikeve ser milê gelê Kurd a welatparêz, ciwan û jinan? Divê çi were kirin?
Weke min diyar kir; komplo 24 salê xwe tijî kir, niha di sala xwe ya 25’emîn de ye. Ango çaryek sedsal e. Ev yek jî nîşan dide ku komploya navneteweyî çiqas xeter e, di bêbandorkirina Rêber Apo de û di tesfiyekirina PKK’ê de çiqasî bi biryar in. Ev çend tecrîd, îzolasyon û zext ji ber vê yekê ye. Mussolînî ji bo Gramscî got ku divê ev mejî 20 salan bê sekinandin, nexebite. Niha dewleta tirk li Îmraliyê heman polîtîkayê li dijî Rêber Apo dimeşîne. Lê Rêber Apo bi kar û berhemên xwe yên li Îmraliyê ji bo hemû mirovahiyê rol lîst. Helwesta Rêber Apo hemû planên dewleta tirk a qirker û hemû hêzên komploger pûç kir, hesabên wan carek din vala derxist. Rêber Apo li Îmraliyê di şert û mercên herî zehmet de jî rola xwe lîst. Ji ber ku em kesên ku herî zêde encamên hevrêtiya ne têrker a exlaqî û wijdanî dijîn lewam divê em xwe her roj, her saet li ber çavan derbas bikin, ji bo bibin hevrêyekê/î têrker pêwîst bike divê xwe ji nû ve avabikin. Ev yek di heman demê de rexnedayîna me ye. Nexwe Rêber Apo çaryek sedsal, ev qas sal nedikarîbû li Îmraliyê bimîne. Em tevger, gel, bi taybet jina Kurd û ciwan ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berpirsiyar in. Divê hemû têkoşîna me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Bêguman di vê yekê de rola jin û ciwanan diyarker e. Kampanyaya ku hîna jî didome, heye. Bêguman jin û ciwan roleke girîng di vê kampanyayê de lîstin. Gel cihê xwe yê di pêvajoyê de girt. Lê têre nake, heta ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest nexin, divê tu destkeftî me tetmîn neke, ji ber vê yekê divê em sist nebin. Armanc diyar e, divê hemû hêza xwe bidin armanca xwe. Em gel û tevger li her derê bi pêşengiya jin û ciwanan di asta herî bilind de tev li têkoşînê bibin û mezintir bikin. Eşkere ye ku divê têkoşîn pir alî be. Di asta siyasî, dîplomatîk, hiqûqî û civakî de pir bi hêz têbikoşin. Bêguman dema ku em bi heman îrade û armancê berxwedana xwe bikin yek, em ê serbikevin û teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin. Ji bo vê yekê jinên Kurd xwedî derfet û avantajên mezin in û hem jî dikarin rola pêşengtiyê bi serkeftinekî mezin pêk bîne. Ji ber ku jina Kurd dîrokê dinivîse. Bandor û qîmetê wan li ser mirovahiyê pir bilind e. Bi heman şêweyê ciwanên Kurdistanê her tim di nava têkoşînê de ne. Rola pêşengiyê girîng e. Ez di vê baweriyê de me ku bi bidestxistina vê yekê û bicihanîna pêwîstiyên wê em ê teqez bi Rêber Apo re li Kurdistana azad bin.