Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Artêşa tirk ya dagirker li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku di pozîsyona parastinê de ne, bi teknîka herî giran êrîşan dewam dike.
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşê artêşa tirk ya dagirker bi vî rengî ne;
14’ê sibatê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li dora qada Çemçoyê 8 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.
14’ê sibatê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li derdora gundê Sîda û qada Çemçoyê 42 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”