PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ji Afrîkayê heta Fîlîpînan azadiya Abdullah Ocalan hate xwestin

Di salvegera 24'an a Komploya Navneteweyî de bangên ji Afrîkayê heta Fîlîpînan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin. Coni Ledesma diyar kir ku divê kampanyayên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan berbelav bibin. Gacheke Gachihi jî got tecrîd encama tirsa emperyalîstan e.

“Van, Turkey – September 1, 2012: The crowd of the political meeting is showing the posters of Abdullah Ocalan, the leader of PKK, during the world peace day demonstration in Van, Turkey. Some of them are also making a peace sign. PKK stands for Kurdistan Workers Party and it carries out independence movement against Turkish State. This includes also armed struggle. Abdullah Ocalan is the indisputable leader of this movement.”

Paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan ku ev zêdetirî 22 meh e agahî jê nayên wergirtin, roj bi roj li tevahiya cîhanê berbelav dibe.

Koordînatorê Navenda Edaleta Civakî ya Mathare ya Naîrobiyê Gacheke Gachihi diyar kir ku paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan îlham da têkoşîna ku ew li herêma xwe dimeşînin. ji Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Fîlîpînan Coni Ledesma jî destnîşan kir ku bi girankirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, hewl didin îradeya wî bişikînin.

‘Abdullah Ocalan Îlham da gelê me’

Coni Ledesma diyar kir ku gelê kurd ji bo xwebirêvebirin û bidestxistina mafên xwe tê dikoşe û got ku di vê têkoşînê de rola Rêber Abdullah Ocalan diyarker e. Ledesma got: “Ev ne tevgereke jixweber e. Ev tevgereke xwedî armancên zelal e û baş lê hatiye fikirîn. Abdullah Ocalan ev tevger pênase kir û ji bo têkoşînê îlham da gelê xwe.”

‘Ew mirovekî gelekî xurt e’

Coni Ledesma diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan mirovekî gelekî xurt e wiha pê de çû: “Li pişt tiştên jê bawer dike, sekinî û ji bo wê tê koşiya. Dijmin bi dehan salan hewl da vîna wî bişikîne, lê bi ser neket. Hişê wî zelal û xurt e. Di zîndanê de nivîsandina pirtûkan didomîne û fikir û ramanên xwe bi raya giştî û cîhanê re parve dike.”

‘Divê kampanyayên ji bo wî berbelav bibin’

“Kî bi rastî jî bi rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan dizane?” Ledesma ev pirs kir û destnîşan kir ku dewleta tirk naxwaze bersiva wê bide.

Coni Ledesma axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hewl didin moralê wî xera bikin. Ew qas sal girtîbûn, zirarê dide tenduristiya kesan. Divê kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan berdewam bike û berbelav bibe. Abdullah Ocalan demeke dirêj e di girtîgehê de ye, divê demildest ji hêla fizîkî ve azad bibe.”

‘Îlhamê dide têkoşîn me ya li Afrîkayê’

Aktîvîstê mafên mirovan û koordînatorê Navenda Edaleta Civakî ya Mathare ya Naîrobiyê Gacheke Gachihi jî diyar kir ku divê rêber Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û got ji paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan îlhamê werdigirin.

Gachini îşaret pê kir ku fikra rêber Ocalan a konfederalîzma demokratîk parçeyekî têkoşîna ‘pan-afrîkanîzmê’ ye û got: “Rêberê mezin ê gelê Kurd Abdullah Ocalan îlhamê dide têkoşîna me ya li Afrîkayê.”

‘Ji ramanên heval Apo ditirsin’

Gachihî diyar kir ku bi tecrîda girankirî hewl didin fikrên rêber Abdullah Ocalan ji holê rakin û wiha domand: “Tecrîda dewleta faşîst a tirk ji ber tirsa emperyalîzmê ye û hêzên ku ji fikrên mezin ên heval Apo ditirsin ku li cîhanê ji bo gelê kurd bibe sembola berxwedan û têkoşîna li dijî kapîtalîzm û emperyalîzmê. Ev ji bo heval Apo tirsnak û dermirovî ye. Hewl didin ruhê berxwedanê yê heval Apo bişikînin û berxwedana gelê Kurd qels bikin.”

‘Divê tavilê bigihêje azadiya ya fîzîkî’

Gacheke Gachihi di dawiya nirxandina xwe de bal kişand ser kampanyayên wan ên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û wiha lê zêde kir: “Bi bikaranîna amûrên hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî re, meseleyên têkildarî heval Apo di rojeva raya giştî bê girtin, taktîkeke mezin e. Em kampanyayên wêneyên grafîtiyê û yên stranên hunerî organîze dikin da ku ji bo girtiyê siyasî Apo hestyariyê çêkin. Em li ser daxwaza azadiya Abdullah Ocalan maçan û kampanyayên perwerdeya siyasî li dar dixin. Divê tavilê azadiya xwe ya fîzîkî bê dayîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar