Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

‘Bi hedefnîşandanê hewl didin xwe rizgar bikin’

Hiqûqnasan got ku hewldan heye ku li herêmên erdhejê li dijî penaberan gotinên nefretê pêş bixin û bi vê yekê re pêşî li ber bertekên li dijî berpirsyaran bigirin. Hiqûqnasan got; “Dê nekarin bi sûcdarkirina mitehitan û hedefgirtina penaberan xwe ji berpirsyartiyê rizgar bikin.”

Di encama erdhejên Mereşê yên di 6’ê sibatê de ku bi giştî 35 hezar û 418 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehhezaran kes birîndar bûn û gelek kes jî hêj di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Rêveberiya Koçberiyê bi daxuyaniyekê got ku li herêmên erdhejê nêzî 2 milyon penaber dijîn lê belê nehat parvekirin bê ka di erdhejê de ji wan çend kesan jiyana xwe ji dest dane.

Piştî erdhejê, gel xwe bi xwe hewl dide birînên xwe derman bike. Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag di rewşa herî giran a erdhejê de bi gotina “Talanê dikin” penaber hedef girt û bi vê gotina xwe xetereyeke mezin li ser penaberan çêkir. Piştî vê gotinê, hinek komên nîjadperest ên li herêmê rahiştin çekan. Di 11’ê sibatê de jî li Hatayê bi îdiaya “talanê” bi ser malekê de hate girtin û welatiyê bi navê Ahmet Gureşçî yê sûriyeyî birin Qereqola Cendirmeyan a Altinozuyê û di encama îşkenceyê de ew kuştin.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) parêzer Fatîh Aydin û endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ahmet Baran Çelîk ku tundî û îşkenceya li dijî penaberan dişopînin, dan zanîn ku piştî ku hinek partiyên siyasî penaber hedef nîşan dayîn bûyer dest pê kirine.

‘Berpirsyar dewlet e’

Aydin, da zanîn ku ji roja destpêkê ya erdhejê ve çûne herêmê û ji bo berpirsyar bên dîtin têkoşiyane. Bi domdarî Aydin ev tişt anî ziman: “Piştî gotinên tundî û nefretê, li herêmê alozî derket. Tenê mitehitan weke berpirsyar dibînin lê ev yek rast nîne. Bi sala ye dewletê li vir tu tevdîr negirtin. Lewma jî berpirsyarê sereke dewlet bi xwe ye. Hewl didin vî sûcî bêxin stûyê mitehitan. Lê ev rewşeke piralî ye. Baş e lê van mitehitan destûr ji kê girtiye? Kîjan midûriyetên îmarê derfet da avakirina van bajaran. Efûya îmarê çawa derket? Berpirsyarên sereke ev in.”

Divê hesab were pirsîn

Di berdewamê de Aydin da zanîn ku hinek rêxistinên hiqûqê, Wezareta Dadê û Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) li herêmê hiqûqnas, avahîsaz û endezyar bicih kirine da ku li avahiyên hilweşiyayîn lêkolînê bikin û nimûneyên wan bigirin. Aydin, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Parêzeran piştî erdheja 17’ê tebaxa 1999’an a li Marmarayê û erdheja Îzmîrê, roleke girîng lîstin. Ji ber van erdhejan xwedî tecrûbe ne ku berpirsyaran derxînin holê û hesabê jê bipirsin. Niha jî parêzer di mijara girtina mînakên kolon, kîrîş û avahiyan de roleke çalak dilîzin. Hevalên me ji bo berpirsyaran derxînin holê têkoşîneke mezin didin.”

Îşkenceya polîs û leşkeran

Parêzer Aydin, destnîşan kir ku bi erdhejê re di carekê de penaber hedef hatine girtin û wiha pê de çû: “Hinek kesên ku ji bo nêçîra mirovan li herêmê hatine şandin ku kes nizane kî ne, kê şandine û armanca wan çi ye, her kesên li kolanê bi îdiaya ku sûriyeyî ne hedef digirin. Ev kiriyar, piştî gotinên nefretê dest pê kirin. Piştre jî veguherîn lînç û kuştinan. Bêyî ku piştrast bikin bê ka kesek ‘talanker e’ yan na, lê dixin, îşkence dikin û dîmenên wan parve dikin. Jixwe niha li herêmê kaos heye. Em di dîmenan de dibînin bê ka hêzên ewlekariyê çiqas ewlehiyê diparêzin. Me dît ku polîs mudaxeleyî hewldanên lînçkirinê nakin. Di dîmenên ku 3-4 kes hatine kuştin û li erdê dirêjkirî de polîs jî xuya dikin. Lê tu mudaxaleyê nakin. Lewma li gorî me ew jî çavên xwe lê digirin. Di raya giştî de jî aşkere bû ku hêzên ewlekariyê tev li bûyerên tundî, îşkence û mirinan bûne. Em van dozan dişopînin.”

Ji bo serlêdanan bang li mexdûran kir

Bi domdarî Aydin, bi lêv kir ku ji ber dîmenên îşkenceyê yên hatine parvekirin serlêdana sûc kirine û ev tişt anî ziman: “Me derheqê hemû peywirdarên ku divê pêşî li ber îşkenceyê bigirin, gilî kir. Em dixwazin ku her kesê rastî gotinên nefretê û îşkenceyê hatin serî li me bidin. Bêyî ku xwe paşve bidin bila serlêdanan bikin.”

‘Hewl didin rojevê berevajî bikin’

Parêzerê OHD’î Ahmet Baran Çelîk jî daxuyand ku li gel mitehitan, her wiha kesên destûra avakirina avahiyan dayîn jî ji hilweşîna heyî berpirsyar in û axaftina xwe wiha qedand: “Her kesê ku destûr dayî û yê ku li gorî usûlê venêrîn nekirî jî berpirsyar e. Di vir de Wezareta Karên Hundir, şaredarî, walîtî û hemû qedemeyên têkildarî ên dewletê berpirsyar in. Êrîşên nîjadperest ên li herêmê erdhejê, piştî ‘sorkirinê’ hatin destpêkirin. Di halê hazir de rojeva her kesî erdhej, mirina mirovan û berpirsiyarên vê hilweşînê bûn. Lê di carekê de rojev guherandin û kirin penaber û êrîşên li dijî wan. Bi vê yekê re xwestin rojevê berevajî bikin û biguherînin. Li gorî min bi zanebûn kirin. Berpirsyarên vê jî nûnerên partiyên siyasî û dewlete. Her wiha çapemeniya alîgir e ku êrîş bêhtir sor kirin. Bala her kesî di carekê de guherandin. Di çende rojên dawî de ji erdhejê, kesên jiyana xwe ji dest dayîn û kesên di bin kavilan de zêdetir, mijar bûye penaber. Îşkence dikeve çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê. Her wiha demborîna îşkenceyê tune ye. Lewma jî divê dewlet lêpirsînê veke û berpirsyaran bidarizîne. Tenê bi vî awayî dikare rê li ber were girtin. Lê mixabin li şûna vê, bêhtir teşwîq dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar