Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Li heremên erdhejê rîska enfeksiyonê heye

Pisporê Mîkrobiyolojiyê Dr. Yuce Ayhan ê li dijî enfeksiyona li herêma erdhejê hişyarî da, wiha got: “Bi taybetî weke koma rîskê dibe ku di zarok û pîran de weqayên ku bi mirinê encam bigirin derkevin holê. Rêya herî girîng a parastina li dijî nexweşiyên belav dibin derzî ye.”

Erdhejên ku bi pileyên 7,7 û 7,6 di 6’ê sibatê de li Mereşê çêbûn bandoreke mezin li 10 bajaran kir û bû sedemê hilweşînê. Li bajarên ku 35 hezaran kesan zêdetir jiyana xwe ji dest dan, bi 10 hezaran kes birîndar in û hêj gelek kes li bendê ne ku ji bin kavilan bên xelaskirin. Yek ji rîskên li herêma erdhejê, ku gel hewl dide birînên xwe bi hevgirtinê derman bike jî, nexweşiyên enfeksiyonê ne. Pisporan ji ber hilweşîna pergala binesaziyê bal kişandin ser pirsgirêka xwegihandina ava paqij û hişyar kirin.

Rîska enfeksiyonê ya ji ber avê

Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban a Îzmîrê (ÎTO) Pisporê Mîkrobiyolojiyê Dr. Yuce Ayhan diyar kir ku her cure rewşên ne asayî rîska enfeksiyonê digire ser xwe û erdhejê bandor li herêmek mezin kir. Ayhan bal kişand ser xesara binesaziyê û wiha got: “Dibe ku nexweşiyeke enfeksiyonê ya pêwendiya xwe bi avê re heye, rû bide. Em dizanin ku li herêma erdhejê pirsgirêka ava vexwarinê û ava bikaranînê heye. Bi taybetî pêwîste ava paqij radestî mirovên li herêmê dimînin bê kirin. Rîska herî mezin ew e ku di vê demê de pirsgirêkên têkildarî avê derkevin holê. Pêwîste di rewşa heyî de rîskên bi avê re têkildar li ber çavan bên girtin.”

Li herêmê laboratuvar hatin avakirin

Ayhan, da xuyakirin ku wan der barê bûyerên îshalê de ji herêmê agahî wergirtine lê sedema bûyeran nayê zanîn û wiha got: “Em dizanin ku Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Gel tîmek şandiye herêmê û laboratûwareke ku karibe bi lez bersivê bide herêmê ava kiriye. Ji bo li wir bixebitin jî doktor û teknîsyenên dilxwaz hatin wezîfedarkirin. Pêwîste faktorên di dema herî nêz de derdikevin holê werin tespîtkirin û li dijî vê yekê tedbîr werin girtin. Divê xebatên binesaziyê di zûtirîn demê de werin kirin.”

Komên rîskê

Ayhan, da zanîn ku divê ji derve û bi awayekî tendurist ava vexwarinê ji herêmê re bê peydakirin û wiha pê de çû: “Nexweşiyên têkildarî avê bi awayekî berfireh dikarin bên veguhestin. Bi taybetî weke koma rîskê dibe ku di zarok û pîran de weqayên ku bi mirinê encam bigirin derkevin holê. Li dijî van enfeksiyonan divê ji bo zarokan derman bên şandin. Ji ber zivistanê em di serdemeke wiha de ne ku enfeksiyonên rêya hilmijînê belav dibin. Ev enfeksiyon dikarin bên astengkirin. Pir zehmet be jî li herêmên erdhejê maske, mesafe û îzolasyon dikare bê pêşkeşkirin.”

Derzî û parastina civakî

Ayhan, da zanîn ku weqayên kolerayê ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve tên şopandin û destnîşan kir ku girîng e bûyerên kolerayê ji berê ve bên tespîtkirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li herêmên binesaziya laboratuarê hat afirandin. Nexweşiya kolerayê nexweşiyeke bi hinavêşiyê ye. Rêya herî girîng a parastina li dijî nexweşiyên enfeksiyonê derzî kirine. Di karesateke bi vî rengî de, divê sîstema tenduristiyê ya bingehîn li herikîna xwe ya asayî ya derzî kirinê bê vegerandin. Dema ku ev pêk neyê, nexweşiyên din ên giran ên enfeksiyonê yên mîna sorikê jî dikarin rû bidin. Divê derziyên zarokên bi temamî bên kirin. Her wiha ji bilî derziyên taybet derziyên divê her tim bên kirin û şopandina ducanî û zarokan divê bi cih werin anîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar