Li rojhilatê Kurdistanê bajarên Mahabad, Merîwan û Seqizê jin û ciwanên Apohez çalakî li dar xist û komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kir.
Ciwanên şoreşger ên Mahabadê bi daxuyaniyeke komploya navneteweyî şermezar kir û got, “Rêber Apo hînî me kir ku Jin, Jiyan, Azadiyê bikin felsefeya xwe ya têkoşînê.”
Li bajarê Seqizê bi heman armancê ciwanên şoreşger peyameke bi dîmen da û bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ komploya 15’ê Sibatê şermezar kir.
Jinên Apohez jî li bajarê Merîwanê bi daxuyaniyekê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û diyar kir ku dijmin wê nikaribe fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan asteng bike. Her wiha dan zanîn ku dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ji fikir û felsefa Rêber Ocalan hatiye wergirtin û ji bo avakirina civakeke azad bûye dirûşmeke cîhanî.”
Komîteya Şehîd Rêzan jî li bajarê Mahabadê bi belavkirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploya navneteweyî şermezar kir.