Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Erdhejê, desthilatiya AKP-MHPê jî hejand

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Heke R.Erdogan, bibêje “ev jî litûfek/xilatek xweda ye”, divê ecêb neyê dîtin!

Jiber tê zanîn ji wê bûyera 15ê Tirmeha 2016an re heman gotin kiribû.

Îca, çawa ew bûyer ji bo xwe weke “xilata xwedê”, da xebitandin û têra xwe jî bi serkeftî da meşandin, hemû sazî û dezgehên dewletê xiste bin desthilatiya xwe ya “TAKEKESΔ û heta roja îro jî dide meşandin, hez dike vê bûyera erdhejê jî, bixe xizmeta desthilatiya xwe.

Her wiha, dîsa ketiya nava hewldanê, ka gelo wê ji bo temenê/emrê serdarî/serweriya xwe dirêjtir bike, çi fen û hilebaziya bike? Lê dibe ku vê carê xwedê, ne xilatê, belê xezaba xwe bide wî!

Yek ji armancên bingehîn; wê hewl bide, ji bo sedeman biafîrîna da ku hilbijartinan, di dema wê de çêneke, heta salekê dirêj bike!

Jixwe êdî ji aliyê hemû raya giştî ve tê dîtin ku, ne bi tenê xemsariyan dikin ji bo alîkariyê bidin erdhejzedeyan, dibin asteng jî li himberî alîkarxwazan; nahêlin xêrxwaz û parazvanên mafên mirovan ên hevwelatî û ên derveyî welatî/biyanî jî xizmetê pêşkêş bikin.

Herwiha hat dîtin; 2-3 rojên despêkê, hêzên xwe ên sereke û fermî, mîna AFAD, Heyvasor a Tirk û herî balkêş Cenderme û Arteş, ne şandin herêm û qadên erdhejê. Ku tê zanîn ev rojên ewil ên herî giring û kêrhatîne jibo rizgarkirina erhejzedeyan.

Hema bi lezgînî, dev ji derxistin û rizgarkirina kesên bin xirbe û kavilan berdan, maşîn û amûrên giran ên kişandina xirbe û kavilan xistin merîyetê.

Vê hilwesta diktatoriya Receb û Bahçeli, him gel û him raya giştî narihet û hêrs kir. Jiber ku êdî van maşîn û amûran, li gel kavilan, bêyî ferq û cudahiyê bike ku mirî an sax in, laşê mirovan li gel ax û berên kavilan bar kirin, birin avêtên derveyî warnişînan. Li pir deveran laşên parçekirî yên mirovan hatin dîtin.

Jixwe weke hat dîtin û hîn jî dewam dike, him xwediyê erdhejzedeyan him gelek sazî û dezgehên sivil û siyasî, nerazî bûnên xwe, bi tundî nîşan dan û hin jî didin. Mînak, Komela Mafên Mirovan, hinek yekîtî û komelên tenduristiyê û karkeran,  hinek partî û şaredariyên partiyên dijberî desthilatiya AKP-MHPê, mîna HDP, CHP, TIB  û hwd.

Mînakek herî balkêş û jibo dewleta tirk, şerm û eyba(heke ma be) mezin e ku, gelek dewletan komên xwe yên şandibûn ji bo desteka erdhejî, paşve kişandin welatên xwe û daxwiyaniyên gelek balkêş û watedar ên şermezariyê dan.

Di serî de Israil, paşê Ispanya, Slovakya, Romanya û hwd.ekîbên xwe yên alîkariyê, vegerandin. Di daxwiyaniyên wan de, rexneyek balkêş a hevpar hebû û digot in: Em, vê hilwest û kiryara dewleta tirk, rast nabînin û em nabin hevparê vê kiryara(dijî mirovahiyê-mirovkuj) nebaş! Her wiha em şerd û mercên vira bi ewle nabînin, bi xeter dibînin, lewma em diçin!

Jiber heman sedeman û bi taybetî jiber rewşa bêewle û xeter, dewetên Elmanya û Awusturya jî, çend rojan karên xwe dan rawestandin!

Belê mijara giringtir, hilwest û siyaseta dewleta tirk, bi taybetî jî ya diktatorê faşist Receb û Bahçeli ye.

Temenê desthilatiya van kujer û faşîstan 20 derbas kiri ye. Bi taybetî, her ku ber bi salên dawî ve diçin, asta bê exlaqiya zulma wan girantir dibe.

Bêgûman di serî de hilwest û tecrîda li ser Rêber APO ya li Îmraliyê, naveroka siyaseta wan a li dijî gelê Kurdistanê zelaltir dide xuya kirin. Jixwe Imraliyê, ji bo siyaseta xwe ya li dijî doz û tevgêra gelê Kurdistanê, weke laboratuvarê bikar tîne.

Van dewletên planger/komploger, ji herkesî zêdetir felsefe û tevgêra Rêbar APO nas dikin û ji bo xwe xeter dibînin.. Her wiha têkilî û peywendiyên navbera gel û Rêber APO jî baş zanin.

Lewma, li goreyî serpêhatiyên xwe yên hinek deverên din jî, hewl didin û hizir dikin, “heke em vî rêberî teslîm bistînin, em ê karibin vî gelî dîsa weke berê bixin bin nîrê xwe û mîna koleyan bixin xizmeta siyaseta xwe”!

Ev êrîşên ewqas mezin, corecor û demdirêj ên li ser Rêber APO didin meşandin, jiber vê dîtinê ye. Lê berxwedana Imrali û her wiha xwedîderketina gel li Rêberê xwe, bi giştî komplogeran dihn û har dike.

Bi vêna ve girêdayî û paralelî vê siyaset û sistema Imrali, li gel bi giştî, bi taybetî jî AKP-MHP, li vê bûyera erdheja ku bi giranî li Kurdistanê rûdaye dinere û tevdigere.

Jixwe tê zanîn, weke li Vietnamê dihat gotin, dewleta tirk jî xwedî heman zihniyetê ye û li goreyî wan jî “Kurdê herî baş, ê mirî ye”!

Ji bo vê siyaseta xwe ya kambax û malxerab a li ser gelê Kurdistanê veşêre jî, vê bûyera erdhejê, mîna “qedera xwedê” dide nîşandan Receb Erdogan!

Belê vê carê wê nikaribin weke berê xwe rizgar bikin. Jiber ku him gelek zanistên erdhejê yên tirk û yên biyanî, bi tundî li dijî wan derdikevin û vê siyaseta wan a kurdkuj aşkere radixin ber çavan, him jî gel jî êdî têra xwe hişyar û bi rêxistinkiri ye.

Weke mînak, pispor û zanistê erdhejê yê Japonî Yoshinori Morivaki, dibêje, “ li dor 40 roj berî nuha di 28.12.2022 de, li bajerê Mereşê, min seminerek dabû  rayedarên AFADê û endazyaran, min destnîşan kiribû ku piştî Xerpêtê wê li Marmarayê erdhej pêkbê, lê belê nuha diyar dibe ku fayên erdhejê yên herêma Rojhilat û Başûr(bajarên ku nuha erdhej lê çêbûne) şikestin e û dibe li van herêman zûtir erdhej çêbibe” û hwd.

Li gel hişyariyên vî kesî û hinek pisporên din, em dibînin ku R.Erdogan, şwîna ku tedbîran bigre, berovajî tevdigere. Di van salên dawî de, van bajarên me yên erdhej lêhatine, bi nav dike û dibêje “me bi ‘biryara aştiya avahiyan’(imar barişi/afi) jiyana gelê xwe yên van herêman xweş kiriye” û hwd!

Encameen van biryarên wî/wan, ev felakete hat serê gelê me; bi deh hezaran kes hatin kuştin, bi sedhezaran birîndar bûn û malên wan kambax bûn! Qenciya R.T.Erdogan ev bû ya ku jiyana gel aram kiri bû!

Ev mînakên wisa pir in, lê van çend mînakan jî, armancên siyaseta xerab a li dijî gelê me aşkere û zelal destnîşan dikin.

Her wiha bi vê bûyera erdhejê re, diyar dibe ku êdî desthilatiya faşizma AKP-MHPê jî hejya ye û êdî nikare xwe ragire û wê di nêz de hildiweşe.

Êdî divê gelê Kurdistanê jî, li goreyî van siyasetên malxerab ên li dijî mirovahiyê, hîn xurtir xwe bi rêxistin bike û tevbigere, da ku ev sazûmana zulmê zûtir hilweşe!

Nûçeyên Têkildar