‘Ji derveyî riya aştiyê tu riyek din ji bo çareseriyê nîne’
Parlamenterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Herêma Kurdistanê Osman Sêdarî li ser mijarê ji Rojnews’ê re wiha axivî: “Em spasiya KCK’ê dikin, ev helwestekî gelek başe. Divê Tirkiye û Sûriye jî wateyekê ji vê karasata mezin a mirovî bigirin û bikin havênê aştî û dawîlêanîna şer û kuştina mirov. Me dît vê karasatê cudahî nekir di navbera netewe, bîr û baweriyên cuda de. Hemû bi hev re bûn qurbanî. Ev yek jî vê nîşan dide ku em hemû weke hev mirov in, lewma divê bi hev re bijîn û mafên hevdu li ber çavan bigirin. Ji derveyî riya aştiyê tu riyek din ji bo çareseriyê nîne.”
Endamê Rêveberiya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Bextiyar Mistefa li ser mijarê wiha got: “Destxweşiyê li gava KCK’ê dikim. Ji ber ku divê di vê rewşê de, em hemû destê hevdu bigirin. Em baş fam dikin ku eger hegemonya û dagirkeriya dewleta tirk nebe, kurd tu demî bîr li hilgirtina çekan nake. Vaye dewleta tirk di vê rewşê de rojavayê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê bombebaran dike. Ev biryara KCK’ê biryarekî dîrokî û girînge. Divê Tirkiye jî siyaseta xwe li ber çavan re derbas bike. Divê fam bike ku wê yê pirsgirêka kurd bi aştî, demokrastiyê were çaresekirin, wê li herêmê aştî û aramî nebe.”