Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêdiviyên sereke têne astengkirin

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Eva Alî Qartmînî têkildarî astengkirina alîkariyên ji bo herêma erdhejê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne komkirin axivî û got: “Pêdiviyên gel ên sereke weke derman, kon û şîrê zarokan hatiye berhevkirin lê li Minbicê hat rawestandin.”

Bi erdheja di 6’ê sibatê de li navenda Mereş û Dîlokê pêk hatiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi giranî bi bandor bû. Heyva Sor a Kurd bi derfetên xwe hewl da ji roja yekem ve alîkariyê bide mexdûrên erdhejê. Lê pêdiviyên sereke yên hatine berhevkirin ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve li Minbicê hat rawestandin. Hevseroka Heyva Sor a Kurd Eva Alî Qartmînî têkildarî astengiyan bi ajansa me re axivî.

‘Me hêza xwe li cihên erdhejê kom kir’

Eva da zanîn wan hêza xwe li cihên erdhejê kom kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Hîna em nikarin qala jimara kesên jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne bêjin. Tiştek aşkere di destê me de nîne. Ango gelek kes jî hîna di bin kavilan de ne. Ji roja yekem a erdhejê ve, bi hînbûna rewşê re me rewşa awarte îlan kir. Me ambulansên xwe hemû şandin qadê. Welatî hemû jî ketibûn nava tirsekê. Şert û mercên hişk ên avhewayê hebûn û me hewl da ji bo kesên ji derve mane jî destê xwe dirêj bikin. Me kon vedan. Ji Dêrikê heta Minbicê hêza me kom bû. Li Şehbayê û Şêx Mexsûdê jî hevalên me yên tendirustvan ji bo mudaxeleyên tibî ketin meriyetê.”

‘Alîkarî têne astengkirin’

Eva bal kişand ser alîkariyên têne komkirin û astengkirina wan. Eva wiha pê de çû. “Li gel Heyva Sor pêkhateyên weke Rêveberiya Xweser ku yek bi yek em di nava têkiliyê de ne, hene. Bi wan şêweyan em alîkariyê kom dikin. Me hewl da em hemû pêdiviyên gel bidin hev. Lê belê pêdiviyên sereke yên weke derman, kon, betanî, şîrê zarokan û pêdiviyên jiyanî hebûn. Lê mixabin tirên van hildigirtin li Minbicê hatine rawestandin. Hikûmeta Sûriyeyê destûra derbaskirina van nade. Di rewşek wisa awarte de jî hemû hêzên navneteweyî bêdeng in. Em bi hêzên şîrîk hewl didin ku van pêdiviyan derbas bikin. Lê mixabin heta niha tu alîkarî derbas nebûye. Ango mexdûriyeta kesên ji erdhejê bandor bûne nehat derbaskirin.”

‘Bernameyên me amade ne’

Eva herî dawî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Heta niha du meeber hatine vekirin. Lê mixabin herdu jî meeberên digihên rejîma Sûriyeyê ne. Lê li aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku zêdetirîn bi bandor bûye tu meeber nehatin vekirin û alîkarî negihiştiye. Niha komên me yên alîkariyê yên ji herêma Cizîrê hatine jî hene. Me hêza xwe daye aliyên erdhejê û aliyên ku koçber lê kom bûne. Ji ber ku li herêmên Şehba û Şêx Mexsûdê zêdetirîn koçber hene. Em alîkariyên tibî dikin. Heya pêdiviyên weke derman tên. Ger alîkariyên me derbas bibin em ê zêdetir bikaribin mûdaxele bikin. Bernameyên me amade ne. Em ê hewl bidin hemû pêdiviyên wan pêşwazî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar