Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Artêşa tirk ya dagirker 56 caran êrîş bir ser çeperên gerîla

Artêşa tirk ya dagirker 56 caran ji bejahî û hewayî ve bombe li qadên gerîla barand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Artêşa tirk ya mêtinger, bi teknîka giran êrîşên li ser Gerîlayên Azadiyên Kurdistanê dewam dike, ku gerîla di pozîsyona xwe de ye. Hêzên me li ser bingeha parastina rewa bersiv da mêtingeran û di encamê de dagirkere hate cezakirin. Qadên ku hêzên me lê ne 10 caran bi balafirên şer, 46 caran jî bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa tirk ya dagirker wiha ne:

Li herêma Zapê;

19’ê sibatê saet di 11:30’î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, dagirkeran êrîş birin ser hêzên me yên li derdora qada Çemçoyê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan êrîşê û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa tirk ya dagirker;

19’ê sibatê qada Werxelê, Geliyê Balinda û derdora Wargeha Şehîd Rêber, her wiha li Garê Gundê Girê, Gundê Bîrkiyetê û quntara Girê Xêrê 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

19’ê sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û nêzî gundê Sîda û qada Çemço yên li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê 46 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar